Li herêma Kurdistanê hezar û 670 zarokên karker hene
Li herêma Başûrê Kurdistanê herî zêde zarokên karker li bajarê Dihokê dixebitin. Li gora zanyariyên rêxistina parastina zarokan a Kurdistanê hatiye aşkere kirin hezar û 670 zarokên karker hene.
TERZE TEHA
Silêmanî- Li herêma Başûrê Kurdistanê hêjmara zarokên karker her roja diçe zêde dibe. Rêxistina Parastina Mafê Zarokan a Kurdistanê sala 1991’an avabûye. Li gora daneyên vê rêxistinê li herêma Kurdistanê hezar û 670 zarok li ser cade û cihên dinê kar dikin, ji wana hezar û 278 zarokên lawikin û 383 jî zarokên keçin. Li gora heman daneyan li Hewlêr 488 zarokên karker hene ji wana zarokên karker yên navxweyî dû jê keç 35 lawikin. Koçberên nevxweyî yên Îraqê 21 keç 293 lawikin, zarokên penaber 26 keç û 79 lawikin, koçer sê keç û 29 lawikin. Li Silêmanî 160 zarokên karker hene, zarokên navxweyî heft kur hene, zarokên koçberên navxweyî yên Îraqê 2 keç û 66 kurin, zarokên penaber 10 keç û 20 kurin, zarokên koçer 19 keç û 18 kurin. Li Dihokê hezar û 22 zarokên karker hene, zarokên navxweyî 89 keç û 694 lawikin, zarokên koçberên navxweyî yên Îraqê 77 keç û 32 kurin, zarokên penaber 116 keç û 14 kurin.
Gelek ji van zarokan xwedî malbatin û di temenek biçûk de li bazar û cihên giştî kar bi wan didin kirin. Herçendî li gora yasaya çavdêriya parastina civakê pêre eleqeder dibe ku yasayek giştiye, lê belê heta niha tu yasa li herêma Kurdistanê ji bo parastina mafê zarokan nîne. Di meha Îlona 2021’an de piroje yasayek ji aliyê wezareta karûbarê civakê ve radestî encûmena wezîran ji bo mafê zarokan hatiye kirin, lê belê ev çar mehe tu bersîvek nehatiye dayîn.
Ji bo em rewşa zarokan bizanin em çû nava bazara Silêmaniyê gelek ji wan zarokan ji dibistanê bê par mane û cilên tenik û pêlavên kevin li lingên wan di destê wan de poşet, kilinis û av di firoşin. Piraniya wan zarokan penaberin û 12 saline, yek ji wan zarokan mala wan nêzî mizgefta mezine, di vê sermayê de cil û bergên germ li ber nebû û dibêje bavê min nexweşe ji ber wê kilinîs di firoşim.
“Ji bo alîkariya malbata xwe bikim ji neçarî dixebitim”
Temenê yek ji wan 13 sal derbaz nekiriye, ji 8’ê siharê heta 7’ê êvarê kardikin û dahatek gelek kêm digrin. Îsmaîl yek ji wan zarokane ku malbata wan ji 10 kesan pêktê, ji Selehedîn hatine Silêmanî û naçe dibistanê dibêje ji bo ez alîkariya malbata xwe bikin di xebitim bavê min di demê şer de li Selehedin hate kuştin.
“Zarok pêşeroja civakê ne”
Serpereşta rêveberiya beşa parastina zarokan a rêxistina parastina zarokên Kurdistanê Nasik Îsmail da zanîn ku bi alikariya polîsên wan cihan û qeymiqamê Silêmanî rewşa zarokan ji nêzde di şopînin û got: “Dayîk û bav kar bi zarokan didin kirin, polîsên wan cihan bi alikariya beşê yasya qeymiqama Silêmanî me hevpeyman kiriye ku pêşî li wan bigrin, li rêya polîsên wan cihan dema dibinin dadgeh lêkolîna yasayî dikin. Ew zarokên li ser cedan û cihên giştî kar dikin, zarokên karkerin û piraniya wan xwedî malbatin, lê belê ji aliyê malbatê ve ji ber sedemên cûda yên weke rewşa aborî kar bi wan zarokan didin kirin. Em daxwazê ji hemwelatiyan dikin ku bi çavek yê bazarê li zarokan temaşe nekin û alîkariya wan nekin ji ber ew cure diyarde û karkirina zarokan berdewan dikin û herwiha daxwaz dikim ku tunditujiyê li beramberî zarokan bi kar neynin û bi hişyarî nêzî zarokan bibin ji ber zarok pêşeroja civakêne.”
“Di derbarê mafê zarokan de pirojeyek me ya hevbeş heye”
Rêvebera çavdêriya civakî ya Silêmaniyê Jiyar Celal di derbarê rêjeya zêde ya zarokên karker de got: “Pirojeyek ya me ya rêveberiya çavdêriya civakê bi alikariya rêxistina parastina zarokên Kurdistanê ji bo sala 2022’an heye ku wan zarokên ku ji aliyên malbatên wan ve tên xebitandin di aliyê xirab de zarokan bi kartînin û tunditujiyê li wan dikin ji wan werin girtin. Piştî îspatkirina bi karanîna wan zarokan ji aliyê dadeghê ve, rêveberiya çavdêriya civakê dikare wan zarokan bigre.”