“Li ser civakê qutkirina avê, kiryara herî qirêj a li dijî mirovahiyê ye”

Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Newar Mehmûd Sebrî da zanîn ku qutkirina ava Elok sûecekî şer e, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî vê wekî amûrekî şerê taybet bi kar tîne û armanca vê koçberkirina şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Dewleta Tirk piştî dagirkirina hin herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  niha jî bi hin rê û rêbazên dagirkeriyê hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Di vî milî de jî stasyona Elok ku avê dide nêzî 460 hezar kesên li Hesekê, Til Temir, Şedadê, Erîşa, Kampa Hol, Kampa Waşokanî û kampa Serêkaniyê wê wekî amûrekî şerê taybet bi kar tîne. Bi taybetî di vê hêyva derbasbûyî de stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qûtkirin, lewra şêniyên Hesekê bê aviyê dijîn.

Têkildarî mijarê Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Newar Mihemed Sebrî û şêniyên Hesekê ji ajansa me re axifîn.

“Bi rêya qutkirina avê rêbazên şerê taybet tê meşandin”

Newar Mihemed Sebrî da zanîn ku di vê heyvê de ava Elok hatiye qutkirin, xelkên kantona Hesekê bê av mane û wiha axaftina xwe domand: “Ev havîn bi giştî di aliyê avê de bi zor û zehmetî derbas dibe, her taxekê di hefteyê de carekê av dighişt wan. Lê di vê heyva dawî de li herêmên dagirkirî xetên avê ji aliyê çeteyan ve hatine şikandin ev yek bû sedema ku av neghêje xelkên kantona Hesekê. Ev ne cara yekem e ku xelk rastî van zehmetiyan tên, ji dema ku dewleta Tirk stasyona Elok dagirkiriye bi hezaran xelk rehetî nedîtine û her bê av mane. Rêbazên şerê taybet bi riya avê tê meşandin.”

“Pêwist e Stasyona Elok ji destê çeteyan were derxistin”

Newar Mihemed Sebrî destnîşan kir ku qutkirina avê sûcekî li dijî gerdûnî ye û wiha got: “Qutkirina avê yek ji rêbazên xerakirina ekolojiya herêmê ye. Ji ber ku pêwistiya her zindiyekî bi avê heye. Îro li Kantona Hesekê şerekî li dijî xweza, mirov û lawiran tê meşandin. Li hemberî vî sûcî jî rêxistinên mirovî bêdeng mane. Pêwist e Rûsya bi cidî li ser vê mijarê bisekine. Pêwîst e çareseriyek bingehîn ji vê stasyonê were dîtin û ji destê çeteyan were derxistin da ku gel bi rehetî jiyan bikin. Em wekî Navenda Avê li gorî derfetên xwe bi riya meclis û komînan avê li welatiyan belav dikin lê mixabin hejmar zêdeye gelek kamp li Hesekê hene û di hundirê bajar bi xwe de jî hejmar pir mezin e. Lewama em çiqas kar dikin ji bo ku em rê li ber vê kirîzê bigrin lê nayê girtin. Pêwiste dewletên mirovî çareseriyek  bibînin."

“Qutkirina avê qutkirina jiyanê ye”

Hediya Mihemed yek ji xelkên taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ye da zanîn ku ev demek baş av negihiştiye taxa wan û wiha anî ziman: “Rewşa me pir xerab e, di vê germahiya havînê de av li ser me were qutkirin sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Av ne tenê li ser mirovan hatiye qutkirin li ser xweza û lawiran jî  hatiye qutkirin. Qutkirina avê, qutkirina jiyanê ye. Em dixwazin saziyên mafê mirovan bi erkê xwe rabin. Êdî ev kiryar nema tê qebûlkirin .”

“Qutkirina avê dibe sedema gelek nexweşiyan“

Ehlam Ehmed ji taxa Nasira ya bajarê Hesekê ye tekez kir ku qutkirina avê dibe sedema gelek nexweşiyan û wiha pê de çû: “Ji ber qutkirina avê xelk mecbûr dibin ji sehrîcan avê bikirin lê em nizanin bê ava sehrîcan ji ku derê ye. Di van salên ku dewleta Tirk stasyona Elok dagirkiriye zarokê me pir nexweş dikevin. Dewleta tirk dixwaze em dev ji warê xwe berdin û koçber bibin. Lê bila baş bizanibe eger pêwistî were dîtin em ê ava şor jî vexin û em ti carî dev ji xaka xwe bernadin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku êdî sînorekî ji kiryarên qirêj ên dewleta Tirk re dênin."