Li hemberî zayendperestiyê têkoşîna jinên Dalêt a jiyanê

Li gundewarên Hindistanê jinên herî zêde bi tacîz, tecawîz û şidetê re ru bi ru dimînin jinên Dalêt ne. Li hemberî zayendperestiyê têkoşîna wan a jiyanê her diçe mezin dibe.

Navenda Nûçeyan - Jinên Dalêt ên li herêmên gundewarê Hindistanê dijîn bi cûdakariya çînî û şîdeta zayendî re rû bi rû dimînin. Civaka Dalêt bi giştî ji aliyê pergala kas a li welatê wan serwer ve tê çewisandin û rastî bêmafiyan tên, ji hemûyan zêdetir jî jinên Dalêt dibin mexdurê vê pergalê û tên çewisandin. Bi giştî hejmara wan ji 80 miliyonî derbas kiriye û ji sedî 16 yê jinên welat Dalêt in, hejmara zêde jî tiştekê nade guherîn û ji hemû kesîman zêdetir rastî şidetê tên.
Jinên Dalêt rastî destdirêjî û kuştinê tên
Li gorî agahiyan, mirovên vê çîna jêrîn karên mîna paqijiya cihên destavê, rakirina çopê û avêtina ajalên mirî dikin. Hem di van karan de hem jî di giştî jiyanê de jinên Dalêt ji aliyê çînên jor ve rastî gelek bûyerên destdirêjî û kuştinê tên.
Li gorî lêkolînek a di sala 2006'an de li ser teşeyên şîdeta ku jinên Dalêt pê re rû bi rû mane wihaye; ji sedî 46 rastî tecawîzê, 62 tacîz, 45 destdirêjî û ji sedî 43 jî rastî şîdeta nav malbatê hatine. Her wiha ji sedî 46 ji van jinan temenê wan di bin 18 salî de û ji sedî 85 jî di bin 30 saliyê de bûn. Kesên ku ev kiryarên şîdetê li ser jinan kirine ji 36 çînên bilin yên cûda bûne. Dema jinên Dalêt li hemberî van kirinan gilî dikin, polîs bi baldarî nêz nabe û bi derengî dest bi lêpirsînê dikin. Yek ji sedemên ku jinên Dalêt herî zêde li cîhanê rastî tundiyê tên, ji ber ku ew qala tiştê ku pê re rû bi rû ne dikin û gilî dikine.
Ji ber ku ew ji çîna jêrîn û xizanin, rastî gelek bûyerên xerab tên, parêzvan tune alîkariya wan bike an li ser navê wan baxive û wan biparêze. Civaka Dalêt herî zêde bi epîdemiya nû ya Koronayê (Covid-19) babdor bûye. Her wiha piraniya girtiyên di zindanên Hindistanê de jî Dalêtî.
Bi veguherîna civakî re, keçên Dalêt dest bi dibistanê kirin û li seranserê welêt dengê jinên wan hatin bihîstin. Tevî vê veguherînê, hîn jî jinên Dalêt êşên zilm û cûdakariyê dikşînin.