Li Idlibê di nav jinan de nexweşiya şekir zêde dibe

Wekî cureyên nexweşiyên din, gelek faktor hene ku nexweşiyên kronîk zêdetir dikin. Di serî de stresa psîkolojîk û hin faktorên gentîk bûne sedema zêdebûnek berbiçav a nexweşiya şekir di nav ciwan û jinên Idlibê de.

SIHÊR EL-ÎDLIBÎ
Idlib- Di vê serdema ku nexweşiyên kronîk ên cur ber cur her diçe zêdetir dibin, jiyan ji bo mirovan veguheriye îşkenceyê. Nexweşiyên ku ji ber pergalên heyî bi xwe çêdibin, dijberî xwezaya mirov in lewre dema ku kes û civak di mercên avhewaya baş, fikri û ramanên erênî de bijîn ne pêkan e ku ewqas nexweşî zêdetir bibin. Loma jî ligel faktorên genetîk divê faktorên ji derve jî werin zanîn. Nexweşiya şekir jî yek ji van e ku di serdema îroyîn de her diçe belav dibe. Jina bi navê Rehef El Ehmed a 28 salî di dawiya sala 2015'an de dema diçû zanîngeha Helebê, ji hêla rejîmê ve hatibû girtin û wê demê bi nexweşiya şekir ketibû. Der barê vê nexweşiyê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji ber ku paşnavê min weke paşnavê mêrekî ku ji hêla rejîmê ve sûcdar hatibû dîtin bû, min xistin zindanê. Lêpirsînên dijwar û rêbazên îşkenceyê ku ez rastî wan hatim di tevahiya jiyana xwe de ez ê tu carî ji bîr nekim.
Jixwe di encamê de jî nexweşiya şekir.”
Pêwîsyiya Rehef bi tedawiya lazerê heye
Piştî pênc mehên zindanê Rehef serbest hat berdan lê êşa wê bi dawî nebû û bi rengekî cuda domiya, ji ber ku dema ew di zindanê de bû bi nexweşiya şekir ketibû û heya niha jî êşa wê dikşîne.
Rehef El-Ehmed ji  gundewarê başûrê Idlibê ye û koçberî kampên sînorî yên Atmayê bûye. Rehef di dermankirina xwe ya mehane de rastî gelek tengasiyan tê, ji ber ku ew hewceyê analîzên domdar û dermanê însulînê ye her wiha pêwîstiya wê bi danişînên lazerê heye ji bo çavên wê, ji ber ku roj bi roj çêvên wê kêmtir dibînin.
Xemgîniya zêde bû sedem nexweşiya şekir bi Lemîs re  
Xemgîniyek mezin, tenêtî û tirsa ji bo pêşeroja zarokên xwe piştî mirina hevjînê wê bû sedem ku Lemîs El-Şêx Ehmed a 33 salî bi nexweşiya şekir bikeve û niha dem bi dem diçe nexweşxaneyên belaş ên li Idlibê ji bo tedawiyê. 
Lemîs Ehmed ji bajarokê Maarşamşa ye, koçî Idlibê bûye û li kampên stadyuma şaredariyê dimîne. Lemîs dibêje ku hebûna wê di hundirê bajêr de alîkariya wê dike ku xwe bi rehetî bigihîjîne nexweşxaneyan lê zehmetiyan ji bidestxistina dermanan dikşîne û hin caran neçar dimîne ku bi pereyên zêde bikire.
Nexweşiya şekir hin caran dibe sedema korbûna çav
Bijîşka çavan Ibtîsam El-Hellaq ya 40 salî dibêje ku di van demên dawî de nexweşiya şekir pir zêde bûye, bi taybetî di nav jinên ku bi şert û mercên jiyanê yên zehmet re rû bi rû mane, ew nexweşiyek cidî ye ku gelek caran zehmet e mirov jê rehet bibe. 
Ibtîsam destnîşan dike ku nexweşiya şekir pir zirarê digihîjîne çav û carna dibe ku bibe sedema korbûnê. Her wiha ji bo îhmalkariya rayedarên tenduristiyê û rêxistinên civaka sivîl, hişyarî kir.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê texmîn dike ku li Sûriyeyê ji deh kesan yek, bi nexweşiya şekir dikeve. Di 24’ê Mijdara sala 1991'ê de ev roj wekî roja cîhanê ya nexweşiya şekir hat pejirandin.