Li Dêrazorê bi çêkirina berhemên kevnar debara xwe dikin

Li Dêrazorê çêkirina sivnikên ji hesîr ku wek kevneşopiyek e, ji aliyê jinan ve didome. Jin bi çêkirina sivnikan hem dixebitin, hem jî debara xwe dikin

ZEYNEB XILÊF

Dêrazor – Piştî ku bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên YPJ û YPG’ê ve hat rizgarkirin, gel dîsa li her qadê dest bi karûbarên jiyana xwe kir. Piştî têkoşîna di pêşengiya jinan de xebatên avakirina pergala jinan berdewam dikin. Jin bi keda xwe di hemû waran de berhemên xwe diafirînin. Yek ji wan qadan jî ya aborî ye. Jin bi afirandina karên nû yan jî vejandina kevneşopiyan hem ji xwe re dixebitin, hem jî debara xwe ya rojane dikin.

Çêkirina sivnikên ji hesîran li Dêrazorê kevneşopiyek e, îro bûye debara gelek jin û malbatan. Shama Hesen a ji Dêrazorê yek ji jinên ku vê kevneşopiyê zindî dihêle ye.

Shama Hesen dibêje ku ji bo çêkirina sivnikan ben, qumaş, makîne, zincîr û band pêwîst in û dibêje: “Em li gundan van sivnikan bi kar tînin. Ji ber wê em dizanin çêkin jî. Jin bi çêkirina sivnikan debara xwe jî dikin.”

'Berhemên bi destan tên çêkirin bi sûdtir in’

Mona Xelef dibêje ku ew bi salan e van sivnikan bi kar tîne li cihê sivnikên naylon, ev baştir in û diyar dike ku ji bo desteka jinên li herêmê, li cihê ku bibêjin erzan e û yên naylon bikirin, divê sivnikên bi destan tên çêkirin bikirin lewre yên bi destan tên çêkirin, ji yên naylon gelek baştir in.