Li Ciwanroyê jin nikarin biçin bijîjk

Li Ciwanro ya Rojhiltê Kurdistanê gelek jin, ji ber tirsa mesrefa zêde kontrolên xwe yên tenduristiyê nakin û her roj pirsirêkên wan ên tenduristiyê zêdetir dibin.

MEHYAR ROSTEMÎ

Ciwanro – Di demek ku zextên aborî û nezelaliyên ji ber krîzên civakî û herêmî jiyana rojane dikin bin siya xwe de, li Rojhilatê Kurdistanê gelek malbat neçar in ku mesrefên xwe ji nû ve binirxînin. Me vê carê guh da pirsgirêkên jinên Ciwanroyê. Di vê pêvajoyê de, tenduristiya jinan gelek caran li paş dimîne. Lê belê, ev dibe ku encamên cidî li ser tenduristiya takekesî û malbatê hebin.

Tenduristiya jinan ne tenê wergirtina dermankirinê ya piştî derketina nîşaneyan e. Beşek girîng a lênêrîna bijîşkî bi xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê, pişkinîn û teşhîsa zû ve girêdayî ye. Gelek nexweşiyên ku di jinan de hevpar in, wek penceşêra memikan, penceşêra malzarokê û penceşêra hêkdankê, dibe ku di qonaxên destpêkê de nîşanên berbiçav nîşan nedin. Ji ber vê yekê, muayene û kontrolên birêkûpêk pir girîng in.

Pisporên tenduristiyê dibêjin ku çavdêriya tenduristiya giştî, kontrolkirina kêmbûna xwînê û vîtamînan, derbaskirina pişkinînên pêwîst û dîtina guhertinên bedenî di pêşîlêgirtin an teşhîskirina zû ya nexweşiyan de roleke girîng dilîzin. Lê belê, ji ber mesrefên zêde yên muayeneyan, testên laboratîf, ultrason û karûbarên din ên tenduristiyê, gelek jin neçar dimînin her çend nîşane jî xuya bibin, serdana bijîşk paşve bixin.

Çima jin dev ji pêwîstiyên xwe berdidin?

Di demên krîzê de pirsa ku çima jin bi hêsanî pêdiviyên xwe yên kesane paşguh dikin derdikeve pêş. Lêkolîner û aktivîstên di warê mafên jinan de dixebitin, bawer dikin ku rolên kevneşopî yên malbat û civakê di şekildana vê tevgerê de rolek dilîzin. Di vê çarçoveyê de, jin pir caran pêdiviyên xwe piştî yên endamên din ên malbatê digrin ber çav. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, penceşêra memikan, penceşêae malzarokê û penceşêra kolorektal di nav cureyên penceşêrê yên herî berbelav ê li welêt de cih digre. Di nav vana de rêjeya herî bilind a penceşêra memikan heye, ku piraniya nexweşan jin in. Ev dane bi awayek zelal girîngiya kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk nîşan didin.

Tevî vê yekê, gelek jin ji ber pirsgirêkên aborî û hin astengiyên çandî, muayeneyên xwe yên birêkûpêk paşve dixin. Ev taloqkirin dikarin bibin sedem ku nexweşî derengtir werin teşhîskirin û pêvajoyên dermankirinê tevlihevtir bibin.

Berhemên paqijiyê dibin luks

Zextên aboriyê ne tenê bandorê li ser gihîştina tenduristiyê, di heman demê de bandorê li  pêdiviyên bingehîn ên paqijiyê jî dikin. Zêdebûna bihayê berhemên paqijiyê yên jinan, bi taybetî ped, ji bo gelek malbatan bûye pirsgirêkek cidî.

Nîgar A. dibêje ku ji ber xwînrêjiya zêde ya mehane a regilê, di her reglek de du û nîv heta sê pakêt ped bikar tîne. Lê ji ber zêdebûna bihayê wê neçar bûye di pereyan de teserûf bike û wiha got: “Berê her gava pêwîstiya min çêdibû min pedê xwe diguhert. Niha, ji ber zêdebûna biha, neçar dibim hinek caran wê pedê demek dirêj bikar bînim. Ev rewş min ne aram dike û bandorek neyînî li ser paqijiya min a kesane dike.”

Pirsgirêkên tenduristiyê bi mehan tên taloqkirin

Her wiha jin hene ku ji ber mesrefa dermankirinê şopandina pirsgirêkên tenduristiya xwe bi mehan an jî bi salan taloq dikin. Mojgan K. Ya 25 salî dibêje ku ji ber kîstên sîng û binçengan, divê her şeş mehan carekê here ultrasonê û wiha got: “Ev nêzî salekê ye ez neketime ultrasonê. Ez nizanim kîstên min çawa ne û nizanim ew mezin bûne an na. Ev demek dirêj e êş ber bi milên min ve diçe, ez ji rewşa xwe ya tenduristiyê bi fikar im, nikarim mesrefên tedawiyê bidim.”

Soraya Muhammedî yek ji wan jinan e ku ji ber sedemên aborî çûyîna bijîşk bi derengî xistiye û got: “Bi mehan êşa min a regilê girantir bû. Li derveyî mehane jî rijandina neasayî ya min a xwînê hebû. Min dizanibû ku divê ez biçim cem bijîşk, lê mesrefa muayeneyan, testan û dermanan ji bo min pir zêde bû. Tenê dema ku nîşanên wê pir giran bûn çûme bijîşk. Heta ku ez di dawiyê de çûm bijîşk, enfeksiyona min pêşve çûbû û dermankirin dirêjtir dibû. Ger ez zûtir biçûma, dibe ku dermankirin hêsantir û erzantir bûya.”

Pispor hişyarî didin

Dr. Soma Muhammediyan (navê sexte), jinekolog û bijîşka jinan a li Ciwanroyê dixebite, dibêje ku pirsgirêkên aborî û hin sînorkirinên çandî di nav sedemên herî girîng de ne ku nahêlin jin di wextê xwe de serdana bijîşkî bikin. Dr. Soma wiha got: “Dema ku muayene tên taloqkirin, nexweşî pir caran di qonaxên pêşkeftîtir de tên teşhîskirin û pêvajoyên dermankirinê dijwartir dibin.”

Dr. Soma Muhammediyan tekez kir ku enfeksiyonên kronîk ên bê dermankirin dikarin bibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî û wiha domand: “Ez vê dawiyê rastî bûyerek ku wek enfeksiyonek hêsan dest pê kir hatim. Lê belê, ji ber nexweşîn nêzî sê salan nehat kontrolkirin, pirsgirêk veguherî birîn, kêm û enfeksiyonek giran.”

Metirsiyên demdirêj

Li gorî pisporên tenduristiyê, kêmkirina mesrefên xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê, di nav de kontrolên birêkûpêk û testên di sîgorteyê de û zêdekirina gihîştina jinan a xizmetên tenduristiyê, dikare kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk teşwîq bike. Lêbelê, heta ku zextên aborî berdewam bikin, gelek jin ji kontrolên periyodîk bêpar dimînin. Ev rewş di demek dirêj de tenduristiya jinan dike xetereyek cidî.