Li Efrînê zêdetirî hezar jin hatine revandin û 75 jin jî hatine qetilkirin

Li Herêma Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta tirk, zêdetirî hezar jin hatine revandin, bêtirî 75 jin hatine qetilkirin, 5 jin gihîştine asta xwekuştinê û 216 jin jî ji ber kiryaran birîndar bûne.

Li Herêma Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta tirk, zêdetirî hezar jin hatine revandin, bêtirî 75 jin hatine qetilkirin, 5 jin gihîştine asta xwekuştinê û 216 jin jî ji ber kiryaran birîndar bûne.  

HESNA MIHEMED
Şehba- Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wî piştî ku tevahî çekên bejayî û hewayî li ser Efrîn Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê bi kar anîn di 18'ê Adara 2018'an de Kantona Efrînê xistin bin serweriya xwe. Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin heta vê kêliyê kiryarên der heqê sivîlan de karên derexlaqî û dijqanûnî nehatiye rawestandin. Bi sedhezaran ji şêniyên Efrînê ji warên xwe koçber bûn û li Kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn. Li gorî bîlançoyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya çar salan li Efrînê zêdetirî hezar jin hatine revandin û di îşkenceyê re derbas bûne. Her wiha gelek jin gihîştin asta xwekuştinê ji ber zilim û binpêkirinên dewleta tirk qebûl nekirine. Endama Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye Roşîn Hido kiryarên ku li ser jinan li Efrîna dagirkirî tê meşandin bi me re parve kir.
"Jina Efrînî rojane bi kiryaran re dijî"
Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve ji aliyê dewleta tirk ve rojane şêniyên wê herêmê rastî binpêkirinan tên. Roşîn wiha behsa kiryaran dike: "Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta tirk a dagirker kiryarên dijmirovî li ser gelê wê herêmê dimeşîne. Rû bi rû sivîl rastî îşkence û kuştinê tên. Di heman demê de meşandina guhertina demografîk û derxistina gel ji cih û warên xwe jî bênavber didome. Ruxmî tifaq û hevpeymanên navneteweyî ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera jin û mêr de jî dîsa binpêkirin li ser jinan tên kirin. Her wiha tifaqa Sîdaw ku Neteweya Yekbûyî derxistibû ji bo dawîkirina cinsiyetparêziya li ser jinan li ser rûyê erdê, beravojî vê hevpeymanê tê kirin û jin rojane bi kiryaran re dijîn û tu biryar nebû bersiva tundiya li ser jinan."
"Zêdetirî hezar jin rastî revandin û îşkenceyê hatine"
Li gorî bilançoya ku hatiye îsbatkirin zêdetirî hezar jin hatine revandin û îşkencekirin. Roşîn wiha bilançoya kiryarên li ser jinan eşkere kir: "Ji 4 salên ku Efrîn hatiye dagirkirin heta niha, zêdeyî hezar jin ji temenên cuda hatine revandin. Ji ber îşkenceyên giran ên li ser jinan tên meşandin gelek jin jiyana xwe ji dest didin an jî bi nexweşiyên giran dikevin. Bêtirî 75 jin hatin qetilkirin û jê 5 jin gihîştine asta xwekuştinê. Dema Rêveberiya Xweser li Efrînê hatibû avakirin, di bin kantrola wan de rewşa xwekuştinê tunebû. Dewleta tirk zîhniyeta ku niha li Efrînê dimeşîne dihêle ku rewşa xwekuştinê zêde rû bide. Zêdetirî 69 jin rastî tundiya cinsî hatine, 216 jin hatine birîndarkirin. Ji ber ku em nikarin xwe bigihînin tevahî jinan em bawer dikin bilançoya kiryaran zêdetir e. Ev kiryar ji sûcên şer tên hesibanin û divê dewleta tirk hesabê van kiryaran bide."
"Divê rêxistinên navneteweyî xwe berpirsyar bibînin"
Heya vê kêliyê tu rêxistin ango saziyên mirovî hesab ji kujeran nexwestin. Roşîn bang li tevahî saziyên mirovî û hiqûqî kir û got: "Banga me ji bo Xaça Sor a navneteweyî re heye ku ji ber ew li ser pêkanîna tifaqên Cinêv-4 û protokolên girêdayî wê disekine ji bo ku binpêkirinên li Efrînê tên jiyîn rawestînin. Divê rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî xwe berpirsyar bibînin û sûcên ku tên kirin bidin sekinandin û gelên resen ên koçber bûne vegerin cih û warên xwe."