Li gundê Hasûd a Tirbespiye jiyana komînal

Bi Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî bû, jiyana komînal bi destê jinan şêwe digre. Li gundê Hasûd a Tirbêspiye şênî li ser bingehê jiyana komînal bi ax, ked û berhemên xwe debara xwe diikin.

ROJ HOZAN/EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Ked, hişmendî û felsefeya jinan afrîneriya jiyana komînal e her wiha komkirina hezkirin û lêvegera li xwezayê ye. Her çiqas rêxistinbûn, çand û jiyana jinan komînal be ewqas jî berhemên perwerde û zanistî wê li pêş bin. Bi Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî bû, bi pêşengiya jinan hemu qadên jiyanê bi feraseta komînalîzmê tê hunandin. Yek ji gundên ku bi komunalbûnê li pêşberî me ye gundê Hasûd ê ku dikeve Başûrê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya jiyana komînal hatiye pêşxistin. Di vê projeyê de beşên bingehîn ji bo zanist û debara jiyana mirovan hatiye pêşxistin, her wiha şêniyên gund lêvegerek li xwezaya xwe çêdikin. Ji bo naskirina projeya gundê komunal a li gundê Hasûd, me serdana gund kir û proje ji nêz ve nas kir.

Gundê Hasûd a Tirbespiye

Gundê Hasûd 71 sal berê hatiye avakirin û dikeve Başûrê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Beriya 21 salan rejîma Sûriyeyê di navbera şêniyên gund de fitne derxist ev bû sedema ku piraniya avakerên gund ji gund derbikevin. Navê gund jî Hasûd e di watedariya xwe ya Kurdî de destnîşanî palehî û cotkariyê dike. Ev gund di aliyê çandiniyê de xwedî berhemên pir zêde bû, cotkarên ku tovên çandiniya wan nebaş be tînin li ser axa vî gundî diçînin û paşê ev tov berhemeke pir baş dide.

Jiyana li ser bingehê Neteweya Demokratîk

Mîna gelek gund, bajarok û bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li vê gundê jî felsefeya esasî ya jiyanê paradîgma û projeya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bipêş xistiye ye. Dema gund hatiye avakirin tenê çar mal tê de bi cih bûne lê niha ji 10 heya 15 eşîrên Kurd û Ereb lê dimînin, nêzî 400 mirov di vî gundî de dijîn 15 malbatên Ereb in û ên din hemû malbatên Kurd in. Şêniyên gundê bê ku ferq û cûdahî di navbera netewan de hebe li ser wekheviyê di nav komînalbûnê de dijîn. 

Debara jiyanê di vî gundî de li ser çandinî û xwedîkirina sawalan e, her wiha sîstema birêxistinbûyîn û xwedîderketinê tê de pir li pêş e. Dema esasê projeya komînal di gundê Hasûd de hat bicihkirin destpêkê armanc ew bû ku cih guncav be, şênî alîkar bin û bikaribin bi xwe vê projeyê bi rêve bibin, gundê Hasûd ev taybetmendî tê de hatin dîtin û projeya wê hat avakirin. 

Projeya gundê komînal ê Hasûdê

Projeya gundê Hasûd projeyek komînal e, ji bo şêniyên gund bêtir bikaribin debara xwe ya jiyanî bikin, yekîtiyekê di navbera herdu netewên di gund de jiyan dikin kurd û ereb avabikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin ev proje hate pêşxistin. Berê di dîrokê de hemû alav û debarên jiyanî ji gundan despêkir, lê mixabin di dema me ya îro de ji bajaran derbasî gundan dibin. Ji bo wê pêwîstî hebû guhertineke bingehîn çêbibe bi rengekî ku gund û şêniyên ku di gundan de dijîn li xwezaya xwe vegerin ûdebara xwe ji ax, ked û berhema xwe bikin.  

Ev proje jî ev yek bi xwe re anî debara jiyanî, rêxistinbûyin, fikir û pêşketin vejîn kir. Her wiha biryara rewşa gund di destê hemwelatiyên gund bi xwe de be. Bi vê mebestê çend beşên bingehîn di vê projeyê de hatin avakirin û li gor astan her kesekê/î cihê xwe di beşan de girtin. Haziriyên projeyê di navbera 3 mehan de hat amadekirin. Beşa çandiniya bexçeyan, beşa perwerdeya jinan û birêxistinkirina wan, beşa zarokan di nav de zanista perwerdeyê û hunerê. Her wiha beşa semada xwezayî ev beş qada civakî têkildar dike û piranî mêrên di gund de dijîn bi vê beşê re eleqedar in. Dema vê projeyê sê sal in, niha du sal derbas bûne. Dema di gundê Hasûd de ev proje dema xwe tijî bike wê bibe nimûne ku di gundên din de jî were pêkanîn.

Beşa perwerdekirina zanistî û jiyanî ya zarokan

Bi qasî çandinî û jiyana ku li ser komînalîzmê pêk tê perwerdehiya zarokan a li vê gundê jî nimuneyek e. Mamosteya Beşa Perwerdekirina Zanistî û Jiyanî ya Zarokan Şehzena Mûsa der barê beşa perwerdekirina zarokan de wiha got: “Projeya gundê Komînal projeyeke girîng bû ji bo me şêniyên gund. Despêkê me nêrîn da ku em esasê bingehîn bin ji vê projeye re û ji xwe re kargehekê avabikin da em hemû jin, mêr û zarok tê de li hev kom bibin. Ji amadekirina cihên perwerdeyê heya amadekariya beşan me jinan pêşengî kir. Niha em di beşên xwe de perwerdeya zanistî û jiyanî didin zarokan û li kêleka wê jî em weke jin jiyana xwe ya xwezayî, kevneşopî û dîroka gundê xwe bi hev re parve dikin.”

Armanc avakirina nifşekî demokratîk e

Şehzena Mûsa ya got ku “Ji bilî perwerdeya dibistanê em zarokan hînî rêbazên exlaqî û danûstandina rast dikin.” destnîşan kir ku armanca wan avakirina nifşekî demokratîk û xwedî sekn e û wiha domand: “Zarok bi xwe der barê rewşa xwe de nêrîn didin tevli nîqaşên têkildarî rewşa xwe dibin bi vê yekê re zarokan tirsa xwe davêt û dikaribûn di gelek mijaran de bibin xwedî seknên bi zanist. Ev du sal heya projeya me ketiye meriyetê de her şemî perwerdeya jiyanî ya zarokan heye û rojên din di hefteyê de perwerdeya zanistî û hunerî, lîstik û hemû çalakiyên ku zarok jê hez dikin tevli wê dibin. Di dibistanê de jî em zarokan perwerde dikin û hînî zimanê resen dikin. Zarokên Kurd û Ereb zimanê hev hîn dibin, ew hezkirin bi pêş dikeve. Mebesta me ew e em nifşekî demokratîk xwedî sekn û biryar ava bikin.”

Esasê jiyana rast li gundan jiyana komînal e’

Hevseroka Komîna gundê komînal Hasûd Şêrîn Mihemed ku wek dayîkek welatparêz pêşenga jiyanîkirina projeya gundê komînal e, li ser hezkirina şêniyên gund û netewên wê ji hev re wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ev 40 sal in ez li vî gundî jiyan dikim. Di vî gundî de dostaniya me bi netewên din re pir xurt e. Rast e em di gundekî de dijîn, lê em weke malbatekê ji hevdu hezdikin. Di xweşî û nexweşiyan de em li kêleka hev in û jiyana xwe bi hev re derbas dikin. Esas jiyana rast eve di gundan de ku hemû mirov hevdu hîs bikin, jiyaneke komînal bijîn, nanê xwe, keda xwe û hemû hezkirinên xwe bi hev bidin guheztin. Em ji mirovên gundê xwe, ji tevgera zarokên wê, ji sekna jinan, ji baldariya mirovên wê û ji kenê dayikên wê hezdikin. Li aliyê din em parekê ji tecrûbeyên xwe yên jiyanî, gotin û hînkirinên xwe bi zarokan re weke çîrok parve dikin. Di hefteyê de her du rojan dayikek ji gund zarokan kom dike û çîrokên kevnar ji wan re dibêje da ku zarokên me jî dîrok û rastiya xwe ji bîr nekin û ji zarokên xwe re parve bikin. Civatên me dayikan dar in û em her bi hesreta wan rojên berê jiyanê pênase dikin.”

Beşa Semada Xwezayî

Beşa semeda xwezayî bi qada civakî ve girêdayî ye û piraniya xwe li Rojavayê Kurdistanê nayê çêkirin. Di sala 2018’an de ji bo semada xwezayî ceribandinek çêbû lê kurmikên Semadê bi dest neketin ji bo wê ev proje wê demê hat sekinandin. Bi qasî salek û nîvê hewldan çêbûn heya ku kurmikên semada xwezayî hatin peydakirin. Ji bo vê beşê komîteyek ji 7 kesan hat amadekirin û niha encamên wê pir baş in. Destpêkê hejmara kurmikan 2500 kurm bûn, niha hejmara wan zêdebûye bi qasî 50 hezar kurm in. Baldariyeke taybet ji vê beşê re pêwîst e û cara yekemîn bû li herêmê ji bo wê bawerî  kêm bû ev beş bi ser keve. Der barê vê beşê de perwerde hatin pêşkêşkirin bi semîner axaftin, dîtin heya gihîştin encamên baş di vî beşî de. Semada kîmyewî axê xera dike û şînahiyê ji xwezaya wê derdixe. Xebatê hatiye kirin jî bi vê mebestê bû ku xweza vegere jiyana mirovan.

Beşa perwerdekirina jinan di gundê komînal de

Endama beşa perwerdekirina jinan Cîhan Şêxmûs  li ser beşa perwerdekirina jinan, nîqaşên wan û pêşketina zanista jin di gund e wiha got: “Dema me komîteya perwerdeyê avakir hemû jin bi rihekî dilxwaz ev fikire pejirandin û beşdarî wê bûn. Me despêkê gurûpek avakir ku bikaribe van jinan perwerde bike û zanista jin di gund e pêş bixe.  Her wiha hinekî jin ji nav tenê di malê de karkirin derbixin, li ser vî esasî me dest perwerdeya  jinan kir. Bernameya me jî her hefte em hemû jin li hevdu dicivin di kargeha perwerdeyê de û pilan û tekmîlên xwe digrin. Armanca me ew bû em wê jina kedar û zane derbixin pêş. Jin bi hêjmarên girseyî tevlî perwerdeyê dibin û mijarên zanistî û jiyanî bi hev re parve dikin mînak pewerdeyên me li ser jiyana xwezayî, keda jinan, nexweşiyên jin û pirsgirêkên wê ne. Em hemû bi nêrîneke hevbeş van rewşên xwe çareser dikin û nîqaş dikin. Di van perwerdeyan de jin xwe tîne ziman, îfade dike, dîroka xwe pênase dike û wê tirsa xwe dişkîne. Zêdetirî xwe em mijarên ku jinan bi hêz dike di perwerdeyên xwe de hildibijêrin. Di dawiyê de jî em ê dîroka gundê xwe ji lêkolîn heyî bikin pirtûk da bibe mîrasekî bingehîn ji nirx û şoreşa jin re.”

Beşa hunerî ya zarokan   

Endama Beşa Hunerî ya zarokan Nofa Reşo ku bi xwe jî di koma gundê Hasûd de cih digre li ser beşa hunerî ev tişt got: “Bi avabûna projeye re em weke zarokên Hasûd pir kêfxweşbûn ku em ê komeke hunerî di hundirê gundê xwe de ava bikin. Bajar dûrî me ne, pir caran me dixwest di aliyê hunerê de em xwe bi pêş bixin lê ew derfet nebû heya ku projeya gundê komînal hat avakirin. Di gundê me de koma me ya hunerî heye em pir bi şans in ku di gundê xwe de em hînî hunera xwe dibin. Niha em hînî sê govendên Kurdî bûne û di şahî û boneyên kêfxweşiyê de em govendên xwe pêşkêş dikin. Em ji gundê xwe hez dikin û bi hêvî ne hemwelatiyên wê her dem bimînin di xêr xweşiyê de.”