Li Herêma Başûrê Kurdistanê zêdebûna zewaca temenbiçuk

Ranya yek ji devera Başûrê Kurdistanê ya lê zewaca temenê biçûk zêde bûye û ya herî metirsîdar jî ev bi daxwaza malbatan tê kirin. Jinên di temenê biçuk de hatine zewicandin diyar kirin ku teqez divê pêşî li vê yekê bê girtin û gotin: “Ev yek dibe sedema zêdebûna pirsgirêkên civakî, pêre jiyana wan zarokan ji dest diçe û hevberdan zêde dibe.”

TERZE TEHA
Raperîn – Yek ji deverên herî zêde zewaca temen biçuk lê zêde û her diçe rêjeya wê bilind dibe Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Li gel ku jiyana zarokan ji destê wan tê girtin û di pêşerojê de dibe sedemên pirsgirêkên civakiyên qet rêyên çareseriyê jêre nayên peyîdakirin jî ya herî metirsîdar ev yek bi daxwaz û destê malbatan tê kirin.
Soma ya 9 salî tenê yek ji wan zarokane. Ji ber hejmara zarokên malbatê zêde ye Soma di berdêla peran de bi zarokek lawik ê 16 salî re didin zewicandin û di temenê 11 salî de zarokek Somayê çêdibe. Soma tenê yek ji wan mînaka vê rewşa bi sedan zarokên keç  radixe ber çavan û her tim beriya ku ev zarok tiştekê ji jiyanê fam bike malbat wana dixin bin barê berpirsayartiya malbat û zewacê. Zewaca temenê biçûk di dawiya salên 90’an de ber bi kêmbûnê ve diçu, lê belê di sala 2020’an de diyardeyên zewaca temenê biçûk carek din serî hilda û ger diçe rêjeya zarokên keç a temenê wan dibin 18 saliyê de tên zewicandin zêde dibe. Jinên Ranyayê yên ku me li ser vê mijarê pêre hevdîtin kirine bi xwe jî di temenê zarokatiyê de hatine zewicandin û naxwazin zarokên wan dibin 18 saliyê de bên zewicandin.
"Heta zarokên me negihe aqlê têgihiştî em nazewicînin"
Ruya Îsmaîl a 38 salî di derbarê zewaca temenê biçuk de wiha dibêje: “Dema ku yek di zewice divê aqlê wê têgihiştî be. Sedemek sereke yê hevberdanê û cudabûna hevjînan ji ber di temenê biçuk de tên zewicandine. Piraniya yên niha cûda dibin yên berê bi darê zorê hatine zewicîn in.”
Zewaca zarokan aloziyên jiyanê zêde dike”
Lanya Edanan a 21 salî jî di temenê 11 salî de hatiye zewicandin û xwedî zarokekê ye da zanîn ku heta zarokên wê nebe xwedî fikrek têgihîştî wana nade zewicandin û wiha dimand: “Jiyana hejîniyê jiyanek zehmet û cûdaye ji ber wê divê mirov têgihiştîbin heta bikarin bi hev re barê malbatê rakin. Min bi xwe dît û zoriyên wê jiya ji ber wê jî  heta zarokên min nebin xwedî aqilekî têgihîştî ez rê nadim bizewicin.”  
"Yek ji sedema vê pirstirêkê jî torên civakî ne"
Jina ciwan Hêvî Arîf a 19 salî jî bi bîr xist ku zewaca temenê biçûk gelek şaşe û zoriyên wê wiha anî ziman: “Sedemê van diyardeyan tora civakîne û herî zêde torên civakî bandora xwe li ser vê rewşê dike. Hinek malbat hene zarokên xwe hişyar dikin û ji wan şaşiyan vedigerînin lê piraniya malbatan vê nakin û bi zarokên xwe re nabin alîkar. Ji ber wê jî divê dayik û bav zarokên xwe hişyar bikin ji bo ku heta temenê zarokên wana nebe 25 sal û jor de nedin zewicandin.”
Fatma Ebdurehman a 56 salî ku di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin jî dibêje: “Jiyanek zehmet û nexweş hebû, berdêl hebû û tu çareyek din ya min nebû. Jiyanek gelek nexweş bû, li gel xesu, xezur û mêr pêre jî li çiyayan me pêşmergetî dikir.”
Fatma Qadira 47 salî jî bilêv kir ku divê zewaz ne kêmî temenê 18 saliyê be û bi bîr xist ku hewceye ders ji yên heta niha hatîn jiyîn bê derxistin û bê dîtin bê çawan jiyana wan zarokan ji dest tê girtin.
"Ya ku niha heye tenê heskirina demkiye"
Berpirsa Yekitiya Jinên Kurdistanê ya liqê Ranya, Çarqurne û Hacîawa Aşna Hesen di derbarê van mijaran giştî  pirsgirêkên ji ber sedema zewaca temenê biçuk tên jiyîn nirxandin kir. Aşna Hesen da zanîn ku yek ji sedemê zewaca temenê biçûk çavlêkirina torên civakî ne beriya ku agahiya ciwanan ji berpirsyartiya jiyana zewacê çêbibe tenê ji ber heskirina demkî di zewicin û got: “Ji ber têgihiştina fikrê kêm di temenê biçuk de di zewicin, piştî zewacê jî pirsgirêk di navbera wan de derdikevin. Li gora min tu bingehek ê heskirina wan nîne, tenê derbazkirina demê ciwana ne. Ji bo pêşîlêgirtina zewaca temenê biçûk erkê herî mezin dikeve ser milê malbatê ji ber malbat rola esas di leyîze û erk di keve ser milê hikumetê û aliyên peywendîdar jî ji bo ku bernameyek ji bo pêşîlêgirtina zewaca temenê biçûk danin.”
"Zewaca temenê biçûk karesate"
Parêzera dadgeha Ranya Tavan Hekîm jî zewaca temenê biçûk weke karesat bi nav dike û dibêje: “Bi zorê ji derveyî dadgehê jin di temenê biçuk de tên zewicandin. Ev mijar jî dikeve nava sezayan ji ber keç hîna negihaye temenê yasayî û evane hemû ji derveyî dadgehê pêk tên. Malbat dibêje keçên xwe çiqas zû bi zewice ji bo wê baştire, bi vê yekê jî malbat keçên xwe ru bi ruyî çarenusek dijwar dikin. Zewaca temenê biçûk her roja ku diçe zêde dibe, encama ku derdikeve holê jî cûdabûne û niha ji cûdabûn zêde bûye bi taybet ên temenê wan 18- 25 salî ne. Çareseriya herî baş derxistina yasaya rê li pêşiya zewaca temenê biçûk bigre ye.”