Li Urmiyê di meha Kanûnê de 3 jin ber bi întîharê ve hatin ajotin

Li bajarê Urmiyê, mirinên di dîrokên cuda de di bin navê “întîharê” tên jiyan kirin nay zelal kirin. Nûçeya herî dawî ya ajotina întîharê ji, li gundê Ghonî ya giredayî Bradostê hat.

Navenda Nûçeyan - Tundiya li ser jinan, krîza aborî û zextan jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ber bi întîharê ve dibe. Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê tenê di meha Kanûnê de 3 jin di bin navê xwekuştinê de jiyana xwe ji dest dan, hat ragihandin ku jina bi navê Zehra Saberî ku roja borî li gundê Ghonî yê navçeya Bradost a Urmiyê ber bi întîharê ve hatibû ajotin, ji aliyê malbata xwe ve rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe dest ji dest da. Hat ragihandin ku Zahra Saberî ya ku bi guman jiyana xwe ji dest da, ji ber şîdeta nav malê întîhar kiriye.
Ji aliyê çavkaniyên mafên mirovan ve hatin ragihandin ku du jinên ciwan Jaleh Sahrapima û Kabar Sehat jî di heman mehê de, di dîrokên cuda de ber bi întîharê ve hatine ajotin. Li aliyê din jinên aktîvîst diyar kirin ku jinan di bin navê “întîharê” de jiyana xwe ji dest dane û bal kişandin ser ne zelal kirina mirinên bi guman.