Li Idlibê HTŞ’ê dest datîne ser malên jinan

Li Idlib a ku di bin darigkeriya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk HTŞ’ê de ye, ji ber ku malên wam li ser mêrên ku bi wan re zeciwî ne qeydkirî ye, piştî ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest didin bi darê zorê ji mala xwe tên derxistin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib –  Jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên sedsalan di nava têkoşîneke mezin de ne. Di nav van mafan de ya sereke mafê jiyanê ye. Jin bi tundiya dewlet-zilam re rû bi rû dimînin, ji bo bijîn neçar in li ber xwe bidin. Niha jin parazvanê sereke yê mafên xwe yên civakî, siyasî, aborî û çandî ye, bi taybetî ziman û parastina jiyanê. Di nava van mafan de mafê xwedîbûna milk û mîrasê jî heye. Li hin welatan îdareya mal û milk bi qanûnî ji mêran re tê dayîn, lê di civakên baviksalarî de zarokên xort an jî mêr di mîrasê de esas tê girtin.

Li Idlibê ku hin ji wan di bin kontrola çeteyên Tehrîr El-Şam (HTŞ) yên girêdayî dewleta Tirk de ne û hin ji wan jî di bin kontrola hikûmeta Şamê de ne, rewşa mafên mirovan li Idlibê roj bi roj xirabtir dibe û jin herî zêde ji vê rewşê bandor dibin. Çeteyên HTŞ'ê li herêmên ku dagir kirine mal û milkên gel distînin. Her wiha hemû mal û milkên jinên ku ji hevjîna xwe cuda bûne yan jî hevjîna xwe winda kirine, malên ku tê de dijîn jî tê desteserkirin.

Jinên bi vê rewşê re rûbirûbûn serpêhatiyên xwe ji ajansa me re vegotin.

Nehiştin cilên xwe jî bigrin

Merwa El-Keyalî ya 37 salî, piştî desteya Tehrîr El-Şam bajarê Erîha li Idlibê di sala 2015’an de kontrol kir. Ew nikare here mala xwe bi hinceta ku ew mal bi navê hevjînê wê ye, hevjînê wê jî li Şamê dixebite. Merwa dibêje: “Ez û 5 zarokên xwe nikarin di mala xwe de bimînin, ji ber ku desteya Tehrîr El-Şam mala wan desteser kir bi hinceta biryara wan a ku dibêje her kes li Şamê bi hikumetê re kar dike milkên wî tên desteserkirin. Di nava sir û seqemê de em ji mal derxistin bê cil û tiştên me. Em bê mal man, ev mal piştî salên dirêj min û hevjînê xwe xwe bi keda giran kirîbû.”

Mal hat firotin pere nedan malbatê

Afraa El-Jasim 31 salî ye, ji bajarê Selqînê bakurî Idlibê ye. Piştî mirina hevjînê xwe, ew û 3 keçên xwe ji mala xwe tên derxistin, bi bihaneya ku mal li ser navê hevjînê wê ye û lawên wan jî nîn in lewma ew mal dibe mafê xwedî û birayên mêr. Afraa dibêje: “Mala me di mezadê de hat frotin û dabeşî 10 kesan bû, para mezin ji dê û bav û birayên mêrê min re ma pereyên ji me re jî mane gelekî kêm bûn min nikaribû malekê ji xwe û keçên xwe re bikirim, em bê mal man û her dem neçarî malên kirê man.”

‘Divê cihêkarî bê rakirin’

Şêwirmenda hiqûqê Umeyme El-Raşid 47 salî ye derbarê cihêkariya ku li ser jinan tê meşandin wiha got: “Milkiyeta mal û milkan li gorî rewşa civakî, rêbaza kontrolkirina dahata malbatê û rewşa jinan a aborî ya nebaş diyar dibe. Lewma dahat û peydakirina malê dikeve ser milên mêr, wisa jî bi nebûna mêr, jin bê ewlekarî û stare dimînin.”

Umeyme El-Raşid, banga têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakariya li ser jinan dike û dide zanîn ku di hemû mijarên girêdayî zewacê û malbatê de divê ji bo jinan derfeten baş û bi ewle misoger bibin. Divê mafê herdu hevjînan di milkiyetê de yek be.