Li dijî jinan şerek veşartî: Ji bê ewlehiya civakê heta qedexeyên derveyî malê

Tevî ku zêdetirî 40 roj di ser şerê li Îranê dest pê kiriye re derbas dibe, jinên li deverên sînorî dijîn, ne tenê di hêla nebûna derman û xizmetên bijîşkî de, bi zextên malbatî, qedexeyên civakî û kontrola mêrsalarî re jî rûbirû ne.

SARA PORXAZARÎ

Kirmanşan – Tevî ku ev nêzî du meh in şerê li hember Îranê didome, gelek saziyên medyayê vî şerî wek şerek di navbera DYE-Îsraîl û Komara Îslamî de radighînin. Lê di tebeqeyên veşartî yên vê krîzê de, koma mexdûrên ku di daneyên fermî de xuya nakin û her tim di siyê de mane, jin in. Li gel dijwarbûna pevçûnan, xelaya xwarin û dermanan, astengiyên di xizmetên giştî de û zêdebûna zextên aborî û ewlehiyê, rewşa civakî û psîkolojîk a jinan hîn xirabtir kiriye. Jin di nava vî şerî de ne tenê bi encamên giştî yên krîzê re, di heman demê de bi barek girantir ê tengasiyên malbatî, civakî û avahîsaziyê re jî rûbirû ne. Di rewşên şer de, tundî hem di asta civakî de û hem jî di nava malbatê de bi awayek diyar zêde dibe. Zexta ku bi hesasiyetên ewlehiyê û ji bêaramiyê çêdibin, kontrola ser beden û tevgerên jinan zêde dike. Ji bo jinên ku di pergalên civakî de di cihê newekhev de ne, şer vê newekheviyê kûrtir dike û mêrsalarî di vê pêvajoyê de awayek êrîşkar digre. Jinên di nava vê krîzê de, ne tenê şahidên şer in, di nava şerekî paralel de ne jî. Şerek ku li dijî tundiya nava malê, cûdakariya pergalî, dûrxistina civakî û zextên aborî tê dayîn de ne. Ev ‘şerê veşartî’ bi qasî yên din rast û wêranker e, lê kêmtir tê vegotin.

‘Fikarên min zêde ne’

Jina du canî û koçber Mîtra B. ku li deştên derdora Qesrî Şîrîn dijî, wiha dibêje: “Ev 6 meh in ez ducanî me, ev 2 meh in em li van deştan dijîn. Her roj em dengê fuze û balefiran dibhîzin, lê ev tenê beşek biçûk ji fikarên min in. Meha borî ji bo kontrolê diviyabû biçim Kirmaşanê, ji ber ku hemû bedena min, bi taybet zikê min gelek diêşiya. Lê bi destpêkirina şer re, hevjînê min bi hêrs daxwazên min red kir. Digot çûyîna Kirmanşanê jiyana herkesî dike xetereyê û rewşa min xirabtir bû. Li Qesrî Şîrînê derfetên tenduristiyê gelek sînordar e, ne pirsporê têrker hene, ne jî tîmên pêwîst. Ez her roj êş dikşînim, bihayê dermanên ku divê bistînim, hema bêje 10 qat zêde bû û gelek jê nayên dîtin. Hinek dermanên min ên jiyanî ev mehek zêdetir e ku qediyane. Tevî van hemûyan ez xwe digrim, lê tirsa min a herî mezin, dema anîna zarok e. Ez nizanim ku piştî sê mehan derfetên min ên li nexweşxaneyê zaroka xwe bînim dinê wê hebe an na. Belkî ez neçar bim di vê konê de zaroka xwe bînim dinê.”

Di siya şer de ducanîbûn: Tedawî bûye xeyalek dûr

Çîroka Mîtra tenê mînakek e. Ev rewş nîşan dide ku şer, xizanî, bêderfetî û mêrsalarî çawa li ser beden û jiyana jinan zextê dikin. Ji bo jinek du canî, xwegihandina derman, lênêrîn û xizmetên tenduristiyê, encamên jêneveger bi xwe re tîne. Her wiha Mîtra, bi mehan bêyî kontrolên pêwîst hem ji bo tenduristiya xwe hem ji bo zaroka xwe di nava fikaran de dijî. Rêyên şer ew anîne halê bê ewle, biryara hevjînê wê ew ji mafê bigehîn ê tenduristiyê bê par hişt. Ev biryara ku ji ber ewlehiyê hatî girtin, di rastiyê de beden û tenduristiya Mîtra kiriye talûkê. Ev rewş nîşan dide ku şer ne tenê bînesaziyê, têkiliya hêzê ya di nava malbatê de jî çawa dijwar dike. Mêrsalarî bi krîzê re dijwartir dibe. Mîtra ne tenê bi êşa fîzîkî re, her wiha bi zexta psîkolojîk, bi kontrola li ser bedena wê ku ji destê wê hatî girtin jî têdikoşe. Çîroka wê nîşan dide ku, jin di çeperên herî pêş ê krîzan de cih digrin, gelek deman bêyî ku werin dîtin, bihistîn û ji destekê bêpar têdikoşin.

‘Herî zêde jin di nava zextan de ne’

Aktivîsta mafê jinan a li Kirmanşanê Ferengîs T wiha dibêje: “Di şeran de, koma dikeve bin zextan, jin û zarok in. Di gelek rewşan de, jin zêdetir bar hildigrin. Ji ber ku di civaka mêrsalar de, di demên krîzan de fedekartiya ji jinan tê xwestin bi awayek cidî zêde dibe. Tiştên ku hatine serê Mîtra, yek ji van mînakan e. Ew ne tenê ji derfetên bingehîn bêpar e, di heman demê de ji aliyê hevjînê xwe ve jî nayê destekkirin. Feraseta hevjînê wê xwe dispêre rewakirina şer a jinan ji mafê wan bêpar hiştine. Di vê qadê de jin ne tenê bi xizaniyê, bi serdestiyekê re jî rû bi rû dimînin.”

Şer û mêrsalarî: Qedexeyên ji malê destpê kirin

Di gelek civakên mêrsalar de, mêr di şertên şer de, jinan wek xelek lawaz dibînin. Şer di çavê wan de, wek qadek ku hêz û kontrolê pêşkêş bike ye. Lê belê hebûna jinan vê hişmendiya hêzê li hev dixe. Ji ber vê gelek mêr di demên şer de, berê xwe didin sînordarkirin, bêdengkirin û konrtolkirina jinan. Tê fikirîn ku ger jin biryarên serbixwe bigrin, wê hêza têkoşîna mêran lawaz bike. Ev nêzîkatî ji ber tirsa mêr a ji jinê ye. Di vê qadê de jin ne tenê gefên derve, di nava malê de jî li dijî şerek ku nayê dîtin têdikoşe.

Tirsên mîrasî yên jinan li herêmên şer

Îzzet H. ya 60 salî ya li Qesrî Şîrîn dijî, wiha got: “Gotinên ku di dema şerê di nava Îran-Iraqê de leşkeran êrîşî jinan kirine, hene. Ev tirs ewqas mezin e ku me difikirîne ku beriya em werin girtin xwe bikujîn. Heta hinek mêran digot ger pêwîst bike emê bi xwe jinên xwe bikujin. Niha dema şer dîsa destpê kir, heman tirs vegeriya. Ez ji bo keç û bûkên xwe bifikar im.”

Ev cûreyên tirsan ji nifşan derbasî nifşên din dibe. Di qada şer de îhtimala tundiya zayendî, barê psîkolojîk ê jinan zêde dike. Di mêran de li ser vê tirsê jinan hê zêdetir qedexe dike. Di encamê de jin hem di nava gefên derve û hem jî qedexeyên di nava malê de asê mane.

Ferengîs ragihand ku li herêmên sînor, malbat ji ber bêewlebûnê, keçên xwe di malê de dihêlin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê, gelek jinên ciwan ji perwerde, kar û jiyana civakî bêpar dibin. Xebatek asan wek çûyîna zanîngehê jî, wekï ku refaqatek mêr li gel hebe ye. Ev rewş, ji bo jinan ji wan zêdetir barek gelek giran tîne. Jin di hepsek neyê dîtin de dijîn.” 

Gelemperî, şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, beriya ku rasterast can bibe, gelek jinan bi awayek ne dîtî kiriye mexdûr. Jin gelek deman ne bi tercîhên xwe, ji ber zextên civakî li malan tên girtin. Ev rewş ne tenê ferdî ye, pirsgirêka pergalî ye jî. Şer ne tenê di çeper de, di hiş û têkiliyên civakî de jî didome. Qurbanên sereke yên vî şerî ku nayên dîtin, jin in.