Li Idlibê jin ji mafên xwe yê mîrasê bêpar tên hiştin

Jinên Idlibê di warê mafê mîrasê de rastî gelek astengiyan tên ku ev yek ji mîrateyên civakî yên neyênî ye. Bi hinceta li gorî şerîet û zagonê wan lewaz dihêlin û mafên wan ji wan digrin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Hişmendiya mêr a jinê biçûk dibîne ango xwedî mafekî nabîne yek ji zext û êrişek mezin a li hemberî jinan e. Li Idliba ku di bin venêrîna dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî Heyet Terîr El-Şam de ye rewşa jinan di warê maf de hê bi dijwar e, jinên ku di gelek qadên jiyanê de tune tên dîtin ji mafê xwe yê mîrasê jî bêpar tên hiştin. Jinên ji Idlibê yên bi zextên bêpar hiştina ji mafê mîrasê re rû bi rû dimînin, li ser mijarê axivîn. Jinan gotin, “Divê jin desthilatdariya mêr red bikin û zewaca girêdayî sedemên mîrasî jî nepejirînin.”

Sana Janoudî ya 23 salî ji bajarê Idlibê ye ji ber ku birayên wê zordarî lê kirin dest ji mafê xwe yê mîrasê berdaye lê wê nexwest doze li wan veke ji bo têkiliya xwe bi wan re xirab neke.

‘Ji bo ku mîras negihîje malbatên xerîb malbat li dijî zewacê derdikevin’

Der barê vê mijarê de Sana Janoudî wiha dibêje: “Piştî bavê min çû ser dilovaniya xwe ciwanê ku me ji hev hez dikir hat xwazgîniya min lê birayên min gelek caran ew red kirin bi hinceta ne li gorî malbata me û asta me ya civakî ye. Dema min ji wan re got ez dixwazim pê re bizewicim, du bijarte dan pêşiya min, gotin an ez ê nezewicim an jî ez dest ji mafê xwe yê mîrasê berdim. Bi bihaneya ku ew naxwazin kesekî xerîb bikeve nava malbatê milk û erdên wan ên ku bi salan kar kirine bidin kesen xerîb.”

Birayên Sana Janoudî zordarî li xwişka xwe kirin ku mafê wê desteser kirin loma ew nikaribû jê sûdê bigre û serxwebûna xwe ya darayî pêk bîne.

Ji bo mîras bi zorê bi pismamê xwe re hat zewicandin

Nawal Abaas 20 salî ye, ji bajarokê Killî yê bakurê Idlibê ye, ji bo mîrasê malbata wê negihîje malbateke din bi zorê bi pismamê xwe re hatiye zewicandin. Nawal li ser wê yekê dibêje: “Piştî min dibistana amadehî qedand, birayên min bi zorê ez ji xwendinê qut kirim û bi pismamê min re dan zewicandin. Destpêkê min daxwaza pismamê xwe red kir ji ber ku ew weke birayê min bû lê hemû malbat piştgirî da birayê min û bi zorê min dan zewicandin. Piştî wê hîn bûm ku ew zewac bi mebesta parastina mîrasa bavê min bû ji bo mîras negihîje kesekî xerîb.”

Gef lê hat xwarin

Henan Şêx 34 salî ye ji bajarê Harimê ye rewşa wê ji jinên berê baştir nîn e, dema wê mafê xwe yê di mîrasa bavê xwe de xwest birayên wê bi zorê wê dan berdan weke ku hevjînê wê jê xwestibe ew mafên xwe bixwaze. Henan axaftina xwe wiha didomîne: “Hevjînê min nexweşê dil e betal e, ez dayika du zarokan im lewre min biryar da ez mafê xwe yên ji bo rewşa xwe ya jiyanî bi pêş bixim milkê bavê xwe piştî wefata wî bixwazim lê berteka her sê birayên min nebaş bû. Bi zorê ketin mala min çek dan rûyê min û bi zorê ez bi xwe re birim ji hevjînê min xwestin min berde û zarok jê re hiştin.”

Zextê li jinan dikin

Rewan El-Taûm a 36 salî jî yek ji wan jinan e ji bajarê Idlibê ye behsa bêparbûna xwe ji mafê mîrasê dike û dibêje: “Urf û adetên civaka Idlibê mîrasê ji bo jinan qedexe dike bi hinceta ku pêdiviya wê pê nîn e yan jî hevjînê wê mesrefa wê û zarokên wê dide. Hinek jî zextê li jinan dikin para xwe ya di mîrasa bavê xwe de ji birayên xwe re bihêlin ji bo bira malbatên xwe xwedî bikin. Hinek jî nezaniya jinan di mafê mîrasê de yan kêm hişyariya zagonî ji xwe re bi kar tînin û bi sextekarî, fêlbazî yan gefxwarinê para wê ya mîrasê ji dest digrin.”

Rewan El-Taûm di dawiyê de got ku divê jin desthilatdariya mêr red bikin û zewaca girêdayî sedemên mîrasî jî nepejirînin.