Li Afganistanê birçîbûn û xizanî

Li Afganistanê di navbera xeta xizaniyê û birçîbûnê de xêzek pir zirav ma. Afganiyên ku bi birçîbûnê re rû bi rû ne, ji ber ku nikarin zarokên xwe têr bikin, datinîn li nexweşxaneyan. Li vî welatî piştî ku Talîban desteser kir sektorên banka û înşeatê sekinin. Xebatkarên li avahiyên bankayan bi rêzên dirêj li benda hêviya wergirtina meaşên xwe ne, êvarê dest vala vedigerin malên xwe. Ji ber qeyîrana heyî bi hezaran Kabîlî li benda destê alîkariyê ne.

BIHARAN LEHIB
Kabîl- Jiyana gelê Afgan, ku bi salane her cûre şer jiyane, bi desteserkirina hêza Talîbanê ya 15’ê Tebaxê re pêvajoyek bitevahî cüda despêkir. Ev qonaxa nû çiqasî "nû" tê nîqaş kirine jî, ew jiyanek ku ji bo jinan tarî tê binav kirin destnîşan dike. Jinên Afganî, ku ji ber şert û mercên aboriya şer neçar mabûn ku bi salan ji jiyana kar dûr bisekinin, niha ji bo ku karibin bi fermî bixebitin û azadiya xwe ya aborî ji hêla Talîbanê ve bistînin, pêvajoyek derbas dikin. Li welatê ku ji 15’ê Tebaxê vir ve banka xizmetê nakin girtî ne, bi hezaran Afganî, ku mûçeyên xwe bi rêya bankan werdigirin, bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Pergala bankavanî hilweşiya, înşeat sekinin
Çima banka hatin girtin? Pirsgirêk ne tenê ev e ku banka hatine girtin, di heman demê de ew e ku gelek komên pispor, ji pîşesaziya avahîsaziyê bigire heya rojnamegeriyê, nikarin bixebitin yan jî bixebitin jî, nikarin debara xwe bikin. Ew nekarin li wî welatê bi mîlyonan mirov di nav xizaniyê de dijîn ku alîkariyên biyanî yên mezin werdigire. Li welatê alîkariyên biyanî yên mezin werdigire bi mîlyonan mirov di nav xizaniyê de dijîn. Pisgirêka pere li welêt tê jiyîn, 9 milyar dolar ji hêla DYA yê ve di rezervên banka navendî de hate cemidandin da ku nekeve destê Talîbanê. Li welêt vê yeke bi xwe re pirsgirêka herî mezin a qeyîrana aboriyê bi xwe re anî. Li Afganîstanê, piştî ku Talîbanê rêvebarî desteser kir, bi hejmarên zêde dolar jî sedî 15 zêde bû. Hemû avahî li ser astek mezin û biçuk rawestiyane û her çend banka hîn girtî û vekirî bin jî, ji ber ku hewcedariyên drav dê neyên pêşwazî kirin, hêviya vekirinê qels e.
Pereyên ku ji welat hatine derxistin bandorê li yên mayî dike
Kabîliyan, sedema herî mezin a pisgirêkên qeyîrana aborî û pereyan bi piştî Talîbanê rêveberiya welat desteserkir li welêt bi qasê pereyên ku di dema şer de zengin bûn û di nava wan de axayên narkotîkê, serbazên berê û fermandarên şer dema ku ew ji welêt direvîn bi xwe re dibirin ve girê didin.
Berî ku Talîban rêveberiyê bi dest bixe, karmendên sektora giştî û taybet dikarin meaşên xwe bi riya bankayan werbigirin û pergala bankî ya hilweşandî li Afganistanê tevahiya welêt bi birçîbûnê re rû bi rû hişt. Ji bo ku perêyên xwe yên mayî li bankeyan bigirin, rêz bi hefteyan bêku kêm bibe mezin dibin.
Afgan Ziya: Tiştek tuneye em li malê bixwin 
Jina bi navê Afgan Ziya, ku li Wezareta Berevaniyê karê paqijiyê dike, dibêje ku ew bi hefteyan di bankê de li benda standina meaşê xwe maye, lê heta niha ew dest vala vegeriyaye, wiha hewl dide ku pirsgirêkên xwe vebêje,"Ez bi hatina Talîbanê ya ser rêveberiyê ji kar vegeriyam malê û bê kar mam. Li malê, tiştek tuneye em bixwin. Rewşa me ya aborî pir xirab e.”
“Ji ber nikarim kiriya xaniyên xwe bidim di kon de dijîm”
Afgan Ziya lê zêde dike ku, ji ber ku bi mehan nikaribû perê xwe li bankê bistîne wê nikarî kiriya xaniyê ku lê mabû bide û ji ber vê yekê neçar ma ku mala xwe vala bike û konek vede û wiha domand: "Em birçî ne, nikarin xwe têr bikin, emê çawa dikarin kiriya xwe bidin? Divê ez mehane 8 hezar lîreyê Afganî bidim, lê ji ber ku ez nikarim pere bidim, neçar im konek vedim û di bin kon de bijîm.”
Li gel xîzaniiyê li welêt êşên mezin, bi birçîbûnê re kûr dibin dide gelê Afgan li benda piştgiriyê ye û destnîşan dikin ku divê di îstatîkan de xeta birçîbûnê êdî neyê paşguh kirin.