Li Idilbê li pêşiya perwerdeyê astengiyên nû

Piştî ku Tehrîr El-Şam Idlibê dagir kir, astengiyên li pêşiya mamosteyên jin zêde bûn. Pergala serdest siyaset û baweriyên xwe bi zorê li ser jiyana gel û perwerdeyê ferz dike.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Bi dagirkirina Idlibê ya ji aliyê Tehrîr El-Şam re, li Idilbê astengiyên mezin li pêşiya mamosteyên jin derdikevin. Bi hincetên cuda weke qedexekirina tevlibûna jinan a nava gel zextên li ser mamosteyên jin zêde dikin. Ji destpêka sala xwendinê ve Suad El-Rejeb mamosteyek ku penaberî kampên bajarokê Atma yê li ser sînorê Bakurê Idlibê bûye, hewl dide li dibistanên giştî yan jî taybet kar bike lê derfeta kar nabîne.

‘Rewşa heyî bandora nebaş li ser mamosteyên jin dike’

Mamoste Suad El-Rejeb di destpêka axaftina xwe de got ku hemû hewldanê wê ji bo dîtina karek bû lê ji ber biryar û astengiyên ku Tehrîr El-Şam derxistiye nikare di pisporiya xwe de kar bibîne û wiha pêde çû: “Tehrîr El-Şam bi hinceta qedexekirina tevlibûna jinan bi mêran re nahêle mamosteyên jin karê xwe bikin. Li gorî biryara wan ger jin li gel mêr kar bikin, ew ê rastî lêpirsîn, cezayê darayî û binçavkirinê werin. Ew rewş bandorek gelek nebaş li ser mamosteyên jin dike. Ji dibistanên seretayî heya amadehî, derfetên kar ji bo mamosteyên jin gelekî kêm e. Piştî bavê min di sala 2022’yan de bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da, bi tena serê xwe çar zarokan xwedî dikim."

‘Tehrîr El-Şam li pêşiya perwerdeyê astengiyan derdixe’

Rezan Deyûb mamosteyek e, li dibistanek li bajarê Harêmê dixebitî û bi hinceta ku jin û mêr nikarin bi hev re kar bikin ji kar hatiye derxistin. Rezan Deyûb metirsî û astengiyên mamosteyên jin ên li herêmên di bin kontrola Tehrîr El-Şam de dijîn bi wan gotinan anî ser ziman: “Bi giştî rewşa perwerdeyê li Idlibê ji ber siyaset û fikrên tekfîrî li ser hemû karmendên saziyên perwedeya taybet û giştî û xwendekarên mêr û jin jî ber bi rûxandinê ve diçe. Niha ez bêkar im, hevjînê min jî astengdar e, ez neçar im heya sala li pêş li benda derfetekî kar bimînim.”

‘Dive kampanyayên nerazîbûn û xwepêşandanê werin lidarxistin’

Çalakvana mafên mirovan Teymaa El-Abdullah jî der bare vê mijarê de dibêje ku biryara cudakirina mamosteyên mêr û jin ji hev, cihê pêkenînê ye ew tenê asta fikrandina wan kesên xwe li ser civakê bi zorê ferz kirine xuya dike û wiha domand: “Van biryaran astengiyên li pêşiya mamosteyên jin di dîtina derfetên kar zêde kirine, gelek ji wan ji ber binpêkirin û dijwariyên desteya Tehrîr El-Şam ji pîşeya xwe qut bûn. Li şûna ku mûçeya mamosteyên jin ên ku xwebexşî çend sal in kar dikin zêde bikin, ew bi kiryarên xwe yên hovane astengiyên nû li ser perwerdeyê ferz dikin.

Divê kampanyayên hişyarkirinê bi armanc, nerazîbûn û xwepêşandanan bên lidarxistin da ku li dijî vê biryara ku herî zêde bandorê li ser mamosteyên jin kiriye rawestin û fikir û baweriyên cuda ji prosesa perwerdeyê li Idlibê dûr bixin.”