Li Helepçeyê nave jinan heye lê rola wan qels e

Helepçe yek ji wan herêman e ku asta peywirgirtina jinan zêde ye lê belê çalakvan dibêjin ku tenê nav derketiye, di rastiyê de li bajar cihê jinan lawaz e.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Li Başûrê Kurdistanê dema ku behsa cihê jinan di nava civakê de tê kirin, mînaka Helepçeyê tê dayîn ku tê de gelek jin peywirên bilind ên weke rêveber, qaymeqamtî şaredarî, zanîngeh û navendan de cihê xwe digrin. Hebûna jinên pêşeng, rengê xwe nedaye ser hemû jinên civakê, ji ber rewşa siyasî, çandî, kevneşopî aqilê civaka Başûrê Kurdistan, jinên Helepçeyê jî di warê pêşketin û gavavêtinê de lawaz mane.

Berpirsa rêxistina Tuwanasizya Jinan Sûzan Ferec a bajarê Helebçeyê, diyar kir ku hemû Helepçe bi pêşengiya jinan tê nasîn û wiha got: “Di rastiyê de ev tenê komeleyek biçûk e ji jinan pêk tê, beşek ji wan pêngavan navê wan derketiye û wisa maye. Sedema berdewamiyê jî ji ber navê wan derketiye lê hinek jî bi pêş ve naçin. Rast e di nava Helepçeyê de karkirina jinan heye lê belê ev ne ji bo hemû jinan e. Ji ber ku kevneşopiya civakê rê nade û gelek kar ji bo jinan hatine astengkirin. Mixabin heta niha bandorên fikrên eşîrtiyê li ser civakê mane, li Helepçeyê gelek jin hene xwedî karên xwe ne û her dem rastî zextan tên, wisa li wan dikin ku karê xwe berdewam nekin.”

‘Di beşên cuda de karê jinan rastî astengiyê tê’

Sûzan Ferec wiha behsa karên jinan di rêxistina bajarê Helepçeyê de kir û got: “Ew jinên ku di rêxistinan de kar dikin, roj bi roj kêm dibin divê xebatên cidî ji bo van sedeman bikin û derbikevin ka gelo aliyên jinan ji bo berjewendiyên taybet  bi kar tînin û armanc tenê navê Helepçeyê ye ku wisa derbikeve tundîtûjî kêmtir tê de heye û derfet ji bo jinan ava kirine. Di rastiyê de ne wisa ye, hejmara jinan di karkirinê de kêm e û jin rastî tudîtûjiyê tên.”

‘Partî nikarin baweriyê ava bikin’

Çalakvan Kewser Beşîr destnîşan kir ku xebata jinan li gorî salên bere bi awayekî berbiçav kêm bûye, yek ji wan sedeman jî paşguhkirina hikumetê ye ku planek baş ji bo pêşxistina jinan daneniye û wiha got: “Ji derveyî wê qerta taybet li Helepçeyê lawaz e. Jin bi rêjeyek berbiçav kar nakin û derfetên kar ji bo mêran zêdetir e. Ev jî ji ber çand û kevneşopiyê rê nadin ku jin kar bikin. Rêxistin jî li gorî bajarên din çalakiyên wan kêm in, ji ber heta niha weke bajar li Helepçeyê temaşe nakin û ev jî derfetên karên rêxistinan kêm kiriye. Di aliyê siyasetê de ew jinên ku pile û peywira cihê biryardayînê de hejmara wan kêm e û bawerî bi jinan naynin ku di navendên biryardanê de kar bikin. Em kêm û kurtasiyên partiyan dibînin û pêşketina wan qet nîn e.”