Li Tahranê 14 hezar zarok li kolanan dijîn

Li Paytexta Îran Tahranê 14 hezar zarok li kolanan dijîn û 4 hezar zarokên wê jî jiyana xwe li ser komkirina çopê didomîne.

Tahran – Çopa kolanên Tahranê ya nêzî 18 milyon şêniya wê heye zarokê kom dikin. Li nava bajêr bi qasî 14 hezar zarok bê malin û nêzî 4 hezar zarok jî jiyana xwe li ser komkirina çopê dewam dike. Li gorî îstatîstîkan gelek ji van zarokan ji Afganistan, Pakistan û Bangledaşê ne.