‘Li vê sehrayê çi ma min nedît, ji mirinê heta jînê, têkoşîn û berxwedanê’
Dara herî kevn a di riya koçberiyê de piştî 7 wargehên penaberiyê li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye çandin, dibêje: “Li vê sehrayê çi ma min nedît, ji mirinê heta jînê, têkoşîn û berxwedanê…”
BERJÎN KARA
Mexmûr- Di nav bayê koçberiyê de min rehê xwe bera bin axê da. Min her dem ji xwe pirs dikir, çima ez? Çima ne dareke din an jî şînahiyeke din. Çima ez li cihekî ku derdora min hemû bi gul, av û çûkan hatibûya dorpêçkirin nehatim çandin? Gelo çima ji min pirs nekirin tu dixwazî li ser axa zuha şîn bibî yan na ango bêyî erêkirin hatim çandin? Niha ezê ji we re qal bikim bê ka ez çawa hatim çandin, di şertên Mexmûrê de rûxmê bêaviyê keda dayikên ku bi ava li ser pişta xwe dianîn û min av didan, şînbûna min çima li Mexmûrê nîşaneyek ji berxwedanê bû û heta weke ewil dara li erdê zûha hatiye çandin kenên zarokên li ber siyas min lîstine...
Ber bi jînê
Ez li ser vê xaka hişk û zuha, di sala 2001’ê de hatim çandin. Ango li ser axa zipîzuha ya piştî ku gelê Botanê ji ber zext û êrişên dewleta Tirk berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê, ji ber êrişên PDK’ê jî neçar mabûn 7 wargehan biguherînin û herî dawî gotin di cih de be ji bo mirinê bidin pêşiya wan cihê dûpişkan a ji wan re hatibû dayîn. Vayê li ser erdekî wiha ahtim çandin. Dayika ku min li ser vê xakê çand, bi çandinê re serpêhatiya gelê wargeha Mexmûrê ji min re got, çima koçber bûne û li ser vê xakê bi cih bûne. Dema ku çîroka jiyana xwe ji min re digot di kûrahiya dilê wê de tiştek dilerizî û ji çavên wê hêstir dibarîn. Min jî bi baldarî guhên xwe dayê, ji ber ku min pir mereq dikir çima ev gel warên mîna bihuştan hiştiye û berê xwe daye warên nenas. Dayikê her ku êşên kişandine ji min re digot, di dilê min de jî hestek pir ecêb çêdibû. Min destpêkê wate nedida hestên xwe. Min digot ma di dar û şînahiyan de hestên penaberiyê yên bi êş çêdibin?
Veguherandin qada jiyanê
Ev xak xakek wisa bû ku tu zindî nikaribûn li ser bijîn axa zuha, bê bereket û tenê warê dûpişkan bû. Ev gel ji bo ku jiyana xwe berdewam bike, bi her awayî li ber xwe da, bi kîlometreyan rê diçûn ku avê bînin ji zarokên xwe re. Dayika ku min mezin kir jî dayikek wisa bû ku li ruxmê bêavbûnê jî tu caran av ji min kêm nedikir, bi hezkirin li min dinêrî. Her dem ji min re digot: “Tuyê bibî hêvî û şahida berxwedana vî gelî, tu yê bi rûmet û hezkirin mezin bibî û şaxên xwe li jiyanê belav bikî. Tu yê bi pelên xwe şoreşê bixemilînî û bibî hêza berxwedana vî gelî. Zarokên zêrîn ên welatê min ên windabûyî wê bi şewqa te riya xwe bibînin û bigihîjin serkeftinê.” Gotinên dayikê hêzê didan min, bi wê hêzê jî kokên min bi hêztir xwe bera bin axê didan û rehên min belav dibûn. Wek dayikê jî got, ez bûm şahida berxwedana gelê Mexmûrê. Çawa xaka zuha veguherandin warê jiyan û hêviyê.
Axa berxwedanê
Li gorî hemû dîn, mîtolojî û zanistan; mirov, çi zindî û ne zindî hebin hemû ji axê hatine afirandin. Ji bo wê her zindiyê/a ku li ser axê çêdibe û dijî ew taybetmendiyên wê axê di xwe de dihewîne. Ez jî li ser axa berxwedanê hatim çandin û mezinkirin. Ji bo wê ye di kok, gewde û pelên min de rihê berxwedanê heye û di her hucreyek gewdeyê min de keda vî gelî heye. Ez bi serpêhatiyên vî gelî mezin bûm, her roj min li serpêhatiyek guhdarî dikir. Gelek zarok dibin siya min de lîstine, pirtûk xwendine, di rojên germ de gelek caran li bin siya min bêhna xwe vekirine û bi xewê ve çûne. Dengê kenê wan û stranên wan derdora min dorpêç dikir û hezkirina wan kêfxweşiya min mezin dikir. Min jî her dem dixwest li gel wan biaxivim û hestên xwe bi wan re parve bikim. Lê ez dar bûm tiştek wisa ne pêkan bû, ji ber wê ez gelek caran xemgîn dibûm ji ber ku nikaribûm hestên xwe bi wan re parve bikim.
Min germahiya zarokek hîs kir
Rojek bêdengî hebû, kesê li derdorê xuya nedikir, ez jî ketibûm nava hizrên kûr, min ji xwe re digot çima ez nikarim hestên xwe parve bikim, ma ez jî ne zindî me û mafên min nîn e qey? Di wê demê de min di gewdeyê xwe de destek hîs kir, dema min nihêrî, dît ku zarokek biçûk bi hezkirin li min dinêre û dikene. Çi zarokek xweşik, çavên wê reş bûn mîna ezmanek ku di nav de tijî stêrk dibiriqîn, porê wê mîna rojê dibiriqî û di kenê li ser lêvên wê de xweza kom bûbû, xweşiktiya xwe nîşan dida. Lê çima ew zarok wisa li min dinêre, her wekî ku bi salane li tiştekî digere û di dawî de dîtibe.
Zaroka biçûk min hembêz kir, bêhn kir û got: “Dara ciwan, dara berxwedanê tu dizanî hestên te fêm dikim û hîs dikim. Dizanim tu niha dibêjî çawa tu min fêm dikî. Lê ji ber ku ajdana min û te ya jiyanê bi hev re bû. Em bi hev re li ser axa penaberiyê mezin dibin û hestên me wekhev in. Em bi hev re dikenin û digirîn. Dayika min bi heman hezkirinê li me dinêre û mezin dike. Tu jî mîna zarokek wê yî. Ez dema li te dinêrim hemû berxwedan, têkoşîn, kêfxweşî û êşên vî gelî di hundirê te de dibînim û tu hêvî didî min. Dema ku zarok wan gotinan ji min re digot ji pelên min mîna dilopên baranê hêstir dirijiyan. Wekî ku ez bigrîm lê ne girîna êşê bû girîna kêfxweşiyê bû. Min wê demê zanî ez ji hemû daran cudatir im, ez têm hîskirin! Min hêvî da zarokek, ev tiştek çiqas bi rûmet e. Ji ber ku hêvî riyek dirêj a bêrawestan e, hêvî finda şevên tarî ye, hêvî stêrka ewrên tarî ye, hêvî di germahiya rojê de dikene û hêvî nebe jiyan mirin e.”
Beriya ku zarok biçe bi dilgermî min hembêz kir û got: “Berê me li evîna Kurdistanê ye. Evîna me bi qasî gelê me, welatê me û çiyayên me mezin e. Em ê evîna xwe bikin berdêla azadiyê. Ji ber ku em li gel hev û li pişt hev jî heman hestan dijîn. Me jiyana cuda xeyal dikir lê ji ber ku em di nav vî şer û berxwedanê de mezin dibin, em ê heya dawî li welatê xwe yê winda bigerin.”
Ez bûm şahida serpêhatiya bi hezaran
Wê zarokê hestên pir cuda bi min re ava kir. Ez bûm şahida hezaran serpêhatiyan, min guhdarî evîna keç û xortên ciwan ên mîna Mem û Zînê kir, gelek dayikan li bin siya min ji min re çîrokên xwe vegotin, êş û xemên ku kişandine vegotin. Bi sedan çûkan li ser çiqlên min hêlînên xwe çêkirin û bi hev re striyan. Lê hestên ku wê zarokê bi min ava kir pir cuda bûn. Ez dizanibûm ku evîna welat ji hemû evînên cîhanê mezintir û ji hemû çiyayan bilindtir e. Koçberiya ku vî gelî dîtiye, ji hêvî û baweriya wan qet tiştek kêm nekiribû. Dilê wan bi agirê berxwedanê dişewitî û ruhê wan bi azadiya welat difûrî.
Min jî wê rojê soz da ku heya welatê min rizgar nebe, ez ê li ber xwe bidim û berxwedana vî gelî bi çiqil û rehên xwe li hemû cîhanê belav bikim. Min ji xwe re got, dema ku dilê te teng bibe jî kenê wê zaroka ku piştî baranê bi esmanan re dikene bîne bîra xwe û hêviya xwe hîn mezintir bike.