Li Til Temirê malekî bi qube ya kevin

Til Temir a girêdayî Hesekê malekî bi qube ya Asuriyan heta niha li hemberî ba û bahozê, mercên dijwar, şer û pevçûnan maye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Mezopotamya ji serdema pêşdîrokî ya bi hezaran salan berê ve gelek şaristaniyên mezin nas kiriye bûye dergûşa ol, netew, çand û dîrokê. Mezopotamya dibe jêdera çand û zanistan.

Til Temir navçeyeke biçûk e lê xwedî girîngî û stratejiyeke mezin e ku ji destpêka krîza Sûriyeyê, ji Adara 2011’an heta niha gelek hêzên herêmî û navdewletî dixwazin hegemonyaya xwe li ser wê ferz bikin. Rûsya, dewleta Tirk, Emerîka û hêzên di lîsteya terorê de ne her wiha Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê çend ji van in. Til Temira ku pergala neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, hembêz kir.  

Li vir Kurd, Ereb û Aşûrî weke pêkhateyên resen ên navçeyê ne lê li gorî rûspiyên herêmê dibêjin ku Til Temir bi çend êlên Kurd û Aşûr ve, li rex çemê Xabûrê yê ku jêdera wê ji Bakurê Kurdistanê ye, hatiye avakirin. Ji lewre riya navdewletî ango M4 navçeya Til Temirê dike du beş, beşek bakur û beşa din jî başûr. Til Temir dibe dergeha derbasbûn û gihandina kantonên Firat û Cizîrê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji Til Temirê riyên çûyîna navçeya Zirganê, Serêkaniyê ya dagirkirî, Heleb, Hesekê û Qamişlo jî hene. Gundên girêdayî navçeyê xwedî dîrokek dirêj in ku vedigere heya demên kevnar, weke ku ji hêla kolandinên li hinek girên nêzî bajêr hat tesbîtkirin. Rûbara Til Temirê û gundewarên girêdayî wê bi qasî 149 hezar û 278 donim erd e.

Qubeya axî ya dawî…  

Li navçeyê çend dever, amûrên ku di serdemên berê de hatine bikaranîn hene. Hinek dever jî weke deverên kevnar tên nîşandan. Mînak li taxa Aşûriyan a li navçeyê maleke ku bi qubeyên xwe yên axî di nava bi dehan malan de balê dikşîne ser xwe heye. Maleke ji axê hatiye lêkirin, ji çend odeyan û pencereyan pêk tê. Li hemberî faktorên hewayê, şert û mercên zehmet û li hemberî şer û pevçûnên ku ji sedsalekê zêdetir e rûdane, dikaribû heybeta xwe biparêze û xwe ragire. Mirov berê di gelek qonaxên dîrokê re derbas bûne mînak di serdema kevirî de mirov di şikeftan de, malên axî û konên li çolistanan bi cih dibûn lê niha em tenê dikarin bibêjin ku koçerên di hemû demsalan de di konan de dijîn, dikarin balê bikşînin ser serdema kevirî û awayê jiyana wan raxin ber çavan.

Qubeyên axî yên gilover razên mîmariya axê ya ku hatiye jibîrkirin nîşan didin

Li ser pirsa çima qubeyên axî dihatin çêkirin wê demê, hinek lêkolîner dibêjin ku mirovên wê demê bi awayê malên giloverî ji bo ku malên xwe ji kombûna baranê li ser xanî biparêzin, ava dikirin. Ji ber wê demê madeyên hesin û çîmentoyê ku pê avahiyan ava bikin tunebû, bi vî awayê ancax dikaribûn xwe ji baranê biparêzin. Malên giloverî berovajî malên çargoşeyî ne, malên bi hêsanî tên avakirin û li hemberî gelek faktoran dikarin demek dirêj li ber xwe bidin. Madeyên avakirina xaniyên giloverî ji av, ax û kayê pêk tên lê belê kes di dema niha de van xaniyan ava nake. Di nav 6 rojan de mirov dikare qubeyên axî ava bike û demsalên bihar û havînê yên herî guncaw ên avakirina xaniyên axî û qubeyên axî ne.  

Naûra ava çemê Xabûrê veguherî naûreyeke bê av û amûreke kevnar

Her wiha naûreke avê jî ya kevn ku li ser çemê Xabûrê bû heye lê niha naûra bê av maye ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Xabûrê di salên dawiyê de qut kiriye, ava ku tê re derbas dibe jî ji ava baranê ye ku ji Bakurê Kurdistanê tê. Niha naûra avê li hola Meqsefa El-Xeyîmê ye, rêwî li ber wê wêneyan dikşînin, bûye amûrekî kevnar û geştiyariyê.

Li ser xweşiya jiyana di qubeyên axî de Cûliyêt Namo ya Aşûrî ku di zaroktiyê de ligel malbata xwe di qubeyekê de maye û ew êdî qubeya dawî ya li navçeyê ye, ew hûrgulî bi ajansa me re parve kir.

Qubeyên axî kevnbûna dîroka Til Temirê û serdema wê nîşan didin

Cûliyêt Namo salên destpêkê yên zarokatiya xwe bi bîr anî û got ku Til Temira kevn hemû qube bûn û wiha domand: "Li vê derê, di van qubeyan de ez û malbata xwe diman. Kêliyên herî xweş û bi nirx ên wê demê bûn, jiyan ji hezkirin û kêfxweşiyê kêm nedibû. Aşûriyên destpêkê li ser axa Til Temirê di serdema Fransayê de jiyan, qubeyên axî ava kirin. Til Temira kevn bi qubeyan hatibû avakirin, li ser girê wê yan jî li dora çemê Xabûrê. Qubeyên li dora çemê Xabûrê hatin hilweşandin û li şûna wan avahiyên nû çêkirin lê niha tenê ev qube li Til Temirê maye."

‘Bêhna çîrokên dayika min kenê xwişk û civatên êvarên me ji qubeyê tê…’

Cûliyêt Namo xweşiya jiyana qubeyan wiha pênase kir: "Jiyana herî xweş jiyana di qubeyên axî de ye, germahiya wê zêde ye. Di van qubeyan de germahiya giyanên mirovên berê li vir jiyane heye, em wê baş hîs dikin û di wan kêliyan de dijîn. Ji me re evîn, hembêzkirin û hezkirina malên qubeyî bêdawî ye. Qubeyên axî yên niha hûn dibînin bûne mîraseke çandî. Hêviya min ew e ku ev qube weke xwe bimîne da ku em her zarokatî, dîrok û serdemên tê re derbas bûne bi bîr bînin û ji bîr nekin. Heta niha dîmen û kêliyên civatên me yên êvarê, çîrokên dayika min ji me re her şev digotin û kenê wê demê li ber çavên min e û ew deng tên guhên min."

Cûliyêt Namo bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî û dest bi danesîna çend kêliyên wê demê ji me re kir: "Yên me ji wan hez dikir çûn û hinek jî koçberî derveyî welat bûn, beşek jî niha rêwîtiya berxwedanê dimeşînin. Bêguman tiştekî ku em çêdikin em ê hilneweşînin, ev qube wê heta hetayê bimîne heta ku bi xwe hilweşe. Min zaroktiya xwe li vê qubeyê derbas kir êdî xeyal bike ku çiqasî axa wê qewîn û berxwedêr e."