Li Lubnanê hemleya “di perwerdê de pêşengî”

Seroka beşa parastina zarokan Mariya Seman dibêje ku ji bo perwerdeyê wan hemleyek ji bo behreya malbatan dane destpêkirin û diyar dike ku ev hemle ji bo parastina zarokan, şîretan dike û xizmetan pêşkêş dike.

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd - Di van rewşên zehmet ên mijok de ku girêdayî reftara perwerdeya zarokan û nexweşiya koronayê malbat neçar kirin di malê de bimînin her wiha nebûna xeyaleke pêşerojê ku zextên mezin li ser malbatê çêkiriye, rêxistina "Bese Tundî û Istîxlal" bi hevkariya UNÎCEF’ê biryar da ku di bin navê "Pêşeng" de hemleya "Di perwerdeyê de pêşeng" dest pê bike.
Bê pere xizmetê dikin
Seroka beşa parastina zarokan di rêxistina "Bese Tundî û Istixlal" Mariya Seman diyar kirk u bi hamleya "Di Perwerdeyê de Pêşeng" hemleyeke der barê behreyên malbatê de ye.
Hemle ji bo hişyariyê, li ser malperên tora civakî ye, vîdyoyên biçûk û nameyên bingehîn ku girêdayî taybetmendiyên pewerdeyê ne, malbatê digrin nava xwe, zêdebarî xêzeke niştimanî ya şîretan ku bi riya wê malbat karibe şîretan ji pisporên derûnî bigre. Ev xizmet bê pere tê kirin.
Mariya Seman her wiha dibêje ku di heman demê de em danişînên girêdayî dê û bavan bi rêxistin dikin, li aliyê din me komek da avakirin ku bi malbatê re alîkar be ji bo ku pêwendiyeke baş bi zarokên xwe re danyin.
Bi karantînayê re alozî li malan çêbû
Mariya Seman der barê sedema destpêkirina hemleya "Di Perwerdeyê de Pêşeng" dibêje ku zextên nexweşiya koronayê û karantînaya malê daye avakirin bûye sedem ku zext li ser tevahî malbatê zêde bibe.
Me lêkolîneke der barê hezar kesî de kir, di wê lêkolînê de xuya bû ku rewş li malan êdî bûye alozî. Bi vî awayî me dît ku ev kes hewceyî alîkariyê ne ka çawa dikarin bi zarokên xwe re danûstandinê bikin.
Li kêleka nexweşiya Covîd-19 rewşa aborî jî zextên derûnî li ser malbatê zêde kir. Di encama vê yekê de tundiya malbatî li ser jin û zarokan her diçe zêde dibe. Mariya Seman dibêje; “Me dît ku hemle dê bibe alîkar ji bo malbat pêşniyaran bigrin û bi awayekî baş bi zarokên xwe re danûstandinê bikin her wiha bi riya vê hemleyê em dikarin bibêjin ku rêjeya tundiya malbatî kêm dibe.”
Em şîret û xizmetan pêşkêş dikin
Mariya Seman dibêje: “Rêxistinê gelek têkilî çêkirin û piraniya rewşan li ser înada zarokan, qehra di navbera xwişk û birayan de, dijminahiya di navbera zarokan de û li hemberî van hemûyan nekarîna malbatê hişt ku wan bi rêxistin bike.”
“Armanca ew e malbat bizanibe em li kêleka wan in”
Mariya Seman dide zanîn ku ew malbatê sûcdar nakin lê tişta ku dixwazin bibêjin ew e ku ger di perwerdekirina zarokên xwe de hewceyî alîkariyê bin em li kêleka wan in.
Di yekitiya parastina zarokan de em xirabiya malbatan nabînin lê em dibînin ku ew fêrî rêbazên din ên perwerdekirinê nebûne loma jî kêmasî ji ber wê çêdibin. Malbat bi rêbazên ku bi wan mezin bûne hereket dikin û her tiştî dubare dikin.
Mariya Seman bal dikşîne ku ev hemle hem ji bo jinan hem jî mêran e ji ber ku mêr jî di perwerdekirina zarokan de hevkar e û dibêje ku tevî tenduristî tişta herî girîng e jî li Lubnanê tenduristiya derûnî ne li pêş e, tenduristiya derûnî ne girêdayî dewlemendî û belengaziyê ye, ji ber ku mirov birçîbûna hestiyariyê nikare bi pereyan têr bike, jixwe yek ji pirsgirêkên ku rastî malbatan tê ew e ku hewcedariyên zarokên xwe yên derûnî û hestyarî nizanin.
Seroka beşa parastina zarokan di rêxistina "Bese Tundî û Istixlal "Mariya Seman di dawiya axaftina xwe de dibêje; “Ez hêvî dikim ku sînorê şermê ligel malbatan were şikandin da ku behreyên nû di perwerdekirinê de fêr bibin û karibin nifşeke din bêyî îşkence û tundî xwedî bikin.