Li Cezayirê pirsgirêkên civakî û hevberdan

Lêkolînera civaknasiyê Sediye Qasim sedema teşhîrkirina wêneyê jinên hevberdayî, bi perwerdeya civakî ve girê dide û diyar dike ku di hundirê civakê de jî malbat heye û zêdebarî ev yek, vediguhere desthilatdariyê.

NECWA RAHÎM
Cezayir- Piştî ku zewac digihîje xala herî dawî ku ew jî berdan e hin jin û mêr bi awayekî nebaş bi hev re didin û distînin û sirên jiyana xwe ya ku bi hev re derbas kirine aşkere dikin. Gelo ev yek ji ber çi diqewime? Li hestiyariya hin kesên derdora xwe yan jî xizmên xwe digerin an sedemên wê yên din hene.
Piştî ku hevberdana hevjînan, eşkere dibe yek ji mijarên herî berbelav bi taybetî li ser malperên civakî ku bûye rêbaza herî hêsan ku tê de her tişt belav dibe, teşhîrkirin e. Di aliyê derûnî de bêtir li ser hevjînan bandor dike, bi taybetî jin, di vî warî de rastî gelek zext û pirsgirêkan tê.
Pêkanînên derexlaqî
Pispora derûnînasiyê Wesîle Hemdî dibêje ku jina jiyana xwe bi hevjînê xwe re bi dawî dike, xemgînî û tenêtiyê hîs dike. Di vir de mêr gelek pirsgirêkan derdixe da ku hevjîna wê ya berê jiyana xwe berdewam neke bi taybetî dema ku ew jin bixwaze jiyana nû ji bo xwe ava bike, serî li pêkanînên derexlaqî dide. Civak bi nêrîneke nebaş li jina ji hevjînê xwe veqetiya ye dinêre ev yek jî dihêle ku jin sûcdarî û têkçûnê hîs bike.
Q. Reca keçeke 20 salî ye, nexwest ku navê xwe aşkera bike, dibêje ku zewaca wê du mehan domiyaye, di nava du mehan de ji aliyê hevjînê xwe ve her dem rastî lêdan û biçûkxistinê hatiye, tevî vê yekê jî malbata wê ji ber nêrîna civakê ew qebûl nekiriye.
Lêdan û îxanet rêbaza jiyana wî bû
Lêkolînera civaknasiyê Sediye Qasim sedema teşhîrkirina wêneyê jinên hevberdayî, bi perwerdeya civakî ve girê dide, di hundirê civakê de jî malbat heye û zêdebarî ev ev yek, vediguhere desthilatdariyê.
Serokê berê yê Komîteya Cezaîrê ya Yekitiya Navdewletî ya Parêzeran destnîşan dike ku der barê bilindbûna rêjeya berdanê di salên dawiyê de lêkolîneke fermî di sala 2020’an de hatiye kirin, di wê lêkolînê de xuya bûye ku rêjeya berdanê salane digihîje 68’an.
Teşhîrkirina piştî bidawîkirina zewacê reftareke çewt û qirêj e
Sebah. E ya 30 salî nexwest navê xwe tam aşkere bike li ser rewşa zehmet a beriya ku dozeke hukumdanê li hemberî hevjînê xwe veke dibêje; “Ez di temenê bîst saliyê de zewicîm, min ji zewacê tu tişt fêm nedikir, di destpêkê de min her tiştê ku hevjînê min dixwest dikir. Lê piştî çend salan, dema ku em bi hev re diketin eleqeyê min dît ku her dem wêne dikşîne, min ev yek qebûl nekir û  xwest em ji hev veqetin lê wî ez bi dîmenan tehdît kirim û got ku dê li ser malperên civakî belav bike. Bi awayekî baş ez nêzî wî bûm da ku wan dîmenan belav neke lê ez negihîştim tu encaman, min hew dît ku hin vîdyo li ser Youtube hatine belavkirin, ez çûm dadgehê û min gilî kir. Ew demek ango pêvajoyek gelek zor bû lê îro ez azad im.”
Sebah. E ne kesa tekane ye ku piştî zewacê rastî teşhîrê hatiye. Heta ev yek li ser hunermendan jî tê kirin, hevjînê hunermend û lîstikvana Cezairê Buşra Uqbî piştî ku di dadgehê de doz winda kir, wêneyek wê yê tazî di Adara 2021’ê de li ser malperên civakî belav kir.
Ji ber ku Buşra Uqbî hunermendeke mezin û gelek karên hunerî pêşkêş kirine gel bi hurmet nêzî wan dîmenan bû.
Zagona Cezaîrê teşhîrkirina jin û mêran sûc dibîne
Parêzer Sewriye Semahî ku di rewşên takekesî û dozên malbatî de pispor e, dibêje ku zagona Cezaîrê teşhîrkirina jin û mêran sûc dibîne ger ku teşhîr di riya înternetê de be lêkolîn li ser înternetê dest pê dike lê dema ku bi awayekî devkî be navendên asayîşê pê re mijûl dibin.
Semahî destnîşan kir ku zagona cezayan a hejmar 82-4 her kesê ku tehdîd an teşhîrê dike li gorî madeyên qanûnî 299-171-302 ji qanûnên cezayan 6 salan ceza dibre.
Teşhîr gelek xeterên xwe hene bêguman ev girêdayî berdanê ye, ji ber zextên ku her du alî tê re derbas dibin, dibe sedem ku wiha tevbigerin. Ev yek dikare wekî tolhildanê jî were dîtin.