Li gundê Mizgefta Êzidiyan jiyana komînal

Li gundê Mizgefta Êzidiyan ê navçeya Tirbespiyê nimûneya jiyana komînal bi pêş ketiye ku careke din di vî gundî de dilê jiyanê lêdixe.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Bi jiyana komînalbûnê re civak ava dibin û mirov di nav wekhevî û hevrengiyê de dijîn. Her çiqas di demên berê de qatên civakî mirov di ser mirovan de didîtin bi wateyeke din beşek ji civakê serweriya xwe li ser beşên din didan meşandin lê terzê jiyana komînalbûnê ev hemû derbas kir. Hişt ku hemû qatên civakê di bin sîstemeke birêxistinkirî de bijîn, ji ber jiyana komînal nimûneya civaka birêxistinkirî ya li derveyî çarçoveya dewletê ye. Li gundê Mizgefta Êzidiyan a girêdayî navçeya Tirbespiyê Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya komînal hatiye pêşxistin.

Ev proje ji aliyê Aboriya Jin a Kongra Star ve hatiye pêşkêşkirin ku derfet ji malbatên gund re were vekirin da ku bikaribin bi rengekî komînal debara jiyana xwe bikin. Ev salek e vê projeye temam bûye tê de rengên jinan û jiyanê xwe daye der her derî ji çandiyê bigre heya xwedîkirina sewalan her der sûd û berhem e. Ji bo naskirina vê projeyê dayika bi navê Zîlan Mihemed ku bi xwe vê projeye bi rê ve dibe ji me re behsa wê kir.

Projeya komînal li gundê mizgefta Êzidiyan

Gundê mizgefta Êzidiyan bi ax û kaniyên xwe dewlemend e lê piraniya mirovên vî gundî koçberî derve bûne yan jî li bajaran dijîn, mirov dikare bibêje gund hemen bi temamî vala bûbû. Pêşxistina projeya komînal bi destên malbatan hişt ku careke din dilê jiyanê di vî gundî de lêbixe. Ev gund ne di aliyê civakbûnê de û ne jî di aliyê rêxistinbûnê de tu esasê wê tunebû, ber bi jibîrkirinê ve diçû. Bi berdewamiya xebatên rêxistinkirina civakî re her wiha piştî rewşên koçberiyê fikreke xweş bû ku mirov li gundan vegerin, malan dagirin, aboriyê geş bikin û berhem bidin. Li gundê Mizgefta Êzidiyan niha ev xebat tên kirin û encamên wê pir baş in bi rengekî ku mirov alîkariyê didin hev û rewşên cudahiyê derbas kirine. Ji ber esasê komînalbûnê ji gundan de dest pê dike.

‘Bi jinekê gundek ava dibe’

Zîlan Mihemed a bi temen 50 salî li vê projeye mêze dike pênaseya rast a komunalbûnê tîne ziman û wiha dibêje: “Ez ê ji perspektîfên Rêber Apo dest bi axaftina xwe bikim ku her dibêje pêwîst e em gundan ava bikin, me jî xwest em ji vê gotinê dest pê bikin û bixin pratîka jiyanê. Rast e gundê Mizgefta Êzidiyan di aliyê steratejîk de temam bû lê civakbûn lê tune bûn. Jixwe min weke malbat tevî çend zarokên xwe ev proje girt û aboriya jin alîkariyeke pir mezin di aliyê pêşkêşkirina madeyên çandinyê û paqijkirinê ji me re pêşkêş kir. Destpêka projeyê me gund ji kevir û qirêjê paqij kir, paşê bi fikra çandiniyê û xwedîkirina sewalan min ev proje bi pêş xist. Komînalbûn jî ev e xwesteka axê û jê re hezkirin e. Her çiqas mirov ji axê û xwezayê hez bike, dikare wê afirîneriyê bide hemû rengên jiyanê. Ax hebûn e ger vê hebûnê nede mirov nikare bijî, ji bo wê em dibêjin herî zêde dayik û xweze nêzî hev in û vê hebûnê diparêzin. Em jî li bajaran mezin bûne lê hezkirina min ji axê re hişt ez tevî malbata xwe li vê axê vegerim û ji nû de gundê xwe ava bikim. Yanî ez dixwazim bêjim bi jinekê jî gundek ava dibe.”

‘Bi vê projeye re min bala mirovan kişandser xwedîderketina li ax û xwezaya xwe’

Zîlan Mihemed destnîşan kir li ser xebatên ku di hundirê vê projeye de hatine kirin û wiha domand:       “Her tim xeyalên min hebûn ez her derî bikim dar û şînahî, ji ber di bajaran de em jiyana xeniqî dijiyan. Hesreta me em şînahiyê bibînin yan hewaya paqij ji nefesa xwe bigrin. Di vê projeyê de min xeyalên xwe pêk anîn. Dema proje ji min re hate pêşkêşkirin min bê fikirandin erê kir. Di vê projeye de me darên hêcîr, henar, erk, zeytûn, xox, tirî, lîmon û pirtûqal çandine. Li kêleka wê jî me hemû cureyên şînahiyê çandin û jê berhem girtin. Li ber her koka darekê me cureyek nû ji jiyanê afirandiye. Her wiha tovên 80 donim erd di destên min de hene, ji derveyî cihê projeyê min hemû xistiye genim. Bi vê projeyê re şêniyên gund piraniya wan hatin dîsa li malên xwe vegeriyan û sererastkirin. Niha di gund e ewqas avahî û mal hatin çêkirin, piştî wê valahiyê komînalbûn di gund e pêşket. Mirovên gund ji hev hez dikin, alîkariyê didin hev û her tiştî bi hev re parve dikin bê ferq û cudahî. Hemû gundiyên li bajêr dimînin hatin werzên xwe çandin û piraniya caran ez bi wan re dibim alîkar. Gundî niha ji berhemên axa xwe ji xwe re firotinê jî di bazarê de dikin. Min bala mirovan kişand xwedîderketina li ax û xwezaya xwe, ez bi vê xebatê pir kêfxweş im.”

‘Vegera li gundan zindîbûna rih e û canê mirovan rehet dike’

Zîlan Mihemed li ser xwedîkirina sewalan li gund û projeyên xwe yên dema pêş ev tişt got: “Li Kêleka projeya çandiniyê, me dest bi xwedîkirina sawalan jî kiriye. Niha 20 serî bizin û berxên salê em xwedî dikin. Lê di dema pêş de ez ê çend çêlekan jî bînim û xwedî bikim. Vegera li gundan zindîbûna rih e û canê mirovan rehet dike. Ez bi hêvî me gelek jinan dê ji vê projeya min sûdê bigrin û bi armanceke xwedî îsrar vegerin gundê xwe ji nû ve ava bikin.”