Li Başûrê Kurdistanê jiyana penaberên siyasî di metirsiyê de ye

Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi riya sîxuran berdewam dike, qetilkirina çalakvan û penaberên siyasî, şikestina dewleta tirk a li çiyayên Kurdistanê nîşan dide.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran penaberên siyasî, civakî û jiyanî hene ku ji bo jiyana bê metirsî bijîn lê belê niha Başûrê Kurdistanê ji ber hebûna dezgehên sîxuriyê ji bo peneberên siyasî ne cihek bi ewle ye loma her sal li Başûrê Kurdistanê peneber tên qetilkirin.

Qetilkirina penaberên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmanî û otela bajarê Hewlêrê, derxistina penaberên Rojavayê Kurdistanê ji derveyî sînorên herêma Kurdistanê, qetilkirina penaberên Bakurê Kurdistanê mînaka herî berbiçav a dagirkirinê ye û ev yek ji bi destên hêzên navxweyî tên kirin.

Bûyera 17’ê Gulanê qetilkirina penaberê siyasî yê Bakurê Kurdistanê Mehemed Zekî Çelebî yê xwedî Restorana Denîz li bajarê Silêmaniyê dide diyarkirin ku asayişa herêma Kurdistanê ne di wê astê de ye ku penebar bê tirs û bi azad bikarin li Başûrê Kurdistanê bijîn.

“Başûrê Kurdistanê ji bo me nebû cihekî bi aram”

Penabera ji Rojhilatê Kurdistanê Pirşeng Şaho li Başûrê Kurdistanê dijî diyar kir ku ji ber plangerî û siyaseta dagirkeriyê jiyana wan di metirsiyê de ye û kesên tewanbar bi awayekî azad tên û diçin, bêyî ku tu alî û desthilatdar lêpirsîn bikin wiha got: “Pêwîst e hikumet û aliyên pêwendîdar li dijî vê zilm û zoriya li dijî penaberan tê kirin bisekinin. Ji ber rewşa ku penaber dijîn rewşek metirsî ye û em hemû ji jiyana xwe ditirsin. Ez daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikim ku jiyana me biparêzin, ji ber ku em ji warê xwe ji ber siyaseta dagirkeriyê koçber bûne, ji bo em jiyana bi aram bijîn me berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.”

“Li Başûrê Kurdistanê penaberên Kurd weke hemwelatiyên Kurd nayê dîtin”

Panabera Rojavayê Kurdistanê Zuleyxa Musa Berxo ya ji Kobanê ye li Başûrê Kurdistanê dijî der barê qetilkirina Mehemed Zekî Çelebî de wiha got: “Tirkiye ji ber fikrên siyasî yên Zekî Çelebî rê neda bi awayek azad bijî wî girtin û piştre hat berdan. Ji ber wê Zekî Çelebî neçar ma koçberî Başûrê Kurdistanê bibe û weke penaberek siyasî li vê derê ma. Lê belê hikumet û aliyên pêwendîdar weke Kurdek nêz nedibûn û wî nediparastin. Ev rewşa ku peneberên siyasî tê de ne, di encama siyaseta PDK’ê û binemala Barzanî ku bi destên dewleta tirk girtine û li dijî penaberan sekinîne ye. Ne tenê li Hewlêrê ev siyaset li gelek bajarên din ên weke Silmanî jî bi sîxuran hewl didin penaberên siyasî qetil bikin. Ez daxwazê ji hemû Kurdan dikim ku yek bin û li hemberî dijmin bisekinin da ku êdî ji dijmin re rê venebe û nikaribe xaka Kurdistanê dagir bike û Kurdan tune bike.”

“Armanca me jiyan azad a li ser xaka Kurdistanê ye”

Penaberê ji Bakurê Kurdistanê Bariş Qeraxar ku li Başûrê Kurdistanê dijî bi bîr xist ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîş û dagirkeriyê li ser Kurdistanê û xaka Başûrê Kurdistanê zêde kiriye û dema ku di êrîşan de dişkê siyasetek din bi kar tîne û bi riya qetilkirina penaberên siyasî desthilatdariya xwe didomîne û wiha got: “Şoreşa Kurdistanê û gerîlayên PKK’ê da diyarkirin ku ew hewldanên ji bo tunekirina Kurdan û xaka Kurdistanê vala derdikevin û dewleta tirk nikare gelê Kurd bike armanca êrîşan. Tirkiye têkçûna xwe ya li çiya qebûl nake û dest bi êrîşên di nava bajaran de kiriye û bi aşkerayî Kurdan qetil dike. Têkoşer û azadîxwazên Kurd dema ku li çiya li dijî dagirkeriyê şer dikin, hêzê didin gelê Kurd. Lê belê mixabin bajarê Silêmaniyê ku bi navê bajarê rewşenbîran tê nasîn rê dide ku Kurdek li ser cadeya sereke were qetilkirin. Divê em hemû bizanin yan em ê Kurdistanê azad bikin em hemû bi hev re bijîn an jî emê hemû di riya Kurdistanê de şehîd bibin.”