Li Idlibê jin ji neçarî tiştên mala xwe difroşin

Li Îdlibê ku di bin venêrîna Heyet Tehrir El-Şam de ye ji ber xirabûna rewşa aborî, rewşa jiyanê gelek nexweş bûye, jin ji bo pêwîstiyên xwe pêk bînin neçar dimînin tiştên malên xwe difiroşin.

HADEEl EL-OMAR

Idlib – Li Idlibê ku di bin venêrîna hêzên Heyet Tehrîr El-Şam de ye ji ber xirabûna rewşa aborî û jiyanî her wiha ji ber bihabina nirxê kel û pelan jinên Îdlibê ji bo pêwîstiyên xwe pêk bînin neçar dimînin tiştên malên xwe di firoşin. Jinên li Idlibê behsa zehmetiyên ku dikşînin kirin.

 ‘Yan ezê tiştên malê bi firoşim yan ezê li derve bimînim’

 Rîm El- Selom  da zanîn ku ji ber meha Remezanê karê xwe di zeviyên çandiniyê de rawestand û rastî gelek zehmetiyan hatiye bi van gotinan êşa xwe anî ziman: “Yan ezê tiştên mala xwe bi firoşim yan jî ez û zarokên xwe emê ji derve bimînin. Piştî ku hevjînê min sala bûrî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da ez sê zarokên xwere neçar mane di malên kire de bîmînin û kire jî gelek giran e.  Ez naxwazim biçin biçin di qampên belavbûna de jiyan bikim, ger rewş wisan dom bike  nizanim wê çibikim, di mala me de êdî tiştek din nemaye em bifroşin. Rewşa min û zarokên min gelek xirab e.”

‘Mûçeyê herî zêde tenê têra nan nake’

 Xedîce El- Selman penaberî kampa Atmê ya li Bakûrî İdlibê Jiyan dike, rewşa wê ji  rewşa Rîm xirabtire û ew jî ji bo dahata mala xwe û 5 zarokên xwe ku 2 ji wan xwedî pêdawistiyên taybet e pêkbîne, ji neçarî tiştên malê û alavên kehrebeyê û yên mutfaqê firotiye. Xedîce El Selman wiha qala rewşa xwe kir: “Ji ber nebûna derfetê kar û tevî muçeyên kêm jî kare ku heye jî têra pêdiviyên rojane nake û muçeyê herî zêde jî têra nan nake. Firotina tiştên din ava malê de ji bom in ne hêsa bû lê belê tu rêyên din yê çareseriyê nîne û ez jî neçarim tiştên mala xwe bifroşim.”

‘Ger rewş wiha dom bike, ezê mala xwe bi firoşim’

Fatma Ebdul Mewla ji niştecihên bajarê Idlibê ye û di dawiya sala borî de bi nexweşiya pençeşêrê ket, heta niha dermanê kîmawî li ser hesabê xwe dikire û nirxê wan dermanan jî gelek zêde ye û wiha got: “Ji bo ez dermanên xwe yên pençeşêrê bikirim ez neçar mame piraniya tiştên mala xwe weke qilineyê xazê, cilşû, kursî min firot da ku ez bikarim dermanê xwe bikirim. Ger rewş wiha dom bike, dibe ku ez mala xwe jî bi firoşim û hêviya min heye ez ji vê nexweşiyê rizgar bibim û tedawiya min gihaye qonaxek baş.”