Li ruxmê ambargoyê ji jinan peyama berxwedanê: Em teslîm nabin

Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tevî dorpêça ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser heremê tê meşandin jî bi berxwedaniyê jiyana xwe didomînin. Jinên ku ji ber rêgirî û ambargoyê qala zehmetiyên jiyanî kirin bi gotina “Em teslîm nabin” peyama berxwedanê dan.

MÎDYA MIQDAT

Heleb – Hikumeta Şamê ji nîva meha Kanûna borî ve dorpêça xwe li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê girêdayî Helebê û kantona Şehbayê pir zêde kirin, nahêlin xurek û derman derbasî heremê bibin her wiha tevî zivistana sar jî sotemenî derbas nabe. Her wiha li heremê hejmara bendên kontrolê jî hatin zêdekirin. Tevî zehmetiyên ku ji ber rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê gel dikêşe jî, li hemberî zehmetiyan gel li ber xwe dide.

Rêvebera Encûmena Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman qala zehmetiyên ku ji ber ambargo û rêgiriyê gel pê re rû bi rû dimîne kir.

 ‘Pêdiviyên bingehîn ji bo gel qedexe ye’

Hêvîn Silêman li ser dorpêça ji 20’ê Tebaxa 2020’an vir ve tê ferzkirin û bi her zivistanekê re zêde dibe û bandorê li beşên xizmetguzarî û tendrûstî dike de axivî û got: “Dorpêç bi xwe re metirsiyên tendrûstî mezin tîne. Ketina sotemenî û weke derman û ard pêdiviyên bingehîn yê şêniyên ji herdu taxan re qedexe ye. Ji destpêka demsala zivistanê de tenê du caran mazot bi buhayekî bilind kirin taxê ew jî têra hemû gel nekir, ji ber ku di taxê de zarokên biçûk, kalepîr û nexweş hene pêwîstiya wan li hemberî sermaya zivistanê bi mazotê heye. Ji dema ku hêzên rêjîmê dorpêç ferzkir heta niha bi deh hezaran sivîl jî di nav de penaberên navxweyî jî sotemenî û alîkariyan nabînin, lewma gel tiştên malê û plastîk jî dişewitînin ku xwe ji sermaya zivistanê germ bikin.”

Hêvîn Silêman diyar ku ji ber sermaya zêde gelek nexweşî li taxê belav dibe, anî ziman ku bi taybet pirsgireka nebûna dermanan û bilindbûna nirxê dermanan heye û wiha got: “Qeyrana aborî li Sûriyê du qatî bandorê li ser me dike, ji ber ku em di dorpêçeke bê rihm ku bêkarî û hejarî belav de dijîn.”

‘7 dibistan û 5 baxçeyên zarokan bê sotemenî ye’

Hêvîn Silêman der barê di dorpêçê de rewşa xwendevanên dibistanan û kêmbûna sotemeniyê de dibêje ku di her du taxan de 7 dibistan û 5 baxçeyên zarokan bê sotemenî ye û wiha axivî: “Ji destpêka zivistanê ve ji ber nebûna mazotê me çend caran dibistan girtin. Ji ber ku bendên ewlekariyê yên rêjîmê pereyên zêde ji me digirin me nikarî daran jî bînin, her wiha nexweşî jî nava xwendekaran de belav dibin. Piraniya gelê taxê nanê xwe ji karê di kargehên pîşesazî yên dirûna cil û bergan pêktînin, lê ji destpêka dorpêçê zêdetirî hezar û 200 kargeh hatine girtin, ev bêkarî di nava taxê de kerasetek rastîn çêkir.”

‘Em teslîm nabin’

Hêvîn Silêmanî di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî û civaka navneteweyî kir ku ji bo dorpêç bê rakirin bi erkê xwe rabin û bi van gotinan sekn û helwesta gel a li dijî polîtîkatên dîlgirtinê anî ziman: “Mafê me ye ku em ji xêr û bêrên vî welatî bidest bixin, em li ser pergala Rêveberiya Xweser dijîn û bi ti awayê em teslîm nabin.”

‘Zarokên me di nava sarmayê de perwerde dibînin’

Ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd Fatma Xelîl jî wiha got: “Tevî daxwaza me ya berdewam ku dorpêç bidawî bibe jî, ew çar meh in zêdetir bûye. Hikumeta Şamê hîne dorpêça xwe li ser me ferzkiriye û rewşa me pir zehmet e. Ger rewş wiha biçe dê nanpêjxane jî ji ber kêmbûna sotemenê dê rawestin. Saetên kehrebê kêm bûne û zarokên me di va serma zêde de bê germahî û kehrebe ezmûnên xwe yên dibistanan qedandin.”

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Zêneb Reşîd a li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijî jî, got: “Îro li taxa Şêxmeqsûd jiyana me ji ber dorpêçê zor e, her wiha  qeyrana sotemenî û birîna kehrebê jî heye.” Zêneb Reşîd tekez dike ku berxwedaniya wan li hemberî dorpêçê berdewam e, hikumeta Şamê vîna wan nikare bişkene û wiha got: “Jinên vê taxê li ber xwe didin û tevî dorpêça giran pêdiviyên malbatên xwe bi cih tînin. Em ê heta dawiyê li vî taxî li ber xwe bidin.”