Li Misrê kuştina jinan gihaye astekî metirsîdar

Daneyên hurgulî û zanyarê kuştin û tundîtûjiya beramberî jinan di nava civaka Misrê de gelek kêm tên bi dest xisin, ji bo bi destxistina daneyên rast gelek kar ji bo vê qadê pêwîst e.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre– Di nava civaka Misrê de derbarên bûyerên kuştin û tundîtûjiya beramberî jinan de kêm bi dest xistina daneyan yek ji krîzên ku karê gelek saziyên civaka sivîl asteng dike û peydakirina wan daneyan jî zehmet dike. Ji ber bi destxistina daneyên rast jêre lêkolînên kûr û rêbazên modern pêwîst dike.

Der barê bîlanço û zanyariyên taybet derbarê dosyaya jenderî û nakokiyên karê meydanî, ajansa me bi rêvebera kar û barê civakî û pispora daneyan a li enstîtuya Lênûska Rewşenbiran a lêkolînên Daneyan Asmaa Al-Jaridî re hevdîtin pêkanî û bersîva pirsên me da.

We çend rêgezên bi destxistina zanyariyên girîng derxistine? Gelo karê herî zêde yê Lênûska rewşan a lêkolînên daneyan çi ne?

Karê me li ser lêkolîn û daneyên taybet bi rêyên siyasî û civakî li Misirê ye ji bo li ber destê hemû civaka sivîl be, di bernameya me ya bi navê ‘Beşên civakî’ de piraniya mijarên girêdayî jinan lêkolîn dike û piştgiriya rêyên karê alî û saziyan dike.

Daneyên heyî gelekî kêm in sedema vê yekê çi ye?

Bi rastî ev kêmasiya daneyan bi giştî ye li gelek welatan heye, ji ber wê divê em piştgiriya berhevkirina daneyan bikin û astengiyan ji holê rakin. Peydakirina dane û zaniyariyan bingeha karê me ye li gel karên hikumetê em jî daneyan peyda dikin. Gelek mijarên girêdayî jinan hene û me pîramîdên zanyariyan ava kirine em bi rêya malperên dîjîtal diweşînin.

Destpêkê karê me li ser bingehên akademîk dimeşe, em agahî û zaniyariyan ji her jêderê dişopînin em li yên rastir digrin. Her wiha em gelek rêbazan bi kar tînin weke agahiyên bi riya rojname, ragihandin û li ser torên civakî diweşînin. Piştî lêkolînan agahiyan em dixin pîramîda zanyariyan ji bo aliyên girîngî daneyên dosyaya me bişopînin.

Ji ber burokrasiya kar hûn nagihîjin hejmarên teqez derbarê vê yekê de nêrîna we çiye?

Rast e gelek doz hene bi zehmet em hejmarên wan ên teqez digirin. Mînak navenda şopandina destdirêjiyê. Astengiyên li pêşiya karê me derdikevin zêde ne, em ji dadgehan û navendên polîsan agahiyan der barê bûyeran de kom dikin, li vir astengiyên burokratîk derdikevin. Mijar gelek lêkolîn jêre pêwîst dike lewra em xwe dispêrin arşîva tendirustiyê û li wir jî nakokiyên cudatir derdikevin.

Sûcên namus yek ji pirsgirêkên mezine ev dosyaya we gihîşt ku?

Sûcên şerefê yek ji mijarên hesas e ku agahiyên pêwîst û daneyên rast der barê wê de tune ne. Ji ber ku ev mijar tên veşartin, em bûyerên ku eşkere bûne dişopînin û li gorî rêbazên akademîk lêkolîn dikin.

Di navbera 1’ê Çileya 2015’an heta 30’yê Îlona 2021’ê hejmara kuştiyan bi giştî 409 bû; 20 mêr û 389 jin bûn. 299 bûyerên kuştinê ên bi guman pêk hatin 4 law û 295 keç bûn, ji ber derketina ji malê jî 50 bûyerên kuştinê rûdane evane hemû jin bûn.

Hejmara birîndaran 53 bûn, mêrek û 52 jin bûn, 45 buyerên birandarbûna bi guman hatin jiyan kirin  yek mêr û 44 jî jin bûn. Sedema îxaneta hevjînî jî 3 bûyer bûn hemû jin bûn û ji ber derketina ji malê 2 jin hatibûn birîndarkirin.

Der barê temenê mexdûran de jî 236 kuştî temenê wan mezin bûn û 77 jê jî zarok bûn. Her wiha 29 birîndar temenê wan mezin bû hemû jin bûn û 8 ji wan jî temenê wan biçûk bû.

We navendeke li dijî destdirêjiyê ava kir, hûn dikarin behsa daneyên li ber destên xwe bikin?

Axaftina li ser mijara destdirêjiyê kêm bûye lê asta wê kêm nebûye û her jin li kolan, cihê kar û di male de rastî binpêkirinan tê.

Ji sala 2015 heta 2019’an bûyer şopandin û astengiyên me heman bûn û nikarin xwe bigihîjînin zanyarî û daneyên teqez. Lê tevî wê jî me 4418 bûyerên destdirêjiyê şopandin û 4468 mexdûr hebûn. Hejmara zêde ya bûyeran li kolanan û qadên giştî qewimîne bi giştî 4046 bûyerên ku di nav de 3770 bûyerên destdirêjiya devûkî hebûn û 276 jî bedenî bûn. Piştre 145 bûyerên destdirêjiya di dema rêwîtiyê de bûn, 60 devkî û 85 bedenî bûn. Di qada perwerdeyê de jî bi giştî 140 bûyerên destdirêjiyê hebûn ji wan 30 devkî û 110 bedenî bûn, hejmara mexdûran 4502 kes bûn 4485 jin bûn û 17 ji wan law bûn.

Hûn li ser mijara destdirêjiya zayendî xebitîne, rastiya vê mijarê çi ye?

Destdirêjiya zayendî yek ji mijarên ku jin naxwazin behsa wê bikin e, lewre şopandin û komkirina van daneyan gelekî zehmet dibe. Li ser bingeha gilîkirinên fermî yên 5 salan, ji sala 2015’an heta 2019’an , 915 bûyerên êrişa zayendî pêk hatine û 953 bûyerên rastî hewldana destdirêjiyê hatine me şopand. Li gel 831 bûyerên din û 84 hewildanên destdirêjiyê di nav de 260 bûyerên komî ne û 655 bûyer jî ji aliyê kesan ve pêk hatine.

Der barê zanyariyên kesên rastî destdirêjiyê hatine jî 689 ji wan jin in û 159 mêr in, hejmara kuştiyan jî 63 jinin û 29 mêr in.”