Li Cezayîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Komeleya Nûr gelek çalakiyan li dar dixe

Bi nêzikbûna Roja Jinên Cîhanê re, Komeleya Nûr ji bo jin, malbat û zarokan bernameyek ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê bi armanca piştgirîkirina jinên Cezayîrî, bi taybetî jinên ku li malên xwe dimînin û bêkar in, amade kir.

RABIA XERÎS

Cezayîr- Cezayîr yek ji wan welatan e ku dibe şahidê tevgereke femînîst a berfireh ji bo balkişandina pirsgirêkên jinan. Ji bo ku jin û keçên ciwan ji merjînalbûn, cudakarî û tundiya bi hemû şêwazên wê êşê dikşînin, gelek rêxistinên femînîst û yên mafên mirovan ên ku piştgiriya jinan dikin ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê bernameyek çalakiyan amade kirin.

Di 8'ê Adarê de Komeleya Nûr projeya yekgirtî wek diyariyek ji bo jinan organîze dike

Seroka Komeleya Nûr a Femînîst a Mafên Mirovan a jin, malbat û zarokan Delîla Hisên ji ajansa me re bernameya ku komeleyê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade kiriye, ragihaned û destnîşan kir ku ew ê projeyek yekgirtî wekî diyarî ji bo jin û malbatên Cezayîrê bidin destpêkirin.

Di projeyê de pêşangehên hunerên destan û komxebat dê werin lidarxistin

Delîla Hisên diyar kir ku projeya ku Komeleya Nûr serperiştiya wê dike de lidarxistina gelek pêşangehan li bajarên cuda bi dirûşma "bi destên min hatiye çêkirin" ji bo teşwîqkirina jinan ji karkirinê re û balkişandina ser rola çalak û berbiçav a jinan di pîşesaziyên destan û hilberînên malbatê ye. Her wiha Delîla Hisên bal kişand ku dê jinên navdar ên ku di xebatên komeleyê de cih girtine nîşan bidin û li ser pirsgirêkên jinan komxebatan li dar bixin."

"Tiştên ku werin pêşkêşkirin hemû ji aliyê jinan ve hatine çêkirin"

Delîla Hisên diyar kir ku di nav pêşangehan de dê hunerên destan hebin û wiha got: “Hunerên destan ên ku dê di pêşangehê de werin pêşkêşkirin, hemû ji aliyê jinan ve hatine çêkirin. Di nava wan huneran de tiştên kevnar ên ku bi heriyê tên çêkirin weke den, çer û şerbik hene ku ev pîşesaziyên kevneşopî yên herî girîng in li Cezayîrê û ev pîşesazî yek ji kevintirîn hunerên herêmê tê hesibandin. Ji nifşek derbasî nifşên din dibe heya ku digihîje roja me ya îro û wê di pêşangehê de beşek din jî hebe ku di nava xwe de berhemên tekstîlê û dirûtina cilên kevneşopî dihewîne, heye."

Komeleya Nûr piştgiriya jinên ku li malê dimînin dike

Der barê xebatên herî girîng ên ku Komeleya Nûr di sala 2021'ê de pêk anîne de Delîla Hisên destnîşan kir ku Komeleya Nûr balê dikşîne ser jinên ku li malê dimînin û tenê bi karê malê re mejûl dibin û tu çavkaniya jiyana wan tune ye, teqez kir ku ev kategoriya jinan xwedî enerjiyeke veşartî ne û li qadan dikarin hêza xwe derbixin holê.

Delîla Hisên teqez kir ku guhertinên di civakê de çêbûne, bûne sedem ku jin dest ji rolên xwe yên kevneşopî berdin û rolên din biafirînin, li gorî civaka niha.

Dayikên ku zarokên xwe bi tenê xwedî dikin

Delîla Hisên teqez kir ku komele tenê bi alîkariya jinên ku li malê dimînin sînordar nabe, di heman demê de hewl daye bi berfirehî balê bikşîne ser doza jinên hevberdayî yên ku dixwazin xwedîkina zarokên xwe bi dest bixin û bi benda 66'an a qanûna malbatê ya Cezayîrê re şer dikin û komele piştgiriya wan dike.

Komeleya Nûr bi koordînasyona bi hejmarek pispor û parêzeran re bi armanca bidawîkirina êş û azarên dayikên hevberdayî û ji bo bidestxistina hevsengiyek ji bo rewşa zarok û parastina mafên dê û bav di lênerîna zarokan de û ji bo rakirina xala 66'an a zagona malbatê ya Cezayîrê însiyatîfek da destpêkirin.

Li gorî ku Delîla Hisên destnîşan kiriye piştî însiyatîf ji hêla parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Gel a Cezayîrê ve hat pejirandin dê însiyatîf bibe projeya panûnê û da zanîn ku hejmarek parêzer li ser amadekirina pêşnûmeya projeya qanûnê dixebitin da ku pêşkêşî komîteya karûbarên hiqûqî ya parlamantoyê bikin ku dê komîte bi rola xwe wê pêşkêşî wezareta dadê bikin.

Delîla Hisên pişterast kir ku ji bo welat vegerînin ser zagona kevin ku di rewşên hevberdanê de mafê xwedîkirina zarokan bide dapîr an jî dayikekê, dixebitin û heger dayik careke din bizewice û ji nû ve jiyana xwe bidomîne jî mafê xwedîkirin zarokan jê re be. Her wiha Delîla Hisên diyar kir ku zagona niha di meriyetê de ye ger dayik biryara zewaca nû bide û jiyana xwe ji nû ve ava bike, di vê rewşê de dayik ji xwedîkirina zarokên xwe bêpar dibe û ev yek jî dibe sedema pirsgirêkên cidî yên civakî û malbatî ku zarok ji wan zirarê bibînin.

Hevberdan û encamên wê

Delîla Hisên da zanîn ku dozên cudabûnê û hevberdanê di civaka Cezayîrê de pir zêde bûne û encamên wê yên neyînî li ser hevgirtina malbata Cezayîrê hene û wiha got: "Komeleya me dest bi însyatîfeke niştimanî kir da ku parastina malbatê ji hevberdanê bike, di salên borî de 10' hezar bûyerên hevberdanê yên ku jinan daxwaz kirine hebûne.

Delîla Hisên destnîşan kir ku rêjeyên hevberdanê, pir zêde û xeternak in û wiha domand: "Ev rêjeya hevberdanê ya tirsnak hişt ku em zingilê tirsê lêbidin û têkevin nava liv û tevgerê da ku em bikaribin rewşê şîrove bikin û çareseriyê peyda bikin." Delîla Hisên destnîşan kir ku komeleya wê beşdarî gelek komxebatan bûye û gelek semîner li dar xistine da ku sedemên diyardeya hevberdanê li Cezayîrê dijwartir dike, vekolînin.