Li gundan jiyana komînal û rihê parvekirinê heye

Jinên gundê Birc Qasê yê navçeya Şêrewaya Kantona Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji xwe re jiyana gundan hilbijartine û lê dijîn, der barê jiyana xwe de dibêjin: "Jiyana gundan ji ya bajaran xweştir e, ji ber ku li gundan jiyana wekhev û komînal heye."

HESNA MIHEMED
Şehba- Rastiya jiyana xwezayî ya ku di dîrokê de behsa wê hatiye kirin, girêdana jinan bi ax û xwezayê ve dide pênasekirin û heya roja îro jî weke çandeke resen di civakê de hatiye rûniştandin. Çandinî û xwedîkirina sewalan jî yek ji berhemên çanda neolotîk e. Jiyana komînal û xwezayî ya gundan bi destên dayikan tê parastin. Gundî li gorî xwezaya xwe dijîn û bi rêya parvekirina berheman reng didin jiyana xwe. Li gorî gundiyan jiyana gund ji ya bajêr xweştir û watedartir e. Jinên gundê Birc Qasê yê navçeya Şêrewaya Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê behsa jiyana xwe li gund kirin. 
Xebatên ji bo jiyanê ji aliyê jinan ve tên domandin
Jiyan bi destên jinan xweşiktir dibe, ji dîrokê heya niha hemû karên jiyanî li ser milên jinan in. Dayika Henîfe Bekirî ya 60 salî ku li gund dijî, wiha qala jiyana xwe ya berê ya li gund kir: "Me malên di gundê xwe de bi giştî bi xwe ava kirine. Me kevir didan ser milên xwe dikişandin û heriyê jî bi destên xwe çêdikir heya em malan çêdikir. Di heman demê de gelek zarokên me hebûn me ew xwedî dikirin. Tevî vê yekê jî me karên nav çol û zeviyan jî dikirin. Nêzî 700 darên me yên zeytûnan hebûn, me bi rêya kişandina avê li ser pişta lawiran ew dar av didan. Jiyana me pir bi ked û westandin bû lê coşa jiyanê di dilê me de xweş û zindî bû. Mixabin niha çeteyan hemû erd, zevî û keda me bi dagirkirina Efrînê re şewitandin. Me bi keda xwe mala xwe bi rêve dibir û debara xwe dikir." 
Li gundan jiyana komînal
Xwezaye gundan li bajaran nayê dîtin, ji ber di gundan de jiyana komînal heye. Ewaş Mihemed bal kişand ser rihê komînalbûnê yê li gundan û wiha got: "Em li gundan dijîn û gelek kêfxweş in. Ger mirov nexebite, nikare li bajêr bijî lê li gundan mirov dikare bi rêya çandinî û xwedîkirina lawiran debara xwe bike. Li gundan rihê komînal tê dîtin, gundî bi hev re dijîn û debara xwe dikin. Li gel min jiyana gundan ji bajaran xweştir e, ji ber ku avahiya gundan ji ya bajaran bi tenduristir e. Heya zebzeyên ku li gundan tên çandin ji civakê re bi sûd in, ji ber ku bi ava paqij tên xwedîkirin her wiha erzaqên malê jî jê tên çêkirin."
Li gundan rihê alîkariyê heye
Jiyana gundan piraniya wê bi çandinî û xwedîkirina sewalan dibore. Necah Mehmûd jî destnîşanî karê çol û malê kir û wiha pêda çû: "Em di nav erdan de zebzeyan diçînin, di heman demê de em karê palehiyê dikin û li kêleka wê jî malên xwe bi rêve dibin. Em van karan ji mêj ve dikin, tu carî westandinê nas nakin. Em di demên berê de berbanga sibehê radibûn ji bo pezê xwe bidoşin û rêkin çêraniyê, piştî wê me nanê sêlê çêdikir. Jiyana niha gelek rehet tê jiyîn, rihê alîkariyê di jiyana gundan de dihat peydakirin. "