‘Li dijî pêlîstokên Zayendperest’ pêlîstokên alternatîf

Refên pêlîstokan, qalibên zayendperest û newekheviya di cîhana mezinan de nîşan didin... Dema em dikevin dikaneke pêlîstokan, dibînin ku pêlîstokên setên paqijiyê û yên xwarinê, di reyona zarokên keçik de ne. Zarokên keçik, ji ber ku bi têgihîştina ew pêlîstok ji bo wan in berê xwe didin wê reyonê. Ji ber ku ji zarokên keçik re pêlîstokên wekî maşîne û balafir nayên kirîn, behremendiyên xwe ne di warê teknolojiyê de, di warê xwedîkirina bebik, çêkirina xwarinê û paqijiyê de bi pêş dixin. Ango peyama ji zarokên keçik re tê dayîn ev e: “Tu li malê rûnê, zarokan mezin bike, bi xwarin û paqijiyê re mijûl bibe.” Li dijî van rolên zayendperest, pêlîstokên amîgurumî hene.

ZEYNEP AKGUL
Enqere- Bi kodên pembe-şîn, ji bo zarokên kur û keç cîhanên cuda tên avakirin. Amûrên malên ên wekî erebokên bebikan, malên pêlîstok, sivnika bi cereyan û firin, ji ber ku li refên pembe tên firotin, karên malê û paqijî wekî berpirsyariyên keçikan tên nîşandan. Ev stratejiya bazarkirinê, alternatîfên zarokan teng dike, pêşî li potansiyela wan digre û di navbera zarokan de pêşî li cudakariyek ku ser zayendê bi pêş dikeve vedike.   
 Ger ku zarokên kur û keç bi awayê wekhev ji hemû pêlîstokên ku ji bo bikêrhatina zanistî û ramana rexneyî ne; hezkirina wan a ji rengê pembe û şîn pirsgirêk nîn e. Pirsgirêk di stratejiya bazarkirina pembe-şînê de ye. Ev hînbûyîna bazarkirinê, dipejirîne û dide pejirandin ku zarokên keç û kur ji heman pêlîstokan hez nakin, kur bi karên malê û xwedîkirina zarokan re mijûl nabin, keç jî bi muhendîsî û zanistê re mijûl nabin. Li gorî min pêlîstokên amîgurumî qalibên van ezberan dişkînin.
Civaknas Ezgî Sila Îpak dibêje; “Pêvajoya zarokatiyê, ew dem e ku zarok ber bi civakîbûnê ve diçe, derdora xwe nas dike û jiyanê têdigihîje. Ew pêvajo çawa derbas bibe dê kesayetiya zarok jî li gorî wê teşe bigre. Li gorî teybetmendiyên civakî û çandî dê kesayetiyek were avakirin.” Em pê re li ser bandora lîstik û pêlîstokan a li ser pêşveçûna zarokan, cîhana pêlîstokên amîgurumî ya li dijî zayendperestiyê û çîroka nasîna wê ya amîgurumî axivîn.
• Rêwîtiya we bi amîgurumî re çawa dest pê kir? Gelo ji ber ku hûn li ser îstîsmar û mafên  zarokan dixebitîn loma we pêlîstokên amugurumî honan?
Bi rastî navbera min ji destpêkê ve bi honandinê re hebû. Dem bi dem min qet çênedikir lê dema min çêdikir jî min dest jê bernedida. Bi piranî min bi şîşê dihona. Dûre min bi nîkê çêkir. Min bi çêkirina betaniyeya bi motîf dest pê kir, dûre min amîgurumî keşf kir. Dikarim bibêjim ku ji bo ji xwe re pêlîstok bihonim min dest amîgurumiyê kir. Dûre dema min dest bi xebata tezê kir û wateya di pêlîstokan de dît, zêdetir eleqedar bûm. Piştî demek jî ev ji bo min xwestek û min bi pêş xist.
“Zarok dûçarê gelek kodên cîhana mezinan dimîne”
• Pêlîstokên têkildarî zanist, teknolojî, muhendîsî û matematîkê, piranî ji bo zarokên kur tên çêkirin. Pêlîstokên ku ji bo zarokên keç guncaw tên dîtin jî setên malok, bebikên Barbie, setên çay, qehwe, zêdetir pêlîstokên ku bi awayê li nava malê werin sînorkirin hatine çêkirin. Ango zarokên keç bi van pêlîstokan li nava malê tên hepskirin. Di esasê xwe de em dikarin bibêjin ku rolên civakî yên li ser me hatine ferzkirin, bi pêvajoya pêlîstokan dest dikin?
Teqez wisa ye... Zarok çawa tê dinyayê, dûçarê gelek kodên mezinan dibe. Wekî ku ew jiyan aydê zarok be lê di esasê xwe de newisa ye. Zarok, di nava pêvajoya ku di civaknasiyê de jê re zarokatî tê gotin, li gorî jiyana mezinan û modelên rolên civakî tê mezinkirin. Kesayetiyek li gorî normên jiyana mezinan çêdibe. Pêvajoya em jê re dibêjin zarokatî, ew dem e ku zarok ber bi civakîbûnê ve diçe û bi jiyanê têdigihîje ye. Ew pêvajo çawa derbas bûbe, kesayetiya zarok jî dê li gorî wê teşe bigre, kesayetiya wî/ê dê li gorî taybetmendiyên civakî û çandî were afirandin.
 “Dema ku pêlîstokan çêdikim li rengê wan wan baldar dibim!”
• Pêlîstokên amîgurumî li dijî pêlîstokên plastîk û zayendperest dibe vebijark jî di heman demê de. Nêzîkatiya zayendperest a di hilbijartina pêlîstokan de bandoreke çawa li ser derûniya zarokan çêdike? 
Li gorî min pêlîstokên ku şîdetê, yên herî bi xeter in. Ew pêlîstok, meyla zarok ber bi şîdetê e dibin, û fikra ku perçeyên jiyanê yên asayî bin bi wan re çêdike. Mînak di amîgurumî de tiştek wiha tune ye. Bi piranî bebik û ajal hene. Dema ji min pêlîstok tên xwestin, ez li rengê wan jî baldar dibim. Dema bi armanca qezencê were fikirîn, karê ku tu dikî bi aliyekî din ve diçe lê dema wekî daxwaz bidome jî li gorî prensîbên xwe diçe. 
•Di demên dawî de dê û bav dema ji zarokên xwe re pêlîstokan distînin, pir fikar in. Ji ber vê sedemê gelo em dikarin bibêjin ku eleqeya ji pêlîstokên amîgurumî re zêdetir bûye? 
Nêzî 10-11 mehan e ez medyaya civakî pir bi kar tînim. Dibînim ku daxwaza ji bo van pêlîstokan zêde bûye lê pêlîstokên amîgurumî, li gorî yên din hinek luks dimînin. Ev yek jî xwezayî ye lewre dem û kedek baş li wan diçe. Tayê ku tên bikaranîn jî li gorî yên din buhatir in. Ên dikarin bistînin jî hene ên nikarin jî lê her kesê ku honandinê bizanibe dikare çêbike. Ji bo hînbûnê gelek vîdyo hene, ji wir jî dikarî hînê çêkirinê bibî. Kesên nikarin bistînin, dikarin bi tayê erzantir ji xwe re bihonin.
 “Zekaya afrînerî û analîtîk dide xebitandin”
• Di amîgurumî de gelek teknîk hene. Bawer im di honandinê de divê hûn bi gelek teknîkan bi hev ve girê bidin? Hûn erî zêde kîjan teknîkê bi kar tînin?
Di amîgurumî de ji gelek teknîkan zêdetir, gelek dîzayn û cure hene. Ji bo van dîzaynan, teknîka derziya ku em jê re dibêjin bênavber em bi kar tînin lê ev hejmarên vê derziyê, kêmkirinên wê, zêdekirinên wê, hemû ji hev cuda ne. Ji bo ku şekil derkevin holê divê ev hemû baş werin bikaranîn.
Ev yek hinek jî zekaya afrînerî û analîtîk dide xebitandin. Tê gotin ku zekaya hestiyarî ya jinan zêde ye lê dema em li çêkirina van pêlîstokan dinêrin dibînin ku asta zekaya analîtîk a jinan jî baş e û dikare gelek tiştên xweş biafirîne. Dema em hînî qalibên diyarkirî dibin, piranî em derziya bênavber bi kar tînin lê ji bo şalgerdan, fîstan û çente, em teknîka nîka ku jê re dibêjin tirabzan bi kar tînin. 
• Tevî ta, şîş, keçe, ahşap, boyax û hwd. dema li gorî qerekter pêvekên taybet tên çêkirin, malzemeyên cuda tên bikaranîn. Hûn bi kîjan malzemeyan çêdikin gelo? 
Heta dikarim, hewl didim madeyên kîmyewî bi kar neynim. Ez aksesuar û aparatên ku em ji wan re dibêjin çavên bi ewle bi kar tînim. Bi piranî ez bişkojên ehşab bi kar tînim her wiha ez wan bi îtîna pakêt dikim her û reng didim wan.