Li gundê Jinwarê rojek...
Belê ev der Jinwar bû. Jinên ku li vê derê dijiyan, li hemberî paşverûtiyên li ser wan hatine ferzkirin dixwestin ji nû ve biwelidin. Her yek ji wan xwedî çîrokek bû. Her yek ji wan ji netew an jî baweriyek cuda bû.
ZEYNEP NERGÎZ – JINWAR
Hewaya hûnik ji xakên Mêrdînê rûyê me diferikand. Bêhneke azad û xweşik ji hinaseyê me diket nava dilê me. Em ketibûn gundê Jinwar. Gundekî ku bi destên jinan hatiye avakirin bi heriya sor, mal hatine çêkirin. Bêhna heriya sor a muhteşem bi bêhna jinê re dibû yêk. Li vî gundî tenê jin dijîn. Dema ku em di her gava xaka wê de dimeşiyan kelecanek dilê me dorpêç dikir. Me jî dilê xwe berda nava herikandina kelecana xwe.
Dengê avê di guhên me de mîna dengê kêliyên azadiyê bû. Me hestên xwe ber bi vê germahiyê ve berdida. Kulîlkên curbicur bi destên jinan hatibûn çandin.
Tîrêjên rojê li ser germahiya însanên Jinwarê germahiya xwe zêde dikir. Refên çûkan bi hezaran metre li jorî li ser Jinwarê difiriyan dîmenê pêşandaneke azadiyê çêdikirin. Li ser riyên ji axê yên Jinwarê zarokan dest dabûn hev û digirnijîn... Heçku ji nû ve diwelidîn... Şêne di destên jineke Erep de bû xaka gulistana xwe paqij dikir. Ciwanan li ser riyên bi ax sohbet dikir û dimeşiyan. Sewal kêfxweş bûn. Mamoste Şirîn ji bo ku zarokan perwerde bike ber bi dibistanê ve ketibû rê.
Belê ev der Jinwar bû
Jinên ku li vê derê dijiyan, li hemberî paşverûtiyên li ser wan hatine ferzkirin dixwestin ji nû ve biwelidin. Dixwestin ji nû ve bijîn ji ber wê hatibûn gel hev û ev gund ava kiribûn.
Her yek ji wan xwedî çîrokek bû. Her yek ji wan ji netew an jî baweriyek cuda bû. Lê ev qet ne girîng bû. Carna zimanê hev jî fêm nedikirin lê ev jî qet ne girîng bû. Ziman wan di nirxên jinbûyînê de dianî gel hev. Kêfxweşî, xemgînî, kelecana her yekê ji wan bi hêza ku ji hev girtibûn ve bûbû yek. Mînak yek ji destê DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin a din ji zilma hevjînê xwe hatibû rizgarkirin lê hemû jî di xalekê de dihatin cem hev û li Jinwar bi cih bûbû. Xwe bi felsefeya Rêber Apo ve ji nû ve zindî dikirin ber bi xwebûnê ve dimeşiyan. Her çendî şêniyên yekemîn ên Jinwarê nebin jî ew her dem bi vê kelecanê tevdigeriyan.