Li hember îstîsmara zarokan pewîst e çi were kirin?

Hûn dikarin zarokan ji  îstîsmarê biparezin. Ji bo pêşîlêgirtina îstîsmarê ceza tenê nabe çareserî. Bêguman gelek tişt hene ku bên kirin. Ji bo  pêşî li îstîsmarê bê girtin û zarok jê were parastin pêwîst e çi were kirin?

Ji bo zarokan ji îstîsmarê biparêzin xal bi xal tiştên pêwîst e werin kirin wiha ne:
- Bêyî ku tu cudahî bixe navbera hemû zarokan, mafê jiyanê, parastin û tevlibûna mafê beşdariyê, ji bo îhmalkirina zarokan pêwîst e polîtakayek were avakirin û zagonek bi bandor ji bo parastinê were amadekirin. 
- Berî ku xetere rû bide û ew xetere were ferqkirin divê pergaleke hişyariyê zû were sazkirin.
- Di bûyerên pêşîgirtina îhmal û îstîsmarê de pewîst e lêkolînek bi bandor were kirin.
- Li bajar û navçeyan mekanîzmayên agahdarkirinê werin avakirin.
- Ji bo zarokan xetên ixbarê yên bi hêsanê werin bikaranîn werin avakirin.  
- Ji bo parastina tenduristiya ruh û bedenî ya zarokan divê rêbazên çareseriyê werin avakirin. Divê tedbîrên ji bo CYBE’ê û nexwestina ducaniyê werin girtin û planek navbeynkirinê were avakirin. 
- Der barê bûyerên di jiyanê de çêdibin agahdarî hebe, arşîv were avakirin û divê di navbera saziyan de xeta agahdarkirinê were sazûmankirin.  
- Divê rêvebirina Navendên Şopandina Zarokan werin lezgînkirin. Divê li  her parêzgehekê ev navend werin avakirin ji ber ku zarok hîn zêdetir travmatize nebin û şert û mercên wan werin başkirin.  
- Malbatên maxdûrên îstîsmarê pewîst e der barê xebatên komî û model werin peşxistin û di mijara dozan de pêwîst e di mijarên damezrandina parêzeran de ji saziyan û navendên mafên zarokan piştgirî were girtin.
- Der barê ducanîbûna di encama destdirêjiya cinsî de plankirina dawîleanînê de saziya tendirustî û malbatê; di navbera saziyên din û saziyên tenduristiyê de bingehek were sazkirin.
- Pêwîst e pêkhateyên ‘rêberiya manewî’ pêşî li bingeha tiştên ku zanistî nîn in û li dijî berjewendiyên zarokan in bigre. 
- Bi taybetî ji bo bihezkirina jin û zarokan xebat werin plankirin.
- Rêxistinên pîşeyî, rêxistinên komên demokrat divê kapasîteya parêzvaniyê bi pêş bixin. 
- Di medyayê de der barê îstîsmarê de agahdarî û ji bo bihêzbûna zarokan peyam werin dayîn.
- Di rêziknameyê de li ser tevlihevî û pîvanên temen de, der barê zarokan de sererastkirin û darazandin divê bi hev re û bi peymanên navdewletî werin sazkirin..
- Di mijara gav bi gav ya temenê destdirêjiya zayendî di zagonan de ji 12 heta 15 salî were zêdekirin, divê sînorê temenê di navbera hemsalî (akran) de 3 sal were sînorkirin û di wê mijarê de bi vî rengî were cihgirtin.
- Ji bo parastina zarokan û rakirina mexdûriyeta duyemîn, divê ji dadgehên ji bo mezinan hatiye çêkirin were veqetandin û Dadgehên Hevalbendiya Zarokan bên damezrandin. 
- Divê sînorê temenê zewacê bi zagonî piştî 18 salî were sererastkirin.