'Li Misirê hejmara xwendekarên Sûdanî zêde bûn, dibistan têr nakin'

Yek ji rêveberên Şaxa El-Maadî ya Dibistana Temeyuz Fatima Ebdulqadir, bal kişand ser zêdebûna hejmara xwendekaran li dibistanên Sûdanê yên li Misrê û wiha got: "Ne ji bo xwendekar ne jî mamosteyan re cihê bêhn bigrin nîne.”

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Tevî ku li Misrê di van demên dawî de ji bo zarokan ku xwendina xwe temam bikin û ji bo perwerdehiyek bi îstîqrar û domdar hejmara dibistanên Sûdanî zêde bûne jî hîn jî pirsgirêk berdewam dikin. Li dibistanên Sûdanê, ku polên dersan biçûk û teng in û kursîyek ya ji bo rûniştina mamosteyan jî tune ye, mamosteyan di demên ders didin de li ser piyan dimînin. Ji bo başkirina rewşa van dibistanan pêwîstî piştgiriyek lezgîn heye.

Yek ji rêveberên Şaxa El-Maadî ya Dibistana Temeyuz Fatima Ebdulqadir a der barê pirsgirêkên dibistanên Sudanê de pirsên ajansa me bersivand, bal kişand li ser pêwîstiya peywendiya di navbera Wezareta Perwerdehiya Misirê û Sûdanê ya ji bo başkirina rewşê li dibistanên Sûdanê.

* Li Misirê di demên dawî de li dibistanên Sûdanê zêdebûnek pêkhat. Destpêke hûn dikarin hinekî behsa çawa destpêkir û pêşket bikin?

Komek dilxwaz di sala 2012’an de fikra avakirina dibistanek pêşxistin. Di vê çarçoveyê de fikirin ku di nava Saziya Tedamûm ya gelên cuda di hundirê vê de avabikin. Di sala 2013’an de me ji bo mamoste di dibistanan de bixebitin bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re hevkariye kir. Pişt re di sala 2014’an de ji ber nebûna piştgiriyê û mesrefên dibistan hate girtin. Me di sala 2015’an de di odeyên biçûk de li gor derfetên me ji nûve dest bi kar kir. Me dît ku gelek xwendekarên Sudanî ji ber nebûna kaxezên pêwîst nikarin xwe li dibistanên Misrî tomar bikin. Em ji aliyê kesên pispor ji hikumeta Sudanê re ji xwendekaran re ezmûnên diyarkirina asta xwendinê çêdikin.

Bi demê re hejmara Sudaniyan li Misirê zêde bûn û malbatan bawerkirin ku divê kaxez û belgeyên zarokên xwe peyda bikin ji bo pêvajoyên xwendinê temam bikin. Bi vî yekê re zarok li dibistanên cuda hatin tomarkirin. Ezmûnên fînalê di dibistana li Misirê avabûye hate amadekirin lê bawernameya temamkirina pêvajoyên xwendinê ji Sudanê tê. Bi zêdebûna hejmara xwendekaran re, me hejmara polan jî zêdekir. Me xwendekarên refê 3 pêşwazî kirin. Niha rêjeya dibistanên Sudanê bi awayekî balkêş zêdebûne.

* Sedema dema dawî gelek Misrî tên dibistanên Sudanê çi ye?

Em mufredata Sudanê di dibistanên li Misirê de didin xwendin. Ji ber ku ezmûnên dawiyê di bingeh de bi riya balyozxaneya Sudanî tê vir. Tê plankirin ku rewş sala bê bêguhertin. Ji bo di pêvajoya seretayî de beriya dibistana amedeyî dibistana navîn hebe xebat tên meşandin. Mamosteyên Misirî yên ji dibistanên Sudanê re qey dikin, nikarin li vir tevlî ezmûnên xwe bibin. Ji bo temamkirina sertifikayên xwe divê biçin Sudanê.

Xwendekarên Sudanê yên li Misirê an jî li dervayî bajêr perwerde dîtine dikarin wek mêvan tevlî zanîngehên Misirî bibin. Sedema bingehîn ji bo tevlîbûna Misiriyan nava xwendina mufredata Sudanî vedigere cudaheya di pileyên pejrandina beşên zanîngehê re ye, ji ber ku xwendekarên Sudanê ji rêjeyek pileyan tên efukirin, lewma pileyên pêwîst ji bo kolîjan ji xwendekarê Misirî re bilindtirdibin.

Gelo ji bo Sûdaniyan hebûna dibistanên girtî, cudahiya di navbera mêvanan û civaka tê de dijîn çi ye?

Pirsgirêk, di navbera her du gelan de wek qada tecrîdê an jî biyanîbûn û jihevketinê çêdike, nayê binavkirin. Ji ber ku ev xwendekar bi giranî girêdayî jîngeha ku lê dijî ye. Di navbera her du gelan de jî nêzikbûnek mezin a çandî heye. Xwendekarên Sûdanî beşdarî rastiya Misrê dibin. Em dikarin bibêjin ku ji axaftinên derdora xwe, malbat û xizmên xwe bi temamî rewşa Misrê dizanin. Lêbelê, pirsgirêkek ku perwerdehiya wan asteng dike heye. Ev jî ji cudahiyên zaravayî û çandî çavkanî digre.

Li gorî ve sedemên cudakariya ku di nava civaka Sudanî ku hin malbatên vê girtî de ji bo zarokên xwe ji wê rewşê rizgar biki didin xwendin çiye?

Sedemên malbatên Sûdanî hene ku zarokên xwe li dibistanên taybet qeyd bikin. Dixwazin wan ji pirsgirêkan biparêzin. Dixwazin pêşiya xwendekar ji asta xwe zêdetir tehemûl bikin bigrin. Ji ber vê yekê di dibistana seretayî de wan diparêzin û wan amade dikin ku karibin van pirsgirêkan nas bikin û derbas bikin. Xwendekar li dibistanên Sûdanê di nava civakî de dijîn. Ew bi xwendekarên ku xwediyê heman çandê ne û dikarin kirînê bikin re di nav têkiliyek de ne. Bi hevalên xwe re jî têkiliyên baş didomînin.

*Pirsgirêkên ku Sudaniyan rû bi rû tên çi ne?

Sûdaniyên ku welatê xwe terk dikin û tên welatekî din bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Yek ji wan peydakirina kar e. Bi rastî, hejmar pir mezin e û peydakirina derfetên kar pir dijwar e. Qeyranên mezin hene weke kedmijî bi hemû şêweyan ji ber cudabûna çandan û zimanê devokî ku barên ser milê hemwelatiyê Sudanê zêdetir dike, di bingeh de pêwîstiya wî bi wextekê heye ta karînên xwe ji bo kar û derfetên heyî di hawîrdora xwe de nasbike, di wê demê de carnan dikeve destên kedmijan.

*Li Misirê jin rastî cudakarî û tundiyê tên. Belê, rewşa jinên Sûdanî yên li Misrê dijîn çi ye?

Astengiyên li pêş hemû jinan bi giştî yekin, bê guman cudakariya li ser bingeha rêgezî heye bar li ser milê jinê ye nikare jê bireve bi çi hemwelatiyê û li kuderê dibe bila bibe pirsgirêk hemane. Nayê înkarkirin ku hemû qeyranên jin jiyan dikin di welatên xerîbiyê de zêdetir dibin, bi taybet li pêş kedxwariya kar û gerîna kar ji bo debara jiyana xwe û zarokên xwe bike. Ji ber vê jin neçar dibînin çi kar be qebûl bikin.

*Hûn rewşa dibistanên Sûdanê yên li Misrê çawa dinirxînin û pirsgirêkên sereke yên tên jiyîn çi ne?

Piraniya dibistanên Sudanî li Misirê avahiyê niştecihî ne, dabeşî polan dibin, ev jî astengiyek rastîne ne xwendekar û ne jî mamoste dikarin bêhna xwe bistînin. Zarokê hatine sînordarkirin, nikarin weke zarokên di temenê wan de li rûberên fireh bilîzin û çalakiyên xwe cuda bikin, ev tişt girînge û neyênî li ser rewşa wan derûnî û kêrhatiyên wan bandor dike. Yek ji pirsgirêkên sereke ku xwediyê zarokan nikarin mesrefa xwendina wan bidin, ev jî barekî zêde dixe ser milê me ji ber ku em nikarin xwendekarekî ji bo nebûna pereyan pêşwazî nekin. Ev berpirsyariyeke mezin dixe ser milê me. Ji ber ku rewşa wî ya aborî ne baş e nikare bê gotin ku xwendekar nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê me dixe nava zehmetiyê.