Li Dêrezorê ku ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin ji bo jinan têdikoşe

Aîda Golan a li Dêrezorê girêdayî Rêveberiya Xweser dijî yek ji nimûneyên wan jinan e ku piştî bajarên wan ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin ji malên xwe derketin, beşdarî rêveberiya bajar û jiyana xebatê bûn û piştgirî dan pêşketinê.

ZEYNEB XELÎF

Dêrezor – Piştî 19’ê Tîrmeha 2012’an şoreşa ku bi pêşengiya jin bi pêş ket Dêrezor jî yek ji wan bajaran e ku ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Heremên girêdayî Rêveberiya Xweser jinan gelek mafan bi dest xistin û bi tekoşînên xwe di nav civakê de şoreşa fikrî pêş dixin.

Aîda Golan a ku beriya şoreşê di mala xwe de kar dikir îro bi gelek jinan re hem di rêvebirina bajêr de hem jî bi projeyên aborî ji bo pêşketinê piştgiriyê dide.

'Azweriya min ji dîwarên malê derbas bû'

Aîda Golan li parka ku li bajarokê Hecîn ê Dêrezorê vekir, ji bo jinan warê îstîhdamê çêdike, li parkê jî bi kafeyekê qadên civakî ji bo ciwanan ava dike. Aîda Golan anî ziman ku dema ew jina malê bû xwestiye dest bi karê xwe bike û wiha got: “Min her dem hewl da karekî ava bikim. Azweriya min di çêkirina xwarinê û warên din de zêde bû loma di nava dîwarên malê de bi sînor nemam."

Aîda Golan di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez her dem li hemberî pirsgirêkên civaka ku tê de dijîm hestiyar bûm. Weke çalakvanekê bi salan e ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê xwe min hewl da. Beriya şoreşê jin rastî cudakariyên giran dihatin. Piraniya wan jinên malê yan jî mamoste bûn lê niha em li her derê ne. Piştî ku bajarê me hat rizgarkirin ez beşdarî xebatên komînê bûm û di meclisa herêmî de min cih girt. Piştre min hevserokatiya Meclisa Gel kir. Hûn çiqas bi ser bikevin, hûnê ewqas bi pêş ve biçin."

'Serkeftina me di berjewendiya hemû herêmê de ye'

Aîda Golan, anî ziman ku ji bo jin qadên nû yên îstîhdamê biafirînin bi xurtî dixebitin û got: “Ji bo jinên ku dahata wan a aborî tune ye, bê xwendin in û di bin zexta pergala baviksalarî de ne, ez derfetên kar peyda dikim. Min hewl da ji bo xweparastin û mafên jinan piştgiriyê bidim. Projeya me ya Parka Awafî di vê herêmê de xebata herî berbiçav bû. Her wiha pêşxistina projeyên din û xwebaweriya jinan teşwîq kir. Li pêşiya me projeyek pastefiroşiyê heye. Ew ê bibe cihê pasteyên ku ji aliyê jinan ve tên çêkirin. Divê hemû jin hay ji derfetên xwe hebin û bi wêrekî statuya xwe diyar bikin. Serkeftina me di berjewendiya hemû herêmê de ye. Ne takekesî ye. Ez hêvî dikim ku ev pêngav ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erênî be."