Li Idlibê tawanên diziyê roj bi roj zêdetir dibin

Sûcên dizî û talankirinê li Idlibê, ji ber lawazbûna ewlehiyê li herêmê zêde dibin. Piraniya talanên ku tên kirin bi navê nediyar tên tomarkirin. Vê yekê jî dibe sedem ku gelek kes zirarê bibînin û bi taybetî jin ji ber diziyê rastî êrîş û zirara madî tên.

 
ZUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li Idlibê bûyerên dizî û talankirinê her diçe zêdetir dibin, têkildarî vê mijarê jina bi navê Heyfa El-Omar a 37 salî ku bi kedeke mezin projeya xwe ava kiribû û firoşgeha cilan vekiribû, dema ku dît dikana wê hatiye talankirin bi çavên xwe baewr nekir.
Her wiha Heyfa El-Omer bi xemgînî û dilekî şewitî dibêje ku kesên diziya dikana wê kirine, xewn, hêvî û keda wê binpê kirine û gotinên xwe wiha didomîne; "Piştî ku hevjînê min di encama bombebarana balafirên hawayî ya li ser bajarê me Maarat El-Numan di sala 2017'an jiyana xwe ji dest da, ji bo debara jiyana xwe, ji bo li Idlibê firoşgehek vekim, min tevahî milkên xwe firotin. Di firoşgeha min de cil û bergên jinan, mekab, amûrên estetîk hebûn. Min bi hezaran dolar dirav ji vê projeyê re xerc kir ji bo ku di firoşgeha xwe de tevahî daxwazên jinan pêk bînim û serkeftinê bi dest bixim."
Di 13' Nîsana derbasbûyî de firoşgeha Heyfa El-Omer rastî bûyereke diziyê hat ku gelek parçeyên buha yên bihayê wan 7000 dolarên Amerîkayê bû hatin dizîn. 
Di bûyera diziyê de ku hat serê Heyfa El-Omer û gelek windahiyên madî jê dît de, ji ber bûyera diziya firoşgeha wê bi wê hinekî hêsan bû, dema ku wê bûyera hatibû serê jina 60 salî ya bi navê Nof El-Raayî bihîst. 
Ji ber temenê min mezin bû derfeta diziyê dîtin
Nof El-Raayî di mala xwe de bi tenê dijî, du kesên ku wechê wan maskekirî ye dikevin mala wê ya ku li bajarê Silqîne Edws- ê Bakûr û Rojhilatê Idlibê ye, bi çek wê tehdîd dikin, wê bi zincîran girê didin û hemû pere û zêrên wê dizîn û reviyan. Nof El- Raayî ji ber ku bi temen mezin bû û kesên dizker ew bi zincîran girê dabûn du rojan wisa girêdayî mabû, ew mabû jiyana xwe ji dest bida lê cîrana wê pê hesiya û ew xelas kir û bûyerê ji hêzên ewlehiyê re ragihand.
Nofa El-Raayî dibêje: "Wan ji temenê min ê mezin sûd wergirtin. Ji ber ku ez bi tena xwe li malê dijîm. Piştî ku min hevjînê xwe û zarokên xwe winda kirin ku hinek ji wan jiyana xwe ji dest dane û hinek jî koçber bûne. Kesên ku diziya min kirin û wê bûbûna sedema mirina min, nehatine nasîn û girtin." 
Ji ber diziyê herî zêde jin zirarê dibînin 
Tawanên bi vî rengî bûne sedem ku jinên koçber li Îdlibê jiyana xwe ji dest bidin. Wekî bûyere jina bi navê Ebîr El-Mihemed a 35 salî ku li kampa Heleb Lebîh a bakurê Idlibê dima. Ebîr bi destên çar kesên ku xwestibûn diziya wê bikin, hat kuştin. 
Her wiha jina bi navê Rewan El-Heseke ya 40 salî jî kuştî hatibû dîtin, li erdekî çandiniyê li bajarê Hezawina li Bakûrê Idlibê. Piştî ku hatibû revandin û zêrên wê jê hatibûn dizîn hatibû kuştin.
Gelek bûyerên wiha ku bi dehan jin li Idlibê lê rast hatine hene. Li hemberî van kiryarên êrîşkar û dizîker ku jin pê re rû bi rû dimînin tu çareserî ji bo dawî li wan were nayê dîtin.
Ji Koordînasyona Ewlehiyê ya Navenda Hêzdarkirina Jinan li Idlibê Safaa Deyûb a 28 salî got: "Jin û keç hîn jî barê şerê Sûriyeyê radikin. Êşa wî dikşînin û ji bo bikaribin bijîn û zarokên xwe mezin bikin têdikoşin. Ji ber şîdet û bêewlehiyê, kêm caran xwe di ewlehiyê de hîs dikin ji ber ku bi sedema şer gelek zerar dîtine. Dijminatî, koçberkirin, êşên mezin û xirabkirina binesaziyê hemû li ber çavên wan çêbûne. Ev kesên diz jî derketine holê rewşa heyî xirabtir dikin, ji bo jiyanê tu hêviyê ji wan re nahêlin."
Sedema belavbûna sûcên diziyê 
Sefa Deyûb der barê zêdebûna bûyerên diziyê de dibêje: "Li gorî gotina gelêrî ya der barê birçîbûn û nezaniyê de her wiha aloziyên derûnî yên di encama xirabûna mercên ewlehî û aborî de, buhayê lîreya Sûriyeyê û bihayên bilind ên madeyan ev kesên qels û bêwijdan ber bi sûcên diziyê ve diçin. Gelek ji wan kesan, di dema diziyê de gelek caran kesan qetil dikin. Şerê Sûriyeyê bûye sedema aloziya civakî û qeyranek mirovahî ku prensîb û nirxên pir kesan guherandiye û têkiliyên malbatî û civakî ji hev belav kirine." 
Li gorî daneyên herî dawî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê; civaka Sûriyeyê li cîhanê di warê xizaniyê de di rêza yekemîn de ye. Ji ber vê yekê sûcên kuştin û diziyê zêde dibin û jin di van bûyeran de zirara herî mezin dibînin.