Li kampa Newroz ji bo zarokên koçber çalakiyên rengîn tên lidarxistin

Di bin şert û mercên dijwar de zarokên koçber ên Kampa Newroz ya bajarê Dêrikê li Navenda Çand û Huner ya li kampê hat avakirin xwe fêrî hunerê dikin.

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Piştî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk di sala 2019’an de li ser Serêkaniyê û Girêspî pêk anî, bi hezaran kes neçar man dev ji cih û warên xwe berdin. Hinek ji malbatan jî li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn. Li ser bingehê daxwazên zarokên li kampê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2022’an de Navenda Çand û Hunerê li Kampa Newroz vekir.

Navend çandê beşa stran, govend, setrenc, futbol û şanoyê dihewîne ku 6 mamosteyên ku bi xwe koçber in û di kampê de dijîn perwerde didin zarokan. Zarokên Kurd û Ereb yên bi hev re li kampê dijîn û perwerdeyê dibînin ji 8 salî heta 15 salî ne. Hejmara zarokan ji 90’î zêdetir e û li ser komên ku tê de cih digrin belav dibin.

Rêveberên navenda çand û hunerê ya kampa Newroz tekezî li ser girîngiya navendê kirin di rewşa ku koçber dijîn de, nexasim rewşa xwendinê ya zehmet ji bo zarokên kampan ji bo zarokan hinek be jî dibe mijûlî. Her wiha rêveberiyê da zanîn ku ew hewl didin hemû malbatan hişyar bikin da ku zarokên xwe bi pêş bixin. Kesên ku di navendê de dixebitin hemû xwebexş in û ji bo pêşxistina xebatên navendê daxwaza alîkariyê dikin.

‘Di lîstika setrencê de serkeftî ji pêşbirkan derdikevin’

Fereh Hiso 14 salî ye ji bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî ye, nêzî sê salan e li kampa Newroz tevî malbata xwe bi cih bûye, ew niha li navenda çand û hunerê ya kampê fêrî setrenc, goved û wênexêziyê dibe, dibêje: “Navenda çand û hunerê ez fêrî setrencê kirim, ji ber ku min xwest ez fêr bibim. Destpêkê tirs hebû, min digot ez ê nikaribim fêr bibim lê min ev qonax derbas kir û niha ji serkeftiyan im. Em beşdarî gelek pêşbirk, şahî û mihrîcanan dibim û bi ser dikevim. Dixwazim di pêşerojê de bêtir xwe bi pêş bixim û beşdarî pêşbirkên mezintir bibim.”

‘Şano dihêle ku ez tiştên nexweş ji bîr bikim’

Fatma El-Etiye ya 12 salî jî ji Serê Kaniya dagirkirî ye di beşa şanoyê de cih digre, di dema kêşana navendê, wê li gel çend hevalên xwe şanoyek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêşkêş dikirin. Fatma da zanîn ku ew şanoyek hişyariyê ji bo civakê pêşkêş dikin ji bo ku tundiya li ser jinan bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Nêzî sê salan e bi berdewamî perwerdeyê li navenda çand û hunerê dibînim. Em fêrî gelek tiştên çandî û hunerî dibim. Min di asta yekem de lîstikvanî û şano hilbijart ji ber ku ez ji vê beşê hez dikim.”

Fatma El-Etiye destnîşan kir ku ew rehet dibe dema beşdarî çalakiyan dibe û got ku dema mezin bibe dixwaze bibe mamoste perwerdeyê bide zarokan û wiha bi dawî kir: “Em gelek kêfxweş dibin dema tên navendê lê di heman demê de em dixwazin alîkarî ji bo me were pêşkêşkirin. Rêxistinên mirovî baldarî nadin xebata ku em dimeşînin.”