Li kampên koçberên Efrînê amadekariyên zivistanê

Dayikên Efrînê yên li wargehên koçberiyê di nav zor û zehmetiyan de dijîn bi hatina zivistanê re wiha dibêjin: "Em li kampan di nav konên naylon de jiyana xwe didomînin. Tenê armancek me heye ew jî vegera bi rûmet a li cih û warê xwe Efrînê ye."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba - Dema ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kir welatiyên wê  neçarî koçberiyê bûn. Piraniya wan li kantona Şehbayê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cîhbû. Ev nêzî 4 sal in dibin konan de li hemberî hemû zoriyên jiyanê li ber xwe didin. Şer û pevçûnan li Efrînê gelek êş û azar dan jiyîn. Rojên Efrîniyan li Şehbayê tenê bi hêviya vegera li ser axa xwe ya resen dirbas dibe. Zivistan gelek sar û qerisiye ji Efrîniyan re bi taybetî yên ku li wargehên koçberiyê û malên di malên xirabe de dijîn. Konên naylon zarokan ji sermaya zivistanê naparêze. Dayikên Efrînê yên ku li kampên Serdem û Berxwedan ên koçberiyê bi cih bûne nêrînên xwe der barê hatina zivistanê û zoriyên jiyana li kampan de anîn ziman.
"Şaredarî karê xwe di xizmeta gel de didomîne"  
Ji xebatkarên Şaredariya Wargeha Berxwedan a navçeya Fafînê ya girêdayî Kantona Şehbayê Xedîce Ebdo dibêje ku pêwîstiyên ji wan tên xwestin ji bo gel amade dikin û wiha domand: "Em niha amadehiyê ji bo demsala zivistanê dikin. Ji bo zivistanê me kevir, çîmento, ax û kon dan miletê ji bo miletên ku konên wan çênekirîne û yên av jê diherike heta ku xwe ji sermaya zivistanê biparêzin. Di demên pêş de ji bo xizmetkirina gel di zivistanê de em pêdiviyan pêk tînin. Em niha riyên di nava kampê de çêdikin ji bo ku gel zehmetiyan milî herî û avê nebînin, di heman demê de em komînan rêxistin dikin ji bo ku civakeke azad ava bikin. Dema ku kon av tê re diherike di zivistanê de em weke endamên şaredariyê jin ên şaredariyê amade ne ku derkevin kar û bikevin bin xizmeta gel."
"Dorpêça li ser me jiyanê zor dike"
Jina bi navê Fîdan Mamo ji gundê Şorbe ya girêdayî navçeya Mabeta ku li kampa Berxwedan dijî diyar kir ku jiyana kampan jiyana gelek zehmet û zor e û wiha pê da çû: "Ev bû 4 sal em li Kantona Şehbayê dijîn, ji ber şer û hovîtiya dewleta tirk a dagirker em ji warê xwe koçber bûn. Em di wargeha berxwedan de jiyana xwe didomînin lê jiyana di bin konan de pir zor û zehmet e. Di demsala havîn û zivistanê de em gelek zehmetiyê dikşînin. Di zivistanê de pir sar û qeşa çêdibe lê li beramberî wê şaredariya kampê pêdiviyên gel pêk tîne. Şaredarî beriya sermeya pir bijîşk li komînan belav kirin ji bo çêkirina rê. Hêviya me ku em vegerin welatê xwe. Di kampê de nexweşî belav dibin lê dermanên pêwîst piranî nayê dîtin. Em bang li hemû dewletên navneteweyî dikin ku pêdiviyên gel ji wan re peyda bikin û çareseriyeke ji gel re êdî bê dîtin. Dorpêçiya ku li ser me jiyana zarok û sivîlan dixe nav metirsînekê. Tendirustî û derûniya gel ji ber şerê tê kirin xira bûye."
"Bila rêxistinên mafê mirovan xwedî li peyîwira xwe derkevin"
  
Roşîn Xelîl dayîka du zarokan e, ji gundê Qenterê ya navçeya Mabeta û niha li kampa Berxwedan dimîne wiha axivî: "Em di kampa Berxwedan de dijîn û berxwedana xwe di kampê de berdewam dikin. Heya ku nuqteyeke xwîn di canê me de heye em ê berxwedana xwe xurt bikin. Zivistan li ber derî ye û dibistan ji zarokan dû re ji ber wê pêdiviya me bi behsan hebûn. Di zivistanê de heya ku em diçin avê tînin em şil dibin. Derman niha piranî nayê dîtin û hin kes hene derfeta wan a jiyanî kêm e, ji ber wê nikarin derman û pêdiviyên zarokên xwe ji wan re biafirînin. Banga me ji mafên mirovan re heye ku xwedî li miletên sivîl derbikevin."
"Em bi hêviya vegera Efrînê li hemberî zoriyan disekinin"
Zozan Reşîd dayika 5 zarokan e, ji navçeya Recoyê ye û niha li wargeha Serdem a ku girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê dimîne got: "Ev bû 2 sal in em li wargehê dijîn, destpêkê em di malan de bûn û piştre em hatin wargehê. Em pir zor û zehmetiyan di wargehê de dikşînin ji ber ku havîn û zivistan di bin konan de zor e. Em berxwedanî ji bo vegera Efrînê xurt dikin. Tu sûcên zarokan tune ye ku ji kêmbûna dermanan jiyana xwe li ser riyan ji dest bidin. Şaredariya kampa Serdem ji bo hatina zivistanê de şijikan li komînan belav kirin û wê di demên pêş de sobe û mazot li gel bê belavkirin."