Li Lîbya rêjeya zarokên bi kêmxwarinê dikevin zêde dibe

Li Lîbya rêjeya zarokên bi nexweşiya kêmxwarinê dikevin roj bi roj zêdetir dibe. Di encama nehişyarî, şert û mercên jiyanî a dijwar, qeyranê aborî û nebaşiya madeyên xurekê yên heyî sedemê sereke yên nexweşiyê ye.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî- Dema zarok pêdiviya xwe ji xwarinê wernagirin bi nexweşiya kêmxwarinê dikevin, ev nexweşiya ji bo zarokan metirsîdar e. Bi taybet yên kêmtirî du salan ji ber ku neyênî bandorê li mezinbûna beden û mejiyê wan dike û bi gelek nexweşi yên wek dil, qelawbûn û hwd dikevin.

Nehişyarî dibe sedema nexweşiya kêmxarinê

Hanan Al-Faidî ya dayîka du zarokan e û zarokê wê bêyî temenê 3 sal derbas bikin, bi nexweşiya kêmxwarinê ketine, wiha dibêje: “Ji dema zarokê min jidayîkbûye min girîngî neda pergala xwarina wan û min şîrê qutîkan da. Niha zarokê min xwarinê, sebze, fêkî, birinc û nan qet naxwê tenê şîr û şerbetan vedixwe. Min zarokê xwe bir gel gelek bijîşkan û pisporên tendirûstî teqez dikin ku lewaziya kurê min ji ber kêmxwarina destpêkê hatî, lê niha bi dermanan û vîtamînan hewil didin bikarbe xwarinê bixwe.”

Hanan Al-Faidî diyar dike ku nehişyarbûna wê û bi girîngî nedayîna şîrê dayîkê bûye sedema nexweşiyê û wiha got:“Divîya bû min mehên berê girîngî bida pergala xwarina kurê xwe û bang li dayîkên ducanî dikim. Ji bo tendrûstiya wan û ya zarokê wan pêşerojê baştir bibe girîngiyê bidin tendrûstiya xwe û piştre şîrê xwe bidin zarokan.”

Li Lîbya  nexweşiya kêmxwarinê gelekî zêde ye

Bijîşka dermankirina bi xwarinan Samar Bel Khair kêmxwarina zarokan pênase dike ku ew pêvajoya rêjeyên kêmbûn û zêdebûne enerjiya bi riya xwarinê dikeve laşê zarok an bi riya macronutrients ên wek protînan, karbohîdrat û rûnên pêwîstiya laşê zarok pê heye li gel micronutrients ku bi xwe vitamin û mîneralin bi giştî ye. Her wiha zêdebûna rêjeya xwarinên zarokan di temenê biçûk de gelek nexweşiyên wek qelewbûn, dil û şekir lê rêjeyên kêm yê bi navê kêmxwarinê tê naskirin li Lîbya gelekî zêdeye.

Bijîşk Samar Bel Khair, der barê cureyên nexweşiyên kêmxwarinê ya zarokan de wiha dibêje: “Lewazbûn yek ji cureyên kêmxwarinê ye ku zarok ji temenê xwe gelekî kêmtir tê pîvan. Di encama xwarinên kêm dixwe û pêketina bi nexweşiyên weke navê, sorikan û melariya yên ku pergala parastina laşê zarok lewaz dike, ew ne metirsîdare lê bi nexweşiyê ve girêdayî ye. Cureya duyem a kêmxwarina zarokan dwarfîzm e, ku bi kêmbûna rêjeya bilindbûna bejna zarok li gorî temenê wî/wê tê pênasekirin û lewazbûn an têkçûna mezinbûn û pêşveçûna zarokan li gorî rêjeya normal ya hevsalên wan e. Ev nexweşî nîşanek cidî ya kêmxwarinê ye ku zarok di qonaxên temenê xwe cuda de distîne. Her wiha dema bilindbûna zarok li gorî kîloyên wî/wê kêmtir be ew jî kêmxwariî ye. Li gel kêmbûna vîtamînan û mineralan ku zarokan bi gelek nexweşiyên wek rickets, dwarfism, pirsgirêkên çav û dîtinê, nexweşiyên çerm, sîstema parastinê û nexweşiyên din dikevin.

‘Dive zarok şîrê dayikê bimêjin’

Samar Bel Khair, nîşaneyên kêmxwarinê wiha rêz dike: “Westandin, serêş, xirabûna diranan, bêhalî, osteoporoz, pirsgirêkên çerm, iltîhaba goştê ber dirana, xwînrijandin, fikar û tevlihevî, îştîhaya xwarinê namîne û hwd. Ji bo zarok pêş de bi nexweşiya kêmxwarinê nekevin dive bi şîrê normal ango şîrê dayikê bimêjin.

Hejarbûn roleke mezin di kwalîtiya xwarina zarokan de dilîze, ji ber ku kêmxwarina zarokan bi rewşa malbatê aborî ve girêdayî ye, her ku şert û mercên jiyanî dijwar bin rêjeya kêmxwarinê di malbat û civakê de zêde dibe.

Li gorî Samar Bel Khair diyar dike dermanê kêmxwarinê ji bo her zarokekî cudaye, hin caran zêdeye pêwîst dike zarok biçe nexweşxaneyê û carnan tenê bi riya dermanan çareser dibe.

Rewşa jiyanî û aborî rê li ber vê nexwşiyê vedike

Li Lîbya rapora ofîsa UNICEF’ê diyar kir ku di sala 2022’an de zêdeyî 32 hezar zarokên welat bi nexweşiya kêmxwarinê ketine. Samar Bel Khair ev rêjeya mezin vedigerîne rewşa jiyanî û aborî xirab ya malbatan, ji ber ku xwediyên zarokan nikarin pêdiviyên zarokên xwe rojane ji xwarin û tendrûstiya pêwîst peyda bikin. Her wiha ji ber nebûna çavdêriya aliyên peywendîdar bi berhemên xwarinê kalîtiya xwarinên li bazarê hene jî kêm e.

Samar Bel Khair di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku aşleyên pêwîst ji bo zarokan di navendên giştî û taybet li bajêr nînin û kêmhişyariya dayîkên ducanî û yên zarokên xwe dimêjînin derbarê xwarina tendirûst ji bo wan û zarokên wan nîne. Ev jî bandore li mezinbûna wan bedenî û mejî dike ku di encamê de hejmareke zêde ji zarokan bi nexweşiya kêmxwarinê dikevin.