Li Silêmaniyê di êrîşeke hovane de jina bi navê Şinyar bi giranî birîndar bû

Bûyerên qetilkirina jinan bi awayekî hovane didomin. Şinyar jî yek ji wan jinan e ku ji aliyê hevjînê xwe ve ji sedî 85’ê bedena wê hatiye şewitandin. Parêzera bajarê Silêmaniyê Rojgar Îrahîm dibêje bûyera Şinyarê dubarebûna bûyera Sêwanek din e. endama RJAK’ê Jinû Reşîd bang li rêxistinên jinan kir ku li hemberî tewanên wisa dijmirovane bêdeng nemînin.

TERZE TEHA
Silêmanî- Di saet 12-01’ê şeva 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat a bajarê Silêmaniyê hevjînê Şinyarê wê dişewitîne, qîrîn û hewara wê bi ser taxê dikeve. Piştî 10 kêliyan bêdengiyê bi agirê bedena xwe ji malê derdikeve kê piştî 50 metreyan di nava êşa şewatê de di nava zeviyekê de dikeve erdê. Heta ku Şinyar radikin nexweşxaneyê bedena wê ji sedî 85 dişewite. Bijîşk rê nadin bi tenê ji nexweşxaneyê derbikeve biçe nexweşxaneyek din an jî nexweşxaneyek ji derveyî welat. Di vîdyoya ku hat belavkirin de Şinyar dibêje ‘Hevjînê min ez şewitandim’ û dayika wê jî di axaftina taybet ji bo ajansa me re heman tişt dubare kir.
Me xwe gihand wê taxa ku ev tewan lê çêbûye lê belê kesek li vê derê amade nebû ku li pêş kamerayê behsa bûyerê bike. Piraniya wana biyanî bûn û agahiya wan ji bûyerê tunebû, yek ji wan kesên ku bûyer bi çavên xwe dît diyar kir ku Şinyar bi wê êşa xwe ya şewatê qîrîn û hewar dikir, kesên bûyer dîtin û di bihîstin digotin ew pirsgirêka wan e karê me pê nîn e. 
"Piştî 24 saetan tewanbar hat girtin"
Hevjînê Şinyar li gorî gotinên Şinyar serxweş bû û hewl da ku piştî tewana dijmirovane bireve biçe Îranê lê belê piştî 24 saetan li gorî benda 406 a zagona tewanê ya destûra Iraqê hat girtin.
Ev tewanê ku hatiye kirin li gorî zagonê divê heta hetayê girtî bimîne û ger Şinyar jiyana xwe ji dest bide dê tewanbar bi sêdarê were cezakirin.
Parêzera dadgeha Silêmanî Rojgar Îbrahîm diyar kir ku tewanê şewitandinê tewanek dijmirovane ye û got: “Careke din dîsa bûyerek şewatê li bajarê Silêmaniyê encam da. Ji ber neparastina canê jinan ev jin rastî bûyerek dijmirovane hatiye.”
Di nava rêxistinên taybet ên ji bo mafên jinan de, tenê çend rêxistinan serdana Şinyar kirine û heta niha tu daxuyaniyek ji bo piştgiriya Şinyar ji aliyê tu rêxistinan ve nehatiye dayîn.
"Em piştgiriya Şinyarê dikin"
Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê Jinû Raşîd bi bîr xist ku di dema serdana Şinyarê de dîtine ku rewşa Şinyar nebaş e û wiha domand: “Em piştgiriya Şinyarê dikin, çawa ku em ji bo Sêwan Qadir di hemû danişînên dadgehê de amade bûn, bi heman awayî em ê li gel Şinyarê bin. Ger dengê me hemû yek be û em li hemberî van tewanan derbikevin û dengê xwe derbixin, ez di wê baweriyê de me ku ev tewanên li hemberî jinan tên kirin dê kêm bibin û sînorek ji bo tewambaran were danîn û cezayê xwe bikşînin.”