Li Efrîqa û welatên Ereban yekem jina Seroka Sandîkeya Ewlekariyê: Elfe El-Eyarî

Elfe El-Eyarî bi kedek mezin astengiyên li pêşiya xwe derbaskir û weke yekem jina Ereb û Efrîqa ya peyîwira Seroketiya Sandîkeya Ewlekariyê girtiye bang li jinên Tûnisî dike ku ji bo ramanên xwe têkoşîn bikin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Li welatek mîna Tûnisê ji bo jin bikarin peyîwirên bilind bigire pêdivî bi îsrar û kedek mezin heye. Yek ji jinên li hemberî newekheviya zayendî têkoşîn kiriye û xwe gihandiye mecrayên biriyargirtinê û peyîwira ewlekariyê girtiye Elfe El-Eyarî ye. Ajansa me bi damezrîner û berdevka fermî a berê ya Sandîkeya Girtîgehên Tûnisê Elfe El- Eyarî re hevdîtin kir ku ew yekem jina Erebî û Efrîqî ye peyîwira Serokatiya Sandîkeya Ewlekariyê girtiye. Elfe El-Eyarî dibêje ku wê li hember hişmendiya paşveru li ber xwe heya karî sandîkeyê veke, ji bo wê jî li hemberî ramana biçukxistina jinê şer kiriye.
Elfe El-Eyarî da zanîn ku ew serbilind e weke jineke Ereb û Efrîqayî Seroketiya Sandîkeya Ewlekarî dike. Elfe dest nîşan kir ku ew di şikandina hişmendiya paşveru ya ku bi salan e li pêş wê gelek asatengî û pirsgirêk derxistin tenê ji ber ku ew jin e bi ser ket.
“Bi şer û îsrarê mirov digihe serkeftinê”
Elfe El-Eyarî bilêv kir ku wê bi berpisyariyên mezin re şer kir û di ferzkirina fikirên xwe yên taybet e de bi ser ket, her wiha wê dikarî bû rewşa jinê ya ewlekarî ya ku hildigre çekê jî baş bike, wê li hemberî terora di hundir saziyên cezekirin û zindnan de berxwedanî da meşandin. Elfe diyar kir ku tercrûbe di warê Ewlekarî de wek Sandîke gelek zor e, ema ew kêfxweş e ku wêneyê jina Tûnisî ya jîr û bi hêz radixe ber  çavan.
Elfe El-Eyarî bang li jinên Tûnisî û Ereb kir ku ji bo ramanên xwe şerker bin û têkoşîn bidin meşandin. Elfe rûmetdayîna xwe nîşan da ku yek ji jinên Tûnisî ye û keça Rêberê berê El-Hebîb Borqîbe yê ku bi Tûnis bawer dikir û parastina wê di riya pirensîbên kovara El-Ehwele El- Şexsiye kir, ku jin ji wê kovarê jin hêz û vînê digrin.
Damezrîner û berdevka fermî a Sandîkeya Girtîgehên Tûnisê ya berê Elfe El-Eyarî di dawiya axaftina xwe de got: "Ez gelekî serbilind im ku ez Tûnisî me, ji keçên Rêber Borqîbe me.”
Elfe El- Eyarî a di heman demê de parêzvana mafê jinane bilêv kir ku ew bi hêz û jîrbûyîna xwe ya li hember terorê navdar bû, her wiha ew bi hêza xwe ya ku aşkerekirina binpêkirinên di girîgehan de dihat naskirin. Silogana wê timî ev bû: "Welat û mirin wekhevin."