Li Beyrûdê pêşangeha mîrateyên Filîstînê hat lidarxistin

Komeleya Hevgirtina Civakî a Filistînê û Komeleya Xewnên Penaberan ku di warê xebata civakî de çalak in, ne tenê ji bo mîrata heyî, di heman demê de ji bo ku vê mîratê bikin nirxeke civakî, aborî û qada têkoşîna jinan a li hemberî dijwariyan dixebitin

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd- Dema ku mîras bi giştî ji bo çalakiyên civakî û bi taybetî jî ji bo bihêzkirina jinan bibe motîvasyon, ev tê wê wateyê ku dema niha bi rîtma rabirdûyê lêdixe. Ya ku îro bi hêmanên îstîqrarê piştgirî dide civakên mirovan, bi taybetî ji ber rewşa xirab a jiyanê, nemaze der barê penaberên Filistînî yên li welatan ku êş û azar tê de du qat zêde dibin. Ji ber ku welatê mazûvan dûr e û ji xeynî xebat û avakirina bîreke nejibîrkirî tiştekî ku xerîbiyê ji holê rabike nîn e.

Pêşangeha duyemîn a "Ji te re ye, xanima min”

Cemiyeta Hevgirtina Civakî ya Filistînê bi hevkariya Komeleya Xewnên Penaberan ên Filistînî bi munasebeta roja dayikan pêşangeha "Ji te re ye, xanima min" a hunerên destan û hunerên cûrbecûr di pêşangeha xwe ya duyemîn de li dar xist. Ew jî bi beşdariya jinên Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê ku beşdarî dewreyeke perwerdeyê ya sê mehan bûn pêk hat.

Pêşangehê bi reqseke diyarker ku ji aliyê jinên ciwan ên Filistînî ve hat pêşkêşkirin û berhemeke hunerî ya mîrasê ku ji aliyê Koma Hespan ve hat pêşkêşkirin dest pê kir. Rêvebera Komeleya Hevgirtina Civakî ya Filistînê Cemal Kulayb wiha got: "Bi salan e dagirkeriya Îsraîlê gelek hewl dide mîrateya Filistînê bidize û wek mîrateya dewleta xwe bide nîşandan lê bi israra gelê me, di Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de li ser navê dewleta Filistînê xwedîderketina li vê mîrateyê bi ser ket. Jinên Filistînî divê bi perwerdekirina jinan bi kelepûra kevneşopî ya Filistînî mîrateya xwe biparêzin.”

Cemal Kulayb got: "Projeya "Ji te re ye xanima min", a duyemîn, jinên malê yên ku wek jin û malbatên din di ji tengasiya aborî êş dikşîn dike armanc. Ji bo perwerdekirina wan û pêşxistina şarezahî û perwerdekirina wan li ser dirûtinê. Jixwe pêşangeh kurtejiyana xebata jinên payebilind û bi israr e û di dirêjahiya sê mehan de bi perwerdeya pratîkî û piştevaniya derûnî û civakî di bin çavdêriya rahênerên pispor de, ew dikaribûn beşdarî vê berhema girîng bibin.”

“Bêyî bîrxistin em nikarin mîrata Filîstînê bi bîr bînin”

Cemal Kuleyb wiha anî ziman: "Em nikarin mîrata Filistînî bêyî bîrxistin bi bîr bînin, sefîra mîrata Filistînî Subhiya Kerîm a ku hemû tecrubeya xwe pêşkêşî jinan kir û wiha got: "Ev proje rêzek ji projeyan e ku ji bo bihêzkirina jinan li ser asta derûnî û civakî, ji bo guhertina îmaja qalibê jinên Filistînî ye ku ji aliyê Komeleya Xewnên Penaberan ve hatiye fînansekirin. Ew jî komeleya piştgir e ji projeyan li tevahî kampên Lubnanê.”

"Guhertina nêrîna ku jinên Filistînî nebes dibîne"

Di vê çarçoveyê de Rêvebera Komeleya Hevgirtina Civaka Filistînê Cemal Kuleyb ji ajansa me re axivî û got: "Versiyona duyemîn a projeya “Ji te re ye xanima min” 25 jinên kampa Eyn El-Hilweyê hedef girt û guhertoya yekemîn jî di Kanûna 2021'ê de bû ku jinên dixwazin şert û mercên xwe baştir bikin kir hedef. Her wiha hilberînên ji materyalên plastîk û cil û bergan, ji bo ku ji nû ve bi kar bînin girt nava xwe.”

Cemal Kuleyb her wiha da zanîn ku pêşengeha niha hilberînên ji pêşengeha berê jî girtiye nava xwe. Zêdebarî hilberînên ji mîrata Filistînî. Her pêşengeh hemû tiştên berê digel pêşketina raman û jêhatiyên nû ji jinan digre nav xwe. Dibe ku ev jin ne xwenda bin kê hin ji wan xwendin û nivîsandinê dizanin. Ji ber vê ev proje jinên li malê dike hedef ku ew ên herî bêtir hewceyî alîkariyê ne di ronahiya vê krîza aboriyê ya li Lubnanê de.

Komeleya Hevgirtina Civakî

Cemal Kuleyb der barê komeleya Hevgirtina Civakî de wiha got: “Komeleya hevgirtina Civakî piştî şerê Tîrmeha 2006’an bi armanca alîkariya koçberan bi taybetî jinan hat avakirin. Komele ne tenê jinan, zarokan û hemû beşên civakê digre nava xwe. Navendek me ji bo perwerdeya zarokan bi armanca xwendinê û beşeke taybet ji bo piştgiriya civakî, pêşxistina jêhatîbûna ciwanan, perwerdeya pîşeyî ji bo peydakirina derfetên kar ji bo wan û yên din heye.”

Der barê balkişandina ser mîrateya Filistînê de, Cemal Kuleyb got: "Mîrata ku me ji dayika yekem a Filistînê re derbas kir. Em nikarin dev jê berdin û hestek mezin a medyayê sala borî derketibû holê. Piştî ku rayedarên girêdayî Îsraîlî ew kirin nav kirasên aîdî pêşbirkên wan ên bedewiyê. Lê bi şerê me wek gelê Filistînê û rûbirûbûna me ji wan re, em dikaribûn îsbat bikin ku ev dirûtin û xemilandin beşek ji mîrasa me ye û ya me ye. Ya ku UNESCO û Neteweyên Yekbûyî pejirandine ku di dawiya sala borî de, "Hunera xemlandinê li Filistînê xist nav navnîşana xwe ya mîrateya çandî, ew jî li gorî daxwaza Wezareta Karên Derve ya Filistînê bû. Gelê Filistînê li çar aliyên cîhanê, tevî penaberên li Lubnanê, ji bo parastina vê mîrateyê hewl dide.

 Sefîra Mîrata Filistînê

Sefîra Mîrata Filistînê ya ku di karê neqşandinê de hatiye perwerdekirin, Subhiya Kerîm ku ji gundê Saffuriyya (yek ji gundên navçeya Nesretê û yek ji mezintirîn gundên Celîlê li Filistînê ye) û li kampa Eyn El-Hilweyê dijî, wiha got: "Ez şazdeh salî bûm, dema ku min dest bi neqişandinê kir, bi armanca başkirina rewşa jiyana xwe, ji ber ku ev yek di pêşxistina karsaziya min û piştgiriya aborî de ji min re bû alîkar.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Min girîngiya vî karî di warê naskirina mîrasê de nas kir û zêdetirî çil sal in bi israr keç û jinan fêrî hunera neqşandinê dikim. Nemaze ji bo nifşên nû ji bo parastina wê, digel pêşxistina vî karî û hêsankirina wî. Ez di nav gelek saziyan de, di nav wan de projeya Komeleya Hevgirtina Civakî ku nêzî bîst jinên Lubnanî, Filistînî û Sûriyeyî tê de, hunera neqşandinê perwerde dikim. Ji bilî meşa dirêj ku tê de bi sedan jin beşdarî perwerdekirina hunera neqşandinê bûn.”

Subhiya Kerîm, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Perwerdeya dirûtinê tê kirin û heta cureyên dirûtinên ku di neqişandinê de tên bikaranîn ji herêmek din li Filistînê ji hev cuda ne û heta rengê xêzên ku di neqşandinê de tên bikaranîn jî li her bajarî cuda ne.”

Beşdarên pêşangehê

Me bi hin beşdarên pêşangehê re hevdîtinek pêk anî û ji Komeleya Bernameyên Jinan a ku pispor e di hilberîna curbecur berhemên xwarinê de, Raghad El-Xetîb der barê beşdarbûna wan a pêşangehê de got: "Em beşdarî berhemên xwarinên kevneşopî bûn. Me ew bi kîsê xişik xemiland da ku rengek xweş bide. Di nav berhemên ku me berhev kirin û ji bo pêşangehê amade kir de, hingiv, makdous, hêjîr, sêv, tirî û hwd. hene.

Safaa Alyan a ji Komeleya Piştevaniyê ya ku beşdarî kursa xemilandinê bûye jî wiha got: "Daxwaz ji bo berhemên me pir zêde ye, bi taybetî jî perçeyên biçûk ên wek garden. Her wiha me çenteyên jinan jî dixemilînin.”

Der barê jinên Lubnanî de, Suha Bedir El-Hamad ku li kampa Eyn El-Hilweyê dimîne, got: "Ji ber şert û mercên aborî, me serî li vezîvirandinê da û pêşangeha "Ji te re ye xanima min" beşdar bû ku di vî warî de alîkariya jinan bike da jin bikaribin xwe îfade bikin.”