Li Mexmûrê dims bi awayekê xwezayî û li gor çanda kevnar tê çêkirin
Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê ji roja ku hatine Mexmûrê ve heta îro kêrhatî û çanda xwe diparêzin. Li çolê, ji bo xwe jiyanê ava kirin û baxçe çêkirin, ji berhemên baxçeyên xwe bi zanîna ku li gundên xwe hîn bûbûn dimsê çêdikin.
ROJEVÎN RÛBA
Mexmûr- Mêw ango rezê ku tirî jê çêdibe, gelek rengên wê yên cuda yên weke rengê kesk, sor û reş hene. Piranî tiriyê reş ji bo dimsê tê bikaranîn û rengê wê nêzî dimsê ye piranî bi wê dims tê çêkirin. Dîroka tirî jî weke erdnîgarî cihê wê Mezopotamya ye û beriya mîladê bi 3 hezar salan derketiye. Gelê Kurd ên ji Botanê ku piranî jiyana wan li ser bingehê lawirvanî û çandiyê ye, li piraniya herêma Botanê rezên tirî hene û ji wan mewîj û dims tên çêkirin. Bêyî ku dermanek cuda yê ji derve bikeve nav bi awayek xwezayî tê çêkirin. Ji van gelan jî gelê Kurd ê Botanê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk di salên 1990’an de koçberî Başûrê Kurdistanê bûn û heft wargeh guhertine, di her wargehê de careke din rastî êrîşên dewleta Tirk hatin û tu caran li hemberî dewleta tirk serê xwe netewandin li ber xwe dan.
Di sala 1998’an de dema ku gel koçber bû, hat Mexmûrê, ew der çolek bû ku tenê mar û dipûşk tê de hebûn tu mirov nikaribûn li wê çolê bijîn. Ji ber ku ev gele gelê gundan bû li beramberî hemû zilm û zordariyan berxwedan dikir. Ew çola ku mirovan nikaribûn lê bijîn, ji bo xwe jiyana nû ava kirin û ji bo li ser bingeha çandiniyê jiyana xwe bidomînin, careke din dest bi baxçeyan kirin, bi destên xwe yên kedkar, Mexmûrê şîn kirin û niha mirov dikare bibêje di her maleke wargehê de baxçeyek heye û di baxçeyên xwe de şînahî û dar çandine. Gelek ji wan jî ji bo xwe rezên tirî çêkirine. Dayikên wargeha penaberan a Mexmûrê her sal dema ku dibe werza çêbûna tirî gelek ji wan debara xwe pê dikin û gelek ji wan jî dimsê çêdikin. Yek ji wan jinên ku her sal weke kevneşopiyê dimsê çêdike dayika bi navê Kewê Tunç e. Kewê der barê çêkrina dimsê de ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku her sal du sê caran bi daran û bi awayek xwezayî dimsê çêdike.
“Li gund her dem me dimsê çêdikir”
Kewê Tunç da zanîn ku vîtamîna dimsê ji bo mirovan gelek baş e û wiha got: “Vîtamîna dimsê gelek baş e, dema ku serê mirovan biêşe û hişê wan biçe, bedena wan bê xwîn be, her siherê û dema razanê weke şerbet çêdikin û vexwin wê di nava deh rojan de baş bibe. Dema ku em bi xwe dimsê çêdikin ji bo ku dimsek baş û xweşik derbikeve pêwîstî bi xweliya darên dêndar heye. Ew ji darên berû, ben û ew darên ku di nava xwezayê de çêdibin û ne bi avê, li vê derê ew dar nîn e em neçar dibin bi xweliya mêwan çêdikin ji ber wê heta ku dimsa me baş nekele rengê wê xweşik nabe. Dema ku em li gund bûn, her dem bavê min dimsê çêdikir û her car bêr di nava pelan de dibir û li tirî dikir da ku dimsek xweş çêbibe.”
“Baxçeyê me mezin e her sal du sê caran em dimsê çêdikin”
Kewê bi bîr xist ku ji ber baxçeyê wan mezin e salê du sê caran dimsê çêdikin û dermanê wê jî xweliya darên barû ye û wiha got: “Em her sal carek du caran dimsê çêdikin, baxçeyê me mezin e û dema ku em dibînin tiriyê me gelek e û wê xira bibe, em jî dikin dims em herî kêm di du rojan de dimsê çêdikin. Em destpêkê tiriyê xwe diçinin û paqij dikin û piştî ku me hemû kom kir em ciwan dişûn û jê re masre ew cihê ku tê de em tirî diperçiqînin amade dikin û em tiriyê xwe yê ku me şûştiye dixin torbeyan û dermanê wê xwelî lêdikin û diperçîqînin û piştre jî ava ku jê derketî kelekê didin û di hêlin heya roja dinê bi ciwanî pala piştre li sefokê dikin û xwelî û gera mayî di bin de em dirêjin û carek din heta dibe êvar û dibe dims em dikelînin.”
“Li wargehê cara yekem me dimsê çêkir”
Kewê Tunç da diyarkirin ku wan destpêkê çêkirina dimsê di wargehê de ceribandine û xwe çêbû, niha jî berdewam dikin û got: “Destpêkê hê kesê di wargehê de dimsê çênekiribû me got ka em biceribînin wê çawa be xweliya wê nebû. Dayika min xwelî rêkir ji me re û me destpêkê çêkir dimsek gelek xweş û ciwan ketê. Ji wê rojê heta nihe her sal em carek du car dimsê çêdikin û ya ku ji me zêde dike em ji bo xwe difroşin. Çêkirina dimsê û li baxçe nêrîn gelek zehmet e her dem ez di nava bexçe de me hinek rojan sibehê diçim baxçe av didim paqij dikim jêdikim heta dibe êvar ez naçim malê û em bi xwe dimsa xwe çêdikin, tama dimsa me jî gelek xweş e.”