Li kampên Idlibê pirsgirêkên jiyanî nayên çareserkirin

Ji ber barana berdewam li Idlibê bi dehan kamp xirabûn, bi hezaran sivîl ji nû ve penaber bûn. Li kampên li Idlibê pirsgirêkên jiyanî yên pênaberan nayê çareserkirin.

HADEEL AL-OMAR

Idlib – Li kampên li Idlibê ku di bin dagirkeriya Heyet Tehrîr El-Şam de ye, pirsgirêkên jiyanî yê koçberan nayê çareserkirin berevajî vê yekê her ku diçe kirîz û alozî kûrtir dibe. Ji ber barîna baranê ya di demê dawiyê de gelek kamp di bin avan de man, gelê penaber ên li kampan dijîn di bin şert û mercên zehmet de dijîn.

Majîde El-Heranî ya 36 salî li kampên Dêr Hesan li Bakûrî Idlibê piştî ji gundê xwe Dêr El-Xerbî ji çar salan ve di şert û mercên dijwar de bi hejarî, mehrûm bê hêvî penaber bûn. Majîde El-Heranî ji ber barîna baranê konê ku lê dima di bin avê ma wiha qala zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin kir: “Dema lehiyan û barana zêde ji ber lehî bi cilên şil em xwe dispêrin malên xelkê yên nêzî kampê ta sibeha roja dîtir ku vedigerin û konên xwe dîsa çareser dikin. Em ji jiyana konan û astengiyên têde zêde û paşguhixstina hemûyan ji me re bêzar bûne hêviya me vegera mal û gundê me bê rehmet jê koçbûne nemaye, ji mafê me ye em weke hemû mirovan jiyanek bê astengî jiyan bikin herî kêm di malekê de bijîn.”

Sena El- Cero ya 33 salî ku ji ber baranê her sê zarokên wê yên biçûk nexweş ketine, wiha got: “Weke ku ezman yekser bê ban bi ser wan de dibarî. Konê me xirabûye, em nikarin konekî nû bikirin û ti cihê me nîne em biçinê ji bilî erdê kampê yê tijî herî weke ku koça me dawî be.”

Zirara lehiyan û bahozan ne di kampan tenê de pêkhat lê gihêşt birîna riyan û makîne ji çûn û hatinê hatin qedexekirin, lewma erka peydakirina av û nan dijwar dike.