Li Xezayê ji bo jinan têne du malên stargehê hene

Li Xezayê tenê du malên stargehê ku jinên rastî tundiyê tên serî lê bidin hene. Lêkolînera hiqûqê Rana Ebû Ramadan balê dikşîne ku li malên stargeh ên li navendê serîlêdan nayên kirin û xizmetên tên dayîn jî têrker nîn in.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Kêmbûna malên stargehê li hemû cîhanê cihê nîqaşê ye. Li Xezayê ku yek ji cihên tundiya li ser jinan bi awayekî berbiçav tê jiyîn jî rewş ne cuda ye. Li Xezayê tenê du malên stargehê hene. Wekî yek ji rawestgehên parastinê ku metirsiya li ser jinên rastî tundiyê bi dawî bibe tê zanîn heye. Rêxistinên jinan ku balê dikşînin ser kêmbûna hejmarê, helbet pêşniyarên ji bo zêdekirina hejmara malên stargehan û der barê xizmetên de jî didin.

Rana Ebû Ramadan a di Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan de Lêkolînera hiqûqê ye, bal kişand ku yek ji erkên wê di komîsyonê de malên stargeh in û da zanîn ku bi taybetî li ser zêdekirina hejmarê û di başkirina xizmeta ji jinan re tê dayîn de dixebitin. Rana Ebû Ramadan diyar kir ku ew ji bo şopandina jinên li malên stargeh û girtîgehan tên derbkirin, şert û mercên zehmet ên dijîn, ji bo başkirina rewşa wan û jiholêrakirina bêedaletiya rastî tên dixebitin. Rana Ebû Ramadan anî ziman ku malên stargeh cihê ku jin bi îradeya xwe serî lê didin e, eşkere kir ku li Xezayê tenê 2 malên stargehên ên girêdayî Wezareta Pêşketina Civakî heye.

‘Divê çareseriyên radîkal bên dîtin’

Rana Ebû Ramadan destnîşan kir ku ev malan bi hevkariya saziyên mafên mirovan ên curbecur ên wekî Navenda Mafên Mirovan Filistînê ya, xizmetên curbecur ên wekî stargeh, şevmayîn, şêwirmendiya hiqûqî, hevberdan, nefeqe, raya û di dozên din de parastin te pêşkêşkirin û anî ziman ku pêvajoya dikare li stargehekê bimîne li gorî pirsgirêk û mezinahiya pirsgirêkê diguhere. Rana Ebû Ramadan wiha axivî: “Wezareta Pêşketina Civakî ku dema jinek tê malên stargeh ku erka dabînkirina pêdiviyên wê yên weke xwarin, vexwarin û cil û berg pêk tîne, konferansa bûyerek li dar xist. Di bin banê Wezareta Karên Hundir ku erka ewlekariya van xaniyan û parastina jiyana jinan digire ser xwe, navendek mafên mirovan û komîsyonek ku dê bingehên qanûnî bişopîne heye. Lêbelê nayê gotin ku pir baş dixebitin. Divê ev konferans çend caran bê lidarxistin. Divê ji bo nîqaşkirina mijar û ji bo jiholêrakirina vê pirsgirêkê hin çareserî bên pêşkêşkirin. Di vê wateyê de divê pêkanînên cidî hebin. Divê ji bo jinan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest nedin, çareseriyên lezgîn û radîkal bên dîtin.

Zarokên ji temenê 9 salî mezintir nayên qebûlkirin

Rana Ebû Ramadan behsa rola komîsyonê kir û wiha got: “Li malên stargehê li gel dayikan rastî êrîşa zayendî hatiye zarok jî hene. Ji bo jin ji nû ve ji aliyê kiryar ve rastî zextan neye û rastî zextên civakî neyê, xebat tên meşandin. Erka komîsyonê ev e. Malên stargeh tenê zarokên di bin temanê neh salî de qebûl dikin. Lewma ev zarok, piştî mudaxeleya komîteyên eşîran neçar dimînin vegerin malên xwe.”

Navendên heyî têrkêr nîn in

Rana Ebû Ramadan anî ziman ku di warê rûbirûbûna pirsgirêkên wan de yên herî zehmet jinên ku ji aliyê birayê, bav û hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatine ne û jinan ji ber zextên malbatî û civakî di mijara gilî kirine de zehmetiyên mezin dijîn û hinek carna jî nikarin gilî jî bikin. Rana Ebû Ramadan wiha axivî: “Malên stargeh li navendê ne. Ji ber vê yek gihandina hemû beşan zehmet dibe. Ji ber ku jinên li qadên gundewarî dijîn pereyê çûnûhatinê nîn e, dibe ku nikaribim serî li van deran bidin. Divê li deverên sînorî yên hatine marjînalkirin malên stargeh ên ku rewşa wan çi dibe bila bibe jin û zarokên keç qabûl dikin bên vekirin. Ev yek bi yekkirina hewldanan bi wezaret û saziyên berpirsyar re dikare pêk were. Divê di van malan de temenê qebûlkirina zarok jî bê bilindkirin.”