Li Siûdiyê jin bê heqdest kursa ajokariyê didin

Beriya niha jinên siudî yên ku dixwestin seyareyan biajon, rastî sezayê girtinê dihatin. Bi rakirina qedexeya fermî re jinan bi lez dest bi kursa ajokariyê kirin.

Navenda Nûçeyan- Di sala 2018’an de jinên Erebistana Siûdî mafê ajotina seyareyan bi dest xistin. Bi salan e li vê deverê ji bo jinan bikaranîna wesayîdan qedexe bû. Di salên 1990’an de ew jinên ku dixwestin seyareyan biajon li ser dîreksiyonê dihatin girtin. Di sala 2010’an de jî wan jinên ku dîmenên xwe yên li ser dîreksiyonê diweşandin bi sûcdariya îxanetê sezayê girtîgehê li wan dihat birîn. Yên ku ev yek diparastin jî bi gefên mirinê re rû bi rû diman.
Piştî rabûna qedexeya ajotin seyareyê, bi hezaran jinên siûdî ji bo ehliyeta ajokariyê bigrin serlêdan kirin. Ji ber kursa ajokariyê maliyetek zêde dixwaze, jin berxwedanê dikin û hinek wan jinan dest bi dayîna kursa ajokariyê ya bê pere kirin.
Perwerdeya ajokariyê zêde bûye
Li Erebistana Siûdî perwerdeya ajokariya jinan bi xwestek û lez belav dibe. Saziya Ford yekem sazî bû ku sponsora vê yekê daye destpêkirin û hêj qedexe bi awayek fermî ranebûye, yekem sazî bû ku kursa ajokariyê dida. 
Li Erebistina Siûdî sektora xebitandinê, ji bo personelên xwe perwerde bikin gav avêtin. Kompanyayek petrolê ya bi navê Aramoco hêj zû dest bi perwerdekirina xebatkarên xwe yên jin ji bo ajotina seyareyan kirin. Ev perwerde hemû xalên hûr û kûr ên şixulandinê fêrî wan dike.
Ên perwerde didin jî ên dibînin jî jin in
Dema qedexe rabû de jina bi navê Hanaa Aldhafery li ser hesabê xwe yê twîtterê bi hasthaga ‘Ez amade me te perwerde bikim’ belav kir û banga kursa bê pere ya ajokariyê li jinana kir û ev yek bi awayek bi lez belav bû.  
Mînakek din a ku bal dikşîne jî dema qedexe bi fermî rabû Noura al- Dosarî ya ku berî salan xwedî belgeya navneteweyî ya ajokariyê ye û bi awayek xweş seyareyê diajo bi erebeya xwe ya şexsî bi xwestek rojê ji 5 saetan zêdetir bê pere kursa ajokariyê dide jinan. Di hevpeyvînek xwe ya bi Al-Dosari re dibêje: “Fêrkirina jinan a şixulandina seyerayê ne tenê guhertineke civakî ye di heman demê de bi vê yekê tu bi hêsantir dikarî bikevî nava sektora kar û xebatê.
Çavkanî: Borgenmagazine