Jinên ku binpêkirinên li dijî jin û zarokan lêkolîn dikin rastî gefan tên

Li Mûşê di bûyerên qetlîamên jinan, tacîz û destdirêjiyê de kiryar tên parastin û ji ber vê yekê ser bûyeran digrin. Têkildarî bûyerê bal hat kişandin ku dema çapemenî û jin dixwazin mijarê lêkolîn bikin rastî gefan tên.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş - Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li dijî jin û zarokan zêde dibin. Mirina bi guman a jinan ku hejmara wan gihîştiye ya qetilkirina jinan jî di rojeva komeleyên jinan de ye. Li Mûşê ku yek ji bajarên mirina bi guman û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan lê pir zêde ye, pêşî li bihîstina bûyerên ku diqewimin tê girtin. Çûyîna sersaxiyê ya jinên ku dixwazin mirina bi guman a li navenda bajar û navçeyên wê tên jiyîn lêkolîn bikin jî tê astengkirin. Saziyên jinan û Baroya Mûşê di warê şopdariya binpêkirinên tên jiyîn de zehmetiyê dikşînin.

Jin tên qetilkirin û jibîrkirin!

Hin binpêkirinên ku di sala dawî de di çapemeniyê de hatin ragihandin wiha ne:

*Nargul Bozkurt (38): Di 7'ê Tebaxa 2021'ê de li gundê Yukari Alagoz ê Gimgimê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Malbatê ewil bûyerê wekî qeza nîşan da, piştre jî got ku întihar e. Hat îdiakirin ku qeza piştî çeka li erdê ketiye li gezikê ketiye agir pê ketiye, pêk hatiye. Nargul Bozkurt a dayika 7 zarokan dema ku zaroka wê ya 6 mehî li erdê bû bi çekê hat qetilkirin, hat dîtin. Ferdên malbatê ku der barê bûyerê de îfadeyên wan hatin girtin, piştre hatin berdan.

*Yagmur Ozkan (17): Xwendekara dibistana amadeyî Yagmur Ozkan di 22’ê Sibata 2022’an de li navenda Mûşê xwe avêt Ava Reş. Cenazeyê Yagmur Ozkan piştî 14 rojan hat dîtin. Hat hînbûn ku Yagmur Ozkan a ku tê îdiakirin întihar kiriye, ji bo serê xwe bigre ji aliyê malbatê ve rastî zextan hatiye û piştre jî ji aliyê birayê xwe ve rastî tundiyê hatiye. Li gorî agahiyan  Yagmur Ozkan a ku ji ber zexta ku dît ber bi întiharê ve çû, piştî ku cilên xwe derxistiyê xwe avêtiye çem.

*Welat Karabalik (37): Di 29’ê Gulana 2022’an de li gundê Ogulbagi yê navçeya Tîlê ya Mûşê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku di bedena Welat Karabalik a ku tê diyarkirin bi çekê hatiye qetilkirin de gelek şopên guleyan hebûne. Di lêkolîna ku me der barê mijarê de kir hat diyarkirin ku Welat Karabalik di warê aborî de di mercên dijwar de bûye û sibeha roja jiyana xwe ji dest daye ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ve rastî tundiyê hatiye. Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Mûşê ya têkildarî lêpirsîna ku der barê mijarê de hat destpêkirin de daxuyanî da, diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin.

*Sema Kisa (24): Di 22'ê Tîrmehê de li gundê Sarkan ê navçeya Gimgima Mûşê ku ji navçeya Êlihê Hezoyê ye, ji aliyê Mugdat Kisa yê ku pê re zewicandî bû ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Kiryar beriya bûyerê, gazî Sema Kisaya ku bi 2 zarokên xwe re li Stenbolê bû kiriye û gotiye bila biçe gund. Mugdat Kisa yê ku ji bo konên li zozan hatine danîn şivantiyê dikir, Sema Kisa bir zozan û li wir qetil kir. Dema piştî bûyerê kiryar hat girtin, ji ber ku cenazeyê Sema Kisa ji aliyê malbatê ve nehat qebûlkirin, li goristana bêkesan hat definkirin.

Zarok jî para xwe ji binpêkirinan digrin

Li navenda Mûşê zarokekî ji aliyê xizmê xwe A.K. ve rastî êrîşa zayendî hat. Ferdên malbatê ku piştî êrîşa zayendî hatin gel hev, 80 hezar TL pêşkêşî malbata zaroka mexdûr kirin û xwestin ser bûyerê bê girtin. Malbata zaroka mexdûr ji malbata kiryar ê soza "Dema zarok were 12 salî ya xwe bûka we ye” da.

Di dîroka 3'ê Tîrmehê de li Qursa Quranê ya Karsiyaka a Navenda Mûşê, zarokekî 12 salî yê binavê M.H.Y. bi awayekî bi kembera xwe li destikê deriyê tuwaletê hatî daliqandin hat dîtin. Zarokê ku piştî bûyera Qursa Quranê hat jiyîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de 2 kes hatin binçavkirin û nayê zanîn lêpirsîn di kîjan astê de ye.

“Di bûyerên tacîzê de diçin li hev kirine”

Di bajarê ku binpêkirin bi zêdebûne berdewam dike de, me bi Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Ayşegul Soylemez re der barê mijarê de axivîn. Ayşegul Soylemez a balkişand kesên weke malbat û rêberên qenaetê hêj beriya ku xwe lêkolîn bikin serê bûyeê digrin, da zanîn malbatan bi taybetî di bûyerên tacîzê de di navbera xwe de li hev dikin. Ayşegul Soylemez got li hev kirin bi gelemperî li ser madiyatê ye.

“Eşkere ye ku bûyerên tên jiyîn cînayet in”

Ayşegul Soylemez diyar kir ku tevî eşkere ye bûyerên ku weke întehar hatine nîşandan cînayet in, mirinên tên jiyîn tên nixumandin û wiha got: “Dema em sedemên van mirinan dipirsin, ji me ra ewqas sedemên trajîkomîk dibêjin ku em jî matmayî dimînin. Mînak sala borî havînê li Gimgimê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Despêke ji me re gotin ku întehar e, dema me pirs kir çawa çêbûye, ji me re gotin ku çek ketiyê li ser gezika li erdê û agir pê dikeve û jin dimire. Hêvî dikin ku mirov tiştên bivî awayî bawer bikin. Em van rewşan lêkolîn dikin. Koma ku em jê re dibêjin rêberên qenaetê û ileri gelenler ji bo jin tevlî bûyerê nebin hemû tiştên ji destên van tên dikin. Pir baş dizanin ku em ê rastiyan derbixin holê û li ser bisekinin. Lê niha jin dikujin û wek întehar nîşan didin û piştrê çûndina sersaxiyê ya em dipirsin ka çi çêbûye asteng dikin.”

“Jin û çapemenî tên tehdîtkirin”

Ayşegul Soylemez a balkişand ku di şopandina bûyerên tên jiyîn de kêm dimînin û pêşiya wan jî ji aliyê malbatan ve tên astengkirin, diyar kir ku malbatan gotinên gef ên wekî “Kurcalamayın, karışmayın” bikartînin. Ayşegul Soylemez di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çapemeniya herêmî jî ji ber heman gef û zextan nikare binivîsîne û teşhîr bike. Di vê xalê de bi giştî divê hem di warê çapemenî û hem jî di warê hiqûqî de xebateke kolektîf bê meşandin. Divê tiştên têm jiyîn ji aliyê baroyê ve were destgirtin û bê axaftin. Em îro li bajaran derbarê bûyerek tê jiyîn an jî binpêkirina mafan nikarin parêzerekî bibînin.”

"Divê ji bo pêşîlêgirtinê xebateke kolektîf bê meşandin"

Ayşegul Soylemez a ji bo li dijî tiştên tên jiyîn biseknîn û tedbîr bên girtin banga meşandina xebatek kolektîf kir, wiha axivî: “Li Mûşê komelên jinan jî nikarin xebatek kolektîf bimeşînin. Hincetên weke em çima bi partiyên siyasî re naxebitin tên gotin. Lê xalekî me ya hevpar heye ew jî jinbûyin e. Ger em nikaribin li bajêr li dijî cînayetên jinan an jî tundiyê werin cem hev, wê demê em li hemberî tiştên tên kirin bêdeng dimînin. Li Mûşê û navçeyên wê zarok û jin rastî binpêkirinên pir cidî tên. Divê em di vê xalê de wek sazî û komeleyên jinan werin gel hev û bixebitin.”