Li Idilibê biryara anîna zarokan di destê jinan de nîn e

Li Idlibê jin ji gelek mafên xwe tên dûrxistin, der barê jiyana xwe de mafê biryardayînê ji bo wan nayê naskirin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Jinên Idlibê ya ku din bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ye, rastî gelek zextan tên.

 ‘Li kampan jiyan pir zehmet e’

Jina bi nave Rola El- Bekir a 27 salî, nikare biryarê di warê ducanîbûyînê de bide, ji ber ku hevjînê wê gelekî ji zarokan hez dike û bi rewşên jiyanê dijwar nafikire zarokan dixwaze.

Biryara anîna zarokan divê ku biryarekî hevbeş be lê tevî ku Rola El- Bekir naxwaze zarokan bîne ji ber ku ew ji bajarokê xwe Bara penaberî başûrî Idlibê bûne û sê sal in di kampan de dijîn, naxwaze zarokên wê çêbibin.

Du zarokên Rola El- Bekir hene, temenê yekê salek û nîv e û ew niha 6 meh in ducanî ye; dibêje: “Derfetên kar gelekî kêm in û jiyana kampan ji bo mezinan gelekî dijwar e, wê çawa be ji bo zarokan.”

Anîna zarokan a zêde ji bo tendirustiyê bi xeter e

Heyat El-Rajî ya 35 salî, rojane di mijara zarok anînê de rastî gefên mêrê ku pê re zewicî ye dimîne. Ew jî  15 salan ve di bin barê ducanîbûn, zarok anîn û xwedîkirina wan de dimîne, 8 zarokên wê hene.

Rewşa Heyat El-Rajî ya tendirustiyê nebaş e, ew her dema ku ducanî dibe bi xetera mirinê re rûbirû dimîne lê hevjînê wê zarokan dixwaze tevî ku rewşa wan a jiyanî gelekî dijwar e. Bi taybetî piştî ji gundê xwe Maar Şmarîn ê dikeve başûrî Idlibê penaberî konekî biçûk li bakurê Idlibê bûn rewşa wan xirabtir bû.

‘Ji bilî jinan tu kes nikara biryara ducanîbûnê bide’

Civaknas Fedwa El-Jadaan, dibêje nabe tu kes biryara anîna zarokan ji bilî jinan bistîne, hevjîn jî nabe, dibe ku jin di warê derûnî, bedenî û darayî de jî amade bin ji bo ku her kes di malbatê de mafê xwe di hemû waran de bistîne. Fedwa El-Jadaan destnîşan dike ku zêde anîna zarokan di warê derûnî û bedenî de ne tenê li ser jinan xeter e lê belê ji bo tendirustiya zarok û xwedîkirina wan jî xeter e.

 ‘Divê di navbera her ducanîbûnê de 3 sal û nîv hebe’

Di navbera her ducaniyê de Bijîjka jinan Aîşe El-Elî ya 42 salî ye dibêje ku metrsiyên ducaniya li pey hev gelek in divê herî kêm 3-5 salan navber hebe. Her wiha destnîşan kir ku ducanîbûn bedena jinan gelekî diwestîne û vîtamînan kêm dike lom divê piştî zarokanînê dîsa gelek vîtamîn û hesin û kalsiyûm bibe, dema ducaniyek dîrekt çêdibe bedena wê hîne westayî ye û gelek nexweşî pê re çêdibin. Ji ber kêmbûna rêjeya kalsiyûm û vîtamîna D, hestiyên wan lewaz dibin û êşên piştê dikşîne. Her wiha ji ber westandina giştî jî nexweşiyên ketina malzarok, îltîhabên malzarok çêdibin û ducanî jehrî dibe.

Li gorî lihevkirina rakirina hemû cudakariyên li dijî jinan ku di sala 1979’an de ji aliyê UN’yê ve hatiye îmzekirin, qedexekirina mafê zarokanînê ji bo jinan binpêkirina mafên wan e.

Benda 16 teqez dike ku mafê jinan e navbera ducaniyên xwe diyar bikin û divê hemû derfetên ku alîkariya wan di vê pêvajoyê de dikin amade bin her wiha hişyarî der barê vê mijarê de hebe.