‘Li Lubnanê rewşa perwerdê ber bi rûxandinê ve ye’

Qeyranên Lubnanê neyênî bandor li ser rewşa perwerdeya welat kir, rêjeyên qutbûnê ji dibistanan û koçkirina mamosteyan zêde bûye û gef li rûxandina pergala perwerdê ya li Lubnanê tê xwarin.

SUZAN EBU SEÎD

Beyrûd – Li Libnanê ji ber rewşa aborî ya her ku diçe xirab dibe rewşa perwerdê jî jê bandor dibe û her ku diçe xirab dibe. Li gel paşketina di qada perwerdê de tê jiyîn gef li rûxandina pergala perwerdê yê taybet û fermî tê xwarin ku ew bi xwe ji bo nifşan riya pêşxistin û pêşveçûnê ye.

Perwerdekara wêjeya dîjîtal û koordînetora beşa zimanê Erebî Laure Ali Abdel Khalek ji ajansa me re diyar kir ku li Lubnanê rewşa perwerdeyê di hemû aliyan de gelek astengiyan de ye û ev yek di qutbûna zêde ya xwendekaran ji dibistan û zanîngehan û koçkirina mamosteyan de diyar dibe. Laure Ali Abdel diyar dike ku tevî hemû astengiyên giran ya li ser rewşa perwerdehî ya li Lubnanê jî welat di nava cîhana Ereban de pêvajoya qeyrana koronayê de, di xwendina ji dûr ve de asta pêşîn de bû.

‘Divê piştgiriyek stratejîk ji xwendekaran re bê kirin’

Laure Ali Abdel destnîşan dike ku muçeya mamosteyan 60-70 $ derbas nake, ew jî têra wan nake, lewma divê bi lez gavên piştgirî ji mamosteyan re bên avêtin ku bi rûmeta xwe bijîn. Laure Ali Abdel da zanîn ku divê mijarên dermankirin, veguhestina dibistanan bê vegerandin û bi riya xwendinek baş û ewle piştgiriyek stratejîk ji xwendekaran re bê kirin û wiha got: “Bi taybetî xwendina Lubnanê bi asta xwe bilind û pêşketî di nava welatan de hatiye naskirin. Nîşaneya vê jî navên lêkolîner, bijîşk, endezyar, afrîner û muzekjenan û hwd yên balkêş ji Libnanê derketin.

Qeyrana zanîngeha Lubnanê

Laure Ali Abdel derbarê astengiyên xwendekarên zanîngeha Lubnanê de wiha axivî: “Zanîngeha Libnanê weke saziyên dewleta Libnanê vedetîr gelek astengiyên xwe hene. Astengiyên wek nepiştgiriya hikumetê, paşguhxistina hemû waran de, li gorî aliyên siyasî, partî û mezhebî tevdigerin, di şaxên desteya perwerdê de beramberî karê wan kêm e. Ma çawa dê bikarbin bi 83 hezar lîre ji bo her saetek kar bijîn û çawa bikarbin ji bo waneyan bidin xwe bigihêjînin zanîngehê? Gelek ji wan koçbûnê an bi awayekî demkî ji kar qutbûne. Her wiha em înkar nakin ku ezmûnên wan dijwar in û her sal di xwendinê de rêjeya serkeftinê bidest dixin. Her wiha gelek endamên desteya perwerdê teknelojiya nûjen baş bikartînin.”

Li Lubnanê rewşa perwerdehiya dibistanan

Laure Ali Abdel wiha dibêje: “Ji sala 2019’an vir ve li Lubnanê perwede ber bi rûxandinê ve diçe û li pêşiya vê astengî gelekin. Rewşa aborî ya xirab û qeyrana Korona ku hîne li derdorî Libnanêye bandor li vê yekê dike. Sektora perwerdeyê de jî astengiyên minhacan, mamoste û xwendekaran jî hene, ew ne amade ku ji dûr ve bixwînin û mamoste jî li ser rêbazên nû nehatine perwerdekirin. Ya herî girîng jî minhacên kevin gelek dem ser de derbas bûye, niha li ser kar dikin ku baştir bibe, li gorî sedsala 21’an be û li gorî pêdiviyên pêşveçûna domdar be. Ger em bêjin pirsgirêka minhacan were çareserkirin û mamoste werin perwerdekirin dê vê carê kî pirsgirêka kehrebê û bihabûna nirxê internetê çareserbike. Malbatên hejar jî dê ji bo her kesî di malbatê de çawa komputeran bînin an telefoneke bikirin. Ez dijî cudakariya bi hemû rengan im, lê çawa dibe cihê zarokekê Lubnanê cihê di dibistanekê de nebe. Ji ber ku malbata wî/wê zarokî nikare pereyên dibistanê, hatûçûyênê û pêdiviyên zarok bi cih bîne.”

‘Astengiyên perwerdê her diçe zêdetir dibin’

Laure Abdel Khalek derbarê pirsgirêkên di pergala perwerdê de rûdane de wiha dibêje: “Tevî ku mamosteyên dibistanên taybet ji perwerdeyên wezareta Perwerdehî û Xwendina bilind bêparin jî, min hewil da ez xwebexş perwerdeyan li dar bixim û pisporî û şarezayên min wergirtin bi mamosteyên din re parve bikim. Lê ji bo vê karê bike divê rêdana wezareta Perwerdehiyê bistîne. Ev jî di bîrokratiyek rêveberiya dirêj de derbas dibe û alîkar nabin. Min berê xwe da komên mamosteyan wan bi demên perwerdeyên ku ez bi rêxistinên perwerdê re weke komeleya Tunisî ya teknelojiya nûjen re li dar dixim agahdar dikim, lê ew mamoste dibêjin ‘ma çima em ê xwe biwestînin? Ger em mûçeyên xwe wernagirin çima em ê dem û internetê vala derbas bikin?’ Ez xemgînim ku dibînim mamoste ji ber negirtina darayî gihîşte asteke fikrandinê wisa, ji aliyekî din ve jî ez ji xirab rêveberina welat ku hêşt gelek kes hêviyên xwe winda bikin nexwazin xwe pêşbixin û alîkariyê pêşkêş bikin de acîz dibim. Hestên herî dijwar jî ew e ku sedî 3’ê ji mamosteyan ji ber şert û mercên giran kar berdane, lê yê herî zirar dîtine jî xwendekare. Xwendekar ji ber şewba koronayê ji xwendinê qutbûye an jî bi rêbazekî ne tendirust fêrbûye. Ger rewş wisa bidome û bi lez çareser nebe astengiyên perwerdê her diçe zêdetir dibin.”

Di hemû pêvajoyan de li pêş xwendekaran astengî heye

Laure Abdel Khalek wiha axivî: “Di piraniya dibistanan navbera mamoste û xwendekar de gelek alavên dîjîtal hene. Ya rast tenê mamosta û xwediyên ku zarokên xwe dişopînin dikarin asta zirara gihêştê wan bizanbin. Zarokên baxçeyan ku ew di pêvajoya damezrandina zaroke neçûye dibistanê de girîng e, niha di refê yekem de ye û gelek astengiyan di aliyê mamoste û xwediyê xwe de dibîne. Ya girîng jî divê mamoste rewşê analîze bike ku bizanibe pirsgirêkên zarok xwendin  ne an nexweşî ye, her wiha divê ji bo xwendekar ji refa duyem re amade be,mamoste bernameya refa yekem jî bidawî bike. Ev tişt ji bo hemû pêvajoyan derbasdar e, bi taybetî jî di siya rewşa qeyrana ku dibistan û welat bi giştî gihêştiyê de derbasdar e.”

Di rizgarkirina perwerdeyê û qutbûna ji dibistanan de rola teknîka nûjen

Laure Abdel Khalek der barê di mijara rizgarkirina perwerdeyê û qutbûna ji dibistanan de rola teknîka nûjen de wiha dibêje: “Ne tenê ev teknîk dikarin perwerdê rizgar bikin û qutbûna ji dibistanan rawestînin, xistina teknîkan di perwerdeyê û minhacan de gelekî girîng e. Wek şoreşa pîşesazî ku hemû cîhan guhert, em nikarin bi taybet bi şoreşa dîjîtal ya heyî re paşve biçin. Ger me karîbûna di demeke zûtir de tevlî teknelojiyê bibin dê em nedighêştin vê rewşê.”

Perwerdekara wêjeya dîjîtal û koordînatora beşa zimanê Erebî Laure Abdel Khalek diyar kir ku herî dawî sendîkeya teknelojiya perwerdê ya li Lubnanê avabû, ew niha karên girîng dimeşîne û ji bo valahiyên di beşa perwerdehiyê de bixetmînin perwerdeyan li dar dixe û di dawiya axaftina xwe de wiha got “Divê mamoste xwe bi xwe pêşbizin û der barê kêmasiyên pergala perwerdehî û dewleta Libnanê de kar bikin ku bêyî li benda bermabereke madî bin xwe bigihêjînin teknelojiya perwerdê. Li gorî nêrina min kesê xwe pêşnexe û nekeve şaştiyan fêr nabe, tu pêşveneke û hertim li cihê xwe bimîne. Em berpirsên nifşên pêşerojê ne, divê em tevî hemû hewildan û zagonan bi erkên xwe rabin û pêşiya qutbûna ji dibistanan rawestin. Ji bo em li hemberî paşveçûn û belengaziyê têbikoşin, divê em di zutirin dem de bi perwerdê û xwendinê re bên girêdan.