Di qada tendûristiyê de jin û zarok rastî tundîtûjiyê tên

Li Idliba ku di bin kontrola dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, di aliyê tendirustiyê de jin rastî tundîtûjiya fîzîkî û derûnî tên. Li nexweşxaneyan ji ber nêzîkahên xirab û îhmamkariyê, gelek jin zarokên xwe winda dikin û jiyana xwe ji dest didin.

HADEEL AL-OMER

Idlib - Şer û wêrana li bajarê Idlibê ku dikeve Başûrê Sûriyeyê û di bin kontrola dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê de ye; herî zêde bandora xirab li ser jin û zarokan çêdike. Di qada tendirustiyê de tiştên tên jiyîn di asta îşkenceyê de ne, cihê welidîna zarokan bi taybet jî cihê ku herî zêde jin bi şîdetê re rû bi rû diminîn e. Jinên ku rastû nêzikatiyên xirab û îşkenceyê tên yan jiyana xwe ji dest didin yan ji bi komplîkasyonên cîdî re rû bi rû dimînin.

Jinên ku di qada tendirustiyê de rastî nêzîkatiyên xirab hatine ji ajansa me re axivîn.

‘Ez rastî tacîzê hatim’

Fidaa Al-Sanbourî ya 25 salî diyar kir ku piştî emeliyata welidinê bijîjk cihê birînê pênc nekir û dirut ji ber wê gelek êş kişand û di dema welidînê û piştî wê de rastî tacîza bijîjk hatiye û wiha got: “Ji ber tengasiya aboriyê, em nikarin biçin nexweşxaneyên taybet, ew nexweşxaneyên ku em diçin jî bijîjk wekî tê xwestin li me mêze nakin û ez di wê hêviyê de me ku careke din van tiştan dubare nejîm.”

‘Çend roj beriya welidînê min zaroka xwe winda kir’

Haneen Al-Shehadeh a 35 salî ku li Idlibê dijî, da zanîn ku di pêvajoya nehmehî ya ducaniya xwe de, beriya çend rojan zaroka xwe winda kiriye û wiha got: “Dema ev xetaya tibî tê bîra min ez gelek xemgîn dibim. Di destpêka meha nehem de min daxwaza bijîjk a sezeryanê qebul nekir, min got hê zû ye, bijîjk got pitik miriye.”

‘Canê jinan ji nedîtî ve tê’

Haneen Al-Shehadeh bal kişand ser bihayê zêde yê nexweşxaneyên taybet û wiha domand kir: “Ji ber bihayê zêde yê nexweşxaneyên taybet em nikaribûn biçin wan, rewşa me ya aborî gelek xirab e, li nexweşxaneyên bêpere jî ji ber îhmalên personelên tendirûstiyê, canê me ji nedîtî ve tê hesibandin. Xwezî em ji vê rewşê êdî rizgar bûbûna. Gelek jin dema ku zarokên xwe diwelidînin, di korîdorên nexweşxaneyan de demdirêj di rêza muaneyê de dimînin. Gelek demên din hinek jin di korîdorên nexweşxaneyê de yan jî li erdê zarokên xwe diwelidînin. Ji ber ranzeyên vale tune ne û pêwîstiyên jinan nayên bicihanîn, ev kêmasiyek gelek mezin e. Canê jinan ji nedîtî ve tên.”

‘Jinên ku xwinbûna zêde derbas dikin jiyana xwe ji dest didin’

Maysa al-Hattab a 31 salî behsa jinek ku êşên welidînê dikişand û nêzakiyên li hemberî wê kir û got: “Jinek ku di korîdorên nexweşxaneyê de êşên welidînê dikişand û ji personela nexweşxaneyê alîkarî xwest, êşa wê ya zêde hebû, digiriya. Ruxmê van hemûyan alîkarî nedan wê. Berovajî wê, rastî heqaretê hat. Wê sûcdar kirin gotin tu mezin dikî. Piştre ji ber xwînbûna zêde wê jinê jiyana xwe ji dest da. Ew tişta ku hat jiyîn di derceya yekem de sûceke îhmalê ye.”

‘Perestar ez biçûk xistim’

Sarah Al-Karima ya 36 salî li kampa Qah a Idlibê wiha behsa bûyera ku bi serê wê de hatiye dike: “Kurê min ê pênc salî ket û serê wî şikest, em çûn navenda tendirustiyê, kes bi me re eleqedar nebû, bi israrek zêde perestarek dengê xwe bi ser de min bilind kir û bi îhmalkirina birîna kurê min ez sûcdar kirim. Di dema dermankirinê de birîna serê kurê min netevizand û dirût, zarokê min êşek gelek dijwar kişand.”

‘Di pêvajoya welidinê de divê piştgiriya jinan were kirin’

Derûnînas Walaa Al-Hamouda ya 44 salî der barê mijarê de ev nirxandin kir û got: “Di sektorên tendirustiyê yên taybet û dewletê de, bi taybetî sektorên serbixwe de dema welidînê, îhmal û tundiyek heye û ev rastiyek e. Jinên ku ducanî di pêvajoya ducanîtiyê de di şert û mercên hesas de derbad dibin. Bi xirabî nêzbûna jinan dibe sedem ku di demên pêş de ji wan re bibe saw. Ev tecrubeyên jinan dibin sedema durbûna ji ducanîbûnê û naxwazin bibin xwedî zarok.”

‘Divê jin li hemberî tundiyê bêdeng nebin’

Derûnînas Walaa Al-Hamoud destnîşan kir ku divê jin li hemberî tundîtûjiya fîzîkî û derûnî bêdeng nebin û wiha domand: “Divê jin li hemberî tundiya li wan û zarokên wan tê kirin, bêdeng nebin, di vê mijarê de saziyên eleqedar divê bişopînin ku li cihên welidînê çi diqewime û li wê derê jin rastî kîjan mumeleyan tên. Divê ev yek bi yek werin şopandin, tedbîrên pêwîst werin girtin.