Li herêma şer û wêraniyê çîrokeke vejandinê

Digel qutbûna av û elektrîkê û metirsiya koçberiyê ya li başûrê Lubnanê, Selwa Bedran bi vekirina dikana xwe û amadekirina pêdiviyên xwarinê yên kevneşopî hewl dide jiyana xwe ya rojane bidomîne.

RANA JOUNÎ

Lubnan – Tevî rewşa ewlehiyê ya nearam a li başûrê Lubnanê, Selwa Bedran dev ji amadekirina pêdiviyên zivistanê berneda. Wê biryar da ku Kişk (tevliheviyeke hişkkirî ya mast û genim), zahtera herêmî û naneya hişkkirî amade bike. Ew, van pêdiviyan mîna "stûna sereke ya jiyana li başûr" bi nav dike. Selwa destnîşan dike ku ev tiştên pêşîn bûn ku wê di dema koçberiya xwe ya dawî ji bajarê xwe yê ji Dêr ez-Zehranî de bi xwe re birine. Ew wan wekî ‘çavkaniyek piştgiriyê ya di demên koçberiyê de’ bi nav dike.

Ji bo Selva Bedran, amadekirina pêdiviyên xwarinê ne tenê adetek demsalî ye. Her wiha li gor wê mîrateyek e ku wê zêdetirî 30 salan li kêleka diya xwe parastiye. Ew destnîşan dike ku êrîşên Îsraîlê van amadekariyan hîn lezgîntir kirine, û dibêje ku ew xwe bextewar hîs dike ku dikare wan pêk bîne - wekî ku gelekên din ji ber şewitandina baxçeyên zeytûn û fêkiyan û zirara li berhemên wan ji vê derfetê bêpar mane.

Jiyana di nav çenteyan de

Dema ku ew bi belavkirina pêdiviyan re mijûl dibe, dikana cilûbergan a biçûk a nêzîkî mala xwe dimeşîne. Lê belê, şer her tişt guheriye. Dibêje ku “Jiyan hêdî hêdî vegeriyaye rewşa normal, lê em hîs dikin ku di her kêliyê de tiştek neçaverêkirî dikare biqewime”. Ew destnîşan dike ku wê dikana xwe ji nû ve vekiriye û vegeriyaye ser kar, lê kelûpelên wê di çenteyan de hatine pakkirin. Ew rave dike ku jiyana wê bi bingehîn kêm bûye û ew di demek kurt de amade ne ku dîsa birevin.

‘Gava ku nexebitim, hêdî hêdî dimirim’

Selwa dibêje ku ew nikare tevî hemû tirs û fikaran dev ji xebatê berde û wiha didomîne: “Ger ku nexebitim, ez hîs dikim ku ez hêdî hêdî dimirim. Ez ji xebatê hez dikim, ji amadekirina dabînkirinê hez dikim û ji dîtina bextewariyê ya di tiştên biçûk de hez dikim. Em ji jiyanê hez dikin û em dizanin ka em çawa berdewam bikin, çi qas şert û merc dijwar bin jî.”

Perçeyek ji nasnameyê û parastina axê

Selwa Bedran, anî ziman ku dabînkirin beşek girîng ji nasnameya gelê Başûr e û wiha domand: “Tîmê kovî, zeytûn, savar... Ev ne tenê dabînkirin in. Ew beşek ji me ne. Ger yek ji wan di malek başûrî de winda be, mirov hîs dike ku tiştek xelet e. Çawa ku mirov axa xwe diparêzin, em jî ji bo parastina van hûrguliyan li ber xwe didin. Ew di xwîna me de ye, em ê neguherin.”

Astengiyên rojane û xetereya koçberiya nû

Selwa, pêşketinên ewlehiyê gav bi gav bi telefona xwe dişopîne. Bi girêdana înternetê ya nebaş û qutbûna elektrîkê û avê re rû bi rû dimîne - mîna piraniya xelkê Başûr - û ditirse ku her zêdebûnek dikare bibe sedema pêlek nû ya koçberiyê.

Baweriya bêdawî û qada biçûk a berxwedanê

Li gel van hemûyan, ew bi baweriyeke bêdawî gotinên xwe bi dawî dike: “Şer dibe ku hevdîtinên me paşve xistibin, lê baweriya me paşve nexistiye. Em ê teslîm nebin. Em li benda vegera hezkiriyên xwe ne. Ji bo ku dîsa bi hev re bin û malên me careke din tijî ken bin.”

Li Başûr tevî birînên xwe jî, Selwa Bedran jiyana xwe ya rojane didomîne. Mîna ku perçeyên hebûnê yên ku şer nekarî ji holê rake diparêze. Di nav têkoşîna ji bo dabînkirinê û keda jiyana rojane de, ew ji bo xwe û malbata xwe qadeke biçûk a berxwedanê vedike û nîşan dide ku Başûr hîn jî xwedî hêz e ku bi hêviyê li sibê binhêre.