Li Misirê bijîşk di bin navê kontrolê de jinan tacîz dikin

Her bijîjkek di destpêka karê xwe yê bijîşkî de û berî wergirtina sertîfîkaya xwe ya bijîjkî, "Sonda hîpokratî" a bi navûdeng dixwe û wiha dibêje: "Ez bi xwedayê mezin sond dixwim ku ez ê di pîşeya xwe de baş bim. Di her şert û mercî de jiyana mirovan bi hemû erkên xwe biparêzim, ji mirin, nexweşî, êş û xemê derman bikim, ez ê parastina rûmeta mirovan bikim."

ÎNAS KEMAL 
Qahîre- Di van demên dawî de, me îdiayên şahidên ku li dijî bijîjk û pisporên pîşeyê hatine weşandin xwend, wek çîroka diktorê mîkrobusê yê Zagazigê ku tacîz li keçek li kêleka wî rûniştibû kir. Dadgeha Zagazigê biryara binçavkirinê ya berwext da her wiha der barê bijîjşkekî diran ê navdar de îfade ji kesên navdar hatin girtin.
Herî dawî dadgeha tawanan a Qahîreyê cezayê hepsa heya dawî li bijîşk Michael Fahmy birî, piştî raporên çend keçan ku ew bi îdiaya dermankirina wan tawanbar kiribûn, wî namûsa wan binpê kir û destdirêjiya cinsî li wan kir.
Îfadeyên li ser zimanê xwediyan
Tiştê ku li ser medyaya civakî li ser kiryarên şermê yên bijîjkên ku bedenên jinan binpê dikin, hatin weşandin, bû sedem ku her jin berî ku bi lingên xwe biçe cem bijîjkê mêr ji nû ve bifikire. Em bi hin kesên rizgarbûyî yên bûyerên tacîz û destdirêjiya fizîkî yên ji aliyê bijîjkan re axivîn, ku kodên şerefê yên navneteweyî û rêzikên etîka bijîjkî binpê kirine.
Bijîjşkê jinan, bijîjkek e ku bi hesasiyet bi nexweşên jinan ên herî rast û xeternak re mijûl dibe, ji ber ku ew rasterast organên wan ên samîmî eşkere dike, ji ber vê yekê, pêdivî heye ku ew hişyar be û nepenî, rehetî û ewlehiya nexweşan biparêze. Lê tiştê ku Mayada Abid Aal (navnavekî wergirtî) lê hatibe kirin, ne wisa bû, ji ber ku wê ji me re behsa tevgerên nerehet ku bi destên bijîjşkê jinan ê navdar ê li Qahîreyê, çûbû gel wî kir. 
Ew wiha dibêje: "Axaftin ne hêsan e, mixabin wê demê ez çûm cem bijîşkê ku bi nexweşiyên jinan re eleqedar e. Min hîs kir ku muayene pir ecêb bû, di destpêkê de min hestên xwe înkar kir lê min fêm kir ku tiştek xelet diqewime.” 
Bi navê kontrolê tacîz dikin
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Her car wî bi qest destê xwe dida hin beşên bedena min ku tu têkiliya wan bi tesbîtê re tunebû, nemaze ji ber ku ez di mehên pêşîn de ducanî bûm. Rêbaza tesbîtkirinê bi xwe jî gumanbar bû, wî dê ez bidama sekinandin û li pişt min bisekiniya û dest bavita sînga min. Min di destpêkê de fêm nekir ku çi diqewime û min xwe derewîn derdixist ji xwe re digot ku tiştê diqewimin dibe tiştek normal be, dibe ku ev rêbazek asayî ya tesbîtkirinê ye, nemaze ku ew bijîşkek kevn û navdar e. Lê wî her carê ultrasoundek vajînalê dikir û min fam nedikir ku çima wiya dike."
Mayada nikaribû tiştê ku qewimî û sê caran li pey hev bû tehemul bike, wê her tim hestên xwe derewîn derdixist û biryar da ku careke din neçe piştî ku ji derûnnasa xwe re got ku çi diqewime.
 Li ser berteka xwe ya di van deman de, ew dibêje ku cemidibû û nekarîbû bertek nîşanî wê bide yan jî rawestîne û wê di heman demê de ji PTSD an stresa piştî şoqê êş kişand ku ew jî nexweşiyek derûnî ya ku bandorê li mirovan dike piştî ku ew rastî şoqek psîkolojîk a giran tên.
Li aliyê din Ayar Hesen a 33 salî, ji me re behsa tiştê ku ji destê bijîjkek li nexweşxaneya Ezbet El Nakhl a li Qahîreyê, di 2015 de kar dikir kişandiye kir û wiha got: "Ji ber daketina reglê û daketina tansiyona xwînê ez bi hevaleke xwe re çûbûm. Li odeya muayeneyê bijîjşk hevala min li derve hişt her wiha hemşîre jî derxist derve û li şûna sedemên daketinê eşkere bike û çareseriyan jê re deyne, wî li bedena min mêze kir.”
Her wiha got: "Min tu desteka derûnî negirt. Ji ber ku ez bê îrade bûm, rewşek bi êş bû. Min nizanibû ez çawa bersivê bidim û tevbigerim, her çend ez li hemberî tacîzkaran kesayetek tund im û ez şerm nakim lê belê ez pir nexweş bûm."
Fatima El-Zehra jî yek ji wan kesan e û dibêje: "Wî hin sînor derbas kirin û têkiliya min a zayendî bi hevjînê min re pirsî. Dest bi şîretan kir û got, dermankirin ne girîng e, ya girîng performansa zayendî ye. Wî  destê xwe da pişta min  û min xwe nerehet hîs kir û min dît ku tiştek xelet diqewime. Ger kes ji min re bêje ku tacîz ji ber kincên min bû ez dikarim bêjim ku kincên min hemû qalînd bûn û gelek cakêt li ser hev min li xwe kiribû." 
Wiha didomîne: "Wî gelek li ser girîngiya nivîn û têkiliya min a cinsî axivî û ez matmayî mam. Ez nikaribûm biaxivim. Reçeteya ku wî wextî nivîsandibû, nayê bîra min, min bi xwe re bir an jî hişt? Lê min ji şokê tu bertek neda û ez ji nexweşxaneyê heta malê giriyam."
Helwesta Sendîkaya Bijîjkî
Lê di nava van hemûyan de helwesta Sendîkaya Bijîjkan çawa bû? Koda etîka pîşeyî çi dibêje? Bersiv Dr. Sherine Al-Mohandes, endama Encumena Sendîkaya Bijîjkan, ku ligel hejmarek ji hevkarên xwe, kampanyayek ji bo komkirina îmzeyan bi riya daxwaznameyeke elektronîkî da destpêkirin û daxwaz ji sendîkayê kir ku biryaran der barê mijarên destdirêjiyên cinsî de bigrin ku hemû pîvanên mirovî û qanûnî û etîka pîşeya xwe binpê kirine. 
Dr. Sherine Al-Mohandes anî ziman ku helwesta şermê ji sendîkaya bijîjşkan derket û wiha got: "Sendîkayê red kir ku heta niha tu daxuyaniyên ku piştgiriya kesên ku ji destdirêjî û tacîzên bi destê bijîjkan rizgar bûne, bide. Tevî ku Komîteya Exlaqê Pîşeyî guh da rastiya tiştên ku keç pê re rû bi rû mane jî lê endama meclisa sendîkayê ji me re piştrast dike ku dibe ev daxwazname bibe kaxezek zextê li ser sendîkayê ku siyasetên zelal li dijî tacîz û fizîkî bipejirîne. Tevî ku îmze tenê gihîştiye 40 îmzeyan, lê ew hêvî dikin ku bigihîje hezaran.
Li hemberî hêrsa gel li ser çend dozên ku vê dawiyê bandor li bijîşkan kir bi kiryarên neexlaqî, ku koda etîka pîşeyî binpê kirin, Dr. Sherine Al-Mohandes, anî ziman ku komîte û pêkhateyên wê piraniya xwe mêr in, nîvê wan razî bûn, nîvê din jî red kirin.
Bertekên dadrêsiyê yên li ser van mijaran ji ya sendîkayê cuda ye, ji ber ku ew bi profesyonelî danûstandin dike û nikare daxwaza tomarkirina bangan an çavdêriya têlefonên bijîjkan bike. Em a Dozgeriya Komarê dikare, lê sendîka bi pîşeya bijîjkî re mijûl dibe û lê dinihêre ka ew dermanê ku di aliyê hestyarî de bandor li wan dike bikar tîne yan na. 
Wê her wiha got: "Em dikarin bibêjin ku ji sedî 50 ji nexweşan ji aliyê bijîjk û pêşkêşkarên xizmetan ve rastî tacîzê hatine. Me hincetên ecêb jî ji doktoran bihîst, hin ji wan gotin ku keçik kêfxweş e û tiştê qewimî bi razîbûna wê ye. Yek ji wan jî ev yek li ser keçeke 17 salî  gotiye."
Hin kes nûnertiya bijîjşkan nakin û pîşeyê xirab dikin
Dr. Magda Adly yek ji damezrînerên Navenda El Nadeem e ji bo rehabîlîtasyon û Tedawiya Rizgariyên Şîdeta Zayendî li Misrê got: "Ji me re dibêjin pîşeya hemetê, ji ber ku em zirarê ji her nexweşekî dûr dixin ku em bi wê sond dixwin, çi cins û rengê wî be, çi em di rewşa şer an  aştiyê de bin. Erka min û exlaqê pîşeya min ew e ku ez lênerîna bijîşkî bidim wî û piştre desthilatdariya siyasî çi casûs be, çi sûcdar bi wî re mijûl bibe." 
Li ser zirara derûnî ya ku nexweş ji destên bijîjk dikşînin jî dibêje: "Em dikarin bifikirin ku ez nexweş im û diçim cem bijîşk û ez dilgiran im ka ya ku li min diqewime kolît e yan apandîsît e. Haya min jê nîn e ku bijîjşkê min bedena xwe spartiye wî, bedena min binpê dike."
Di mehên borî de 6 gilî li bijîjşkekî li Tanta hatin kirin û der barê vê bûyerê de Dr. Magda Adly got dibe ku ji vê zêdetir be û di temenên cuda de û dibe ku biçûk jî di nava de hebin.
Ew her wiha dibîne, bi riya xebata xwe ya di rehabîlîtasyona kesên ji tundûtûjîya cinsî de rizgar bûne ku wê gelek gilî li ser bijîjkan, çi jin, çi fîzyoterapîst û yên din, wergirtine û pê re mijûl bûye. 
Dr. Magda Adly yek ji damezrînerên daxwaznameya elektronîkî ye ku pêşkêşî sendîkayê hatibû kirin, got mixabin di civîna mehane ya sendîkayê de, rexnedayîn nehat dayîn û hetabe tu peyv nehatin gotin ku bijîjşkan bi karê wan yên exlaqî bidin bîrxistin.